Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[roja rexneyê] Romana ‘’Şapînoz’’ ya Enver Karahanî diçe ber tor û bextê rexnegirên kurd Alî Fîkrî Işik û Hemîd Omerîyî
2011-10-12 20:46
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Ji bo pazdehê vê mehê[çiriya ewil] siet 2yê piştî nîvroyê rexnegirên kurd Alî Fîkrî Işik û Hemîd Omerî bi hesan û mivredên xwe şûrên xwe tûj dikin ko li KUR-KAVê romana Şapînoz ya Enver Karahanî biînin ber rexnekirinê.

Enver Karahan roman-nivîs û çîrok-nivîsekê kurd yê ji Dêrika Çîyayê Mazî ye.

Heta niho kitêbên çîrokên wî yên Du Dilop, Şevbihêrkên Şevên Xalî û Çû-yê weşanxaneya DOZê weşandibû û îsal romana wî ya pêşiyê ya bi navê ‘’Şapînoz-ê’’ weşanxaneya AVESTAyê weşand…

***

Parçeyeka ji romana Enver Karahanî:

Min dît ku ez û tu li serçemî, li biniya Gomika Qazan rûniştibûn û ser-êvarê bû.

Hîbehîbek li çemîrabûbû ku keraxan nuh av berdabû û ax û xwelîsork û qirş û qal

bi ber harbûyinapêlên avê ketibûn. Em li wê gihaşînkali qiraxa çemî, di bin
dara hijîra zerik de, di nav wê çaviya diriyan de rûniştibûn. Teçakêtê xwe li
bin me raxistibû...

Min dît ku te bi destê xwe ji min re du-sê dirîreşkjêkirin û te ew xistin devê
min. Tiliya te didevê min de ma û te ew hêdîka kişand. Tamamizbûna wan hîna jî

di bin zimanê min deye. Û min dît ku te devê xwe xist devê min û te
jibermayiyên tama dirîreşkan ji lêvên min bir û min çavên xwe girtin. Û gava min

çavên xwe girtibûn, min dît ku reşekîwek efrîtekî di ser serê me re sekiniye ku

ew dişibiya ”Wî” û gava min dît ku ew reşêhanê di ser me re sekiniye û dike

bêra di destêxwe de bi şûrikî dawşîne serê te, min çavên xwe beliqandin.

Gava

min çavên xwe vekirin, min dît ku bi rastî jî ”Ew” di ser serê me re sekiniye û

bi awayekî matmayî li maçîkirinên me temaşe dike. Û min dît ku gava awirên me

hatin hemberî hevdu, wî bêr danî û destê xwe avêt kêleka xwe ya çepê û ew

debançeya mîna marekî reş ji ber xwe kişandû berê wê da min û te. Û min dît ku ...

________________________________






Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...