Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] gilîya daran
2011-10-20 00:15
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
‘’ Bivir ji dara mazîyê re dibêje: ez hêza xwe ji te digrim, serê te bi destê te dibrim… ger nedî min destîbivir, ha ez û ha kevir’’

Şevek ji şevan rojek ji rojan
Roj li ser çiyayê Cebexçû re çû ava
Karwanên êzingvanan hatin
Di bin darekî mazî ya kevnar
Werîsê xwe danîn erdê
Û bivir danî ser kevirekî
Li benda ronahiya sibê sekinîn
Ew dara mazî gazî dor û berê xwe kir
Gote wan “Ev weha nabe
Bivir dîsa waye hatiye
Wê pistî qasekî wek hergavî
serê me bibre
Divê em ji xwe re serokek bibjêrin
Da ku bi bivirî re mijûl bibe
Jê hêvî û rica bike, belkî li me rehmê bike
Wan ew dara mezin a kevnar
ji bo xwe kirin wekîl
Wê darê gazî kir û got:
Begê min ma qey ne bes e?
Eva bi salan e, hûn serê me dibrin
Kokên me ji erdê radikin
Bi tevlî ku em darên mazî
Ji darê din gelekî bifeydetir in
Her çi darên din salê berekî wan hene
Lê belê yê salê sê-çar berên me hene
Mazî, gangol, gijik, sepik, antûve, berzî
Pelên me dibin alifê pezî
fiaxên me dibin sewata tenûran
Êzingên me dibin sewata zivistan,
Darên me dibin mirdiyaqên xaniyan
Rayên me avê ji bin erdê dikşînin
Dibe jiyan ji bo zeviyan
Bivirî got: Heso tu bi du aliyan ve şaş î
Carekê tu hêviya însaf û merhemetê ji min dikî
Mixabin ew di cewherên min de tunin
Ya diduyan ez hêza xe ji te digrim
Serê te bi destê te dibrim
Ger nedî min destîbivir ha ez û ha kevir


Ev mesela kurdan e
Derdê serê derdan e
Hinek heramzade ne
Hinek nankor ewlad hene
Heta kurd destgir û pistgirên neyaran bin
Hetim dê di bin nîr de bêçare û belengaz bin.
__________________________________

Fehmî Bîlal – [Katibê Şêx Seîd Efendîyî]

______________________________






Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...