Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] mirin
2011-10-31 20:46
Şêro Dalînî
info@kurdigeh.com
Çi şikefteke dev fereh î tu

li tariya binpêketî
sîxur î

li tiştên min yên buha dixebitî
û bi saw lêgerîna xwe dikî

çixareyan bi çermê min dipêçî
bi agirê dehên weke xwe min vêdixî
û bi dilsojiya hezarên weke xwe min di şewitînî

bi gotinên arzan re qebqebê dikî;
ne kew î
û ne jî li ser çiyan î,

li pey termekî ser vekirî ve
meşiyam
mêvanê şevîna te ya tirş im

xwe bipernisîne
wêrekiya perperîkeke bê dûnde jî di dilê te yî guvaştî de
nîne
mirin î tu
mirî yî tu.

» Şêro Dalînî - Qamişlo

----------------------------------------


www.kurdigeh.com ...