Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] li ber qibla evina te şev û rojan bi nivêj im - eger ez li dawîyê jî bim, dîsa tu despêka min î
2011-10-15 12:35
Vîyan ZARZAA
info@kurdigeh.com
li ronahîya evîna dilî bo te silavan dişînim
di nav şevêt tarî da…
bê te sitêrka nabînim…

ko tu têyî xeyala min, xem xo ji min diveşêrin
kovan li dora min digerin lê bi dile min ra nawêrin

bi navê te, ji biheştê dengek dile min dihêjîne:
((li ser rûye vê dinyayê kes evînek ho nabine))

wek kaniyekê diherikît bê tirs û zale eşqa te
wekî xwîna nav demaran germ, delal e eşqa te

heta-hetayê bo çavên te dinalim û dibêjim
li ber qibla evina te şev û roja bi nivêj im

çi kiçkek sade bim, çi xatûna li ser texta
bi te dilşad im û bextê te nadim çi bexta

çi tari be çi ronahî, bezir nabî, rêka min î
eger ez li dawîyê jî bim, dîsa tu despêka min î

» Vîyan Zarzaa
___________________________
Peyvistan:
Xo: xwe
Şêvêt tarî: şevên tarî
____________________________





www.kurdigeh.com ...