Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] wê rojê siet 1.41ê li Wanê ... - 1 -
2011-10-29 19:25
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
23yê çiriya ewil, sala 2011ê, Siet 1 û 42yê piştî nîvroyê…

ji nîv deqîqeyê hindiktir, 29 sanîyeyan Wan hêjîya û piştî 29 sanîyeyan…

582 mirî …

4.152 birîndar … [1]

Kavilên wek çiyayan ketîn ser hev …

Mirovên bê cih û war û … li ber sermayê… birçî û tazî …

***

Carinan hejmar ciqasê li mirovî sar tên … Mirov ji hinek hejmaran ditirse …

û carinan mirov pê dihese ko hejmar gelek tiştan bême’ne dike, li ber çavên mirovî hindik dike …

Mesela ez jî li wê derê bimiriyam an jî tu li wê derê biniriyayî…

Tenê hejmara 582 miriyan dê bibûya 583 …

Tezînek bi laşê mirovî de diçe …

Ez, dêya min, babê min, du xwişkên min û pênç birayên min em dibin ‘’10’’ tenê em dibin 10 !! pêncsed û heştî: 58 ‘’10’’ in … hey hewar !!

***

29 sanîye …

Tenê rojek 2 hezar û 979 caran ‘’29’’ sanîye ne …

Mirin çi qasê erzan e …

Tenê di 29 sanîyeya rojê de 582 kes mirin…

Xelasbûna 582 çîrokên jiyanê…

belkî gelek jî ji wan destgirtî bûn ...

gelek jî ji wan dê û bab bûn …

nêzîkî 100 kes ji wan mamoste bûn …

hinekên ji wan di wê rojê de bêriya dêya xwe kiribûn …

belkî hinek ji destgirtiya xwe cida bûbûn …

hinekan dixwest pêlava hinekên dî boyax bike …

hinek ji wan dixtorê hinekên dî bûn …

belkî erdhêj li bajarê te bibûya hinek jî ji wan dê nivîseka li ser erdhêja bajarê te bixwendiya…

hinekan pêyê xwe kiribûn di şekalên kevin de û hinekan kiribûn di qundireyên reqreqîn de …

lê piştî erdhêjê navê hemîyan bû ‘’mirî’’ û ew hemî bûn hejmarek, 582 …

ew kes mirin …

çende gotineka hêsanî ye ‘’mirin’’ …

erê mirin …

-------------------------

» Miradê Gundikî

----------------

têbinî: ev nivîsar ji sê beşan pêk tê û ev beşa yekê ye ...

[1] Hejmara mirî û birîndaran hejmarên Saziya Hewara Felaketan(AFAD) ya tirkiyeyê yên di 29.10.2011ê de dayîn in.

----------------------------------------


www.kurdigeh.com ...