Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[rexne] Otobês ne roman e
2011-10-18 21:29
:: Şengul OGUR
gernus@msn.com
Heke em ji bo romanê pênaseyeke berfireh bikin em bi rehetî dikarin bibêjin ku roman çeşneke edebî ye ku li ser an jî li derdora mijar, çîrokeke bingehîn vehonandina gelek çîrok, mijaran û rewşên bi hev girêdayî ne.

Di romanekê de hemû çîrok, mijar, rewşên ji hev cuda dawiya dawî ji bo zexmtirkirina vegotin, zîndîkirin, hişkerekirin çîrok û mijara bingehîn e. Ji bo vê jî ti çîrok, mijarên cuda yên ku di romanekê de cih digirin ne belesebeb in. Loma heke çîrokek, mijarek, rewşeke di romanê de cih digire ji wê romanê bê avêtin di romanê de wê valahiyek bê peydakirin û ji bo vê jî xwendevanê romanê wê nikaribe têkiliyan di navbera parçeyên ku romanê pêk tînin saz bike û bi vêya re jî wê di derbarê berhema li ber dest de nebe xweyî helsengandineke dirist. Tevna bûyerê ya romanê li ser têkiliya sedem-encamê pêk tê. Ji bo vê jî heke parçeyekî ku romanê pêk tîne ji romanê were derxistin, têkiliya ku li ser sedem-encamê pêk hatî nikare were danîn û di romanê de pirsên bêbersiv, bersivên bêpirs xwe didin der.

Her romana ku di nav rasteqîniya têşeyî de pêk tê neçar e ku bersivên pirsên sazbûna xwe bide. Naxwe ti romannivîs ne xweyî wê luksê ye ku bibêje, min wilo xwest wilo pêk hat.

Mînak, em bibêjin, di devereke romanê de heke yek wê were kuştin bi yek peyvê jî be divê romanivîs sedema vê kuştina karektêr vebêje. Ji van vegotinên me tê fêhm kirin ku roman berhemeke atomîze kiriye. Ango kêmasiya tiştekî ya di romanê de wê hevsenga romanê bi tevahî biguhere.


Li gorî van çespandinên xwe heke em bala xwe bidine Otobêsa Yunus Eroglu em bi rehetî dikarin bibêjin ku kitêba li ber dest bi ti awayî nikare bikeve nav kategoriya romanê. Hemû beşên ku kitêbê pêk tînin çîrokên serbixwe ne û bi ti awayî li ser çîrok û mijarekê mirov nikare di navbera wan de têkiliyekê saz bike, wan bigihîne hev.

Di vê kitêbê de tenê bi navê berhemê(‘’Otobês”) û bi navê beşan ên wekî ‘’Paldanka Yekê” an jî ‘’Paldanka Duyê”û wd. me hay jê çêdibe ku mekanê hemû beşên ku di kitêba bi navê Otobêsê de cih digirin heman mekan e. Lê mekanekî hevpar bi serê xwe ne xweyî wê şiyanê ye ku bikaribe romanekê an jî çîrokekê pêk bîne.

Di kitêba bi navê Otobêsê de ji bilî mekanê hevpar(otobês) ti têkilî di navbera beşan de nîne. Ango dema em ji Otobêsê beşekê an jî du beşan jê an jî sê beşan jê derxînin, ji ber sedema neyîna têkiliya di navbera beşan de, bi ti awayî wê tiştek ji Otobêsê kêm nebe. Xwendevanekî ku hemû beşên Otobêsê xwendî Otobêsa sê, çar, pênc beşên ji Otobêsê kêm bixwîne jî wê pêdivî pê nebîne ku beşên din jî zanibe an jî bixwîne.


::: Ka gelo Otobês roman e an no? :::::


Ji ber ku ti têkilî di navbera beşan de nîne, ji ber ku hemû çîrokên di Otobêsê de cih digirin ne çîrok, mijarên alîkar ên ji bo vegotina mijar û çîrokeke bingehîn in û bi xwe û ji bo xwe ne em kitêba Otobêsê dikarin ji dawîyê jî bixwînin, ji nîvî jî. Em dikarin gelek beşên wê nexwînin jî.

Hatiye gotin ku; ‘’ Mikemelî ne dema ku tiştekî lê were zêde kirin nîn be lê dema ku tiştekî jê were derxistin nîn be, pêk tê.”

Vêca ji bo pêkanîna mikemeliyê heke em bikaribin gelek ‘’Paldank”ên din li Otobêsê zêde bikin jî bi ti awayî divê em nikaribin yek ‘’paldank”ê jî ji Otobesê bikin. Lê ji bo ku jixwe ‘’paldank”ên ku Otobêsa pêk tînin ji Otobêsê bûyîne pêdivî nîne em tehbekê bidin û wan ‘’paldank”an ji Otobêsê bikin. Ango ‘’paldank”ên Otobêsê pêk tînin ne paldankên Otobêsê ne û Otobêsa me otobêseke ji hev de ketî ye!

Şengul Ogur
______________________________

serkanî: www.kulturname.com
______________________________






Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...