Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] wê rojê siet 1.41ê li Wanê ... - 2 -
2011-11-03 10:21
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
Wê rojê, seet 1.41ê, li Wanê …

Zarokekê 13 salî yê bi navê Yûnûsî( Ûnis) çûbû înternet-kafeyekê. Ew ji bo pêlava hinekan boyax bike û du kirûş pereyan peyda bike, çûbûye wê kafeyê…

Û di wê dema ko li nik zilamekê ji xwe mestir bû de ( dibe ko pirsa boyaxkirina pêlavê jê kiribe) dinyaya wî li ser serê wî hilweşîya…
Ew dinyaya fireh lê hat hev û quncikeka biçûk ma jê re ko tê de bijî. Zilamê ko li nik wî bû bi ser wî de ketibû. Wî zilamî li ser pişta Yûnisî nefesa xwe ya paşiyê jî dabû û Yûnisê reben bi wî miriyî re bi seetan li hêviya hatina xelaskerên xwe mabû. Dema ko xelasker serdeyî wî bûn di bin destê mirîyekê de ew dîtin û derêxistin…

Gotina Yûnisî ya pêşiyê: ‘’ seet çend e? Heke ez dereng mayibim babê min dê xwe aciz bike’’ bû…

Di rêyê de dilê wî sekinî … Çavên bavê wî li rêya kurê wî ma… vê carê belkî xwe qet jê aciz nekiriya û ew hembêz bikiriya. Lê kurê wî çû hembêza axê …

***



Wê rojê, seet 1.41ê, li Wanê …

Mamosteyeka 24 salî ya ko dê û babê wê di erdhêja Golcûkê de miribûne û malbateka dewlemend ew xwedî kiribûye. Li Wanê di wê roja erdhêjê de qedera dê û babê wê bû qedera wê jî … tenê di cih û demên cida de…

***



Wê rojê, seet 1.41ê, li Wanê …

Du ciwanên Şirnexî yên xwendekarên Zanîngeha Yûzûncû-Yilê ji xwe re dilehîstin… Erd hêjiya û wan xwe avêtine hevdu… û dema ko meyitê(termê) wan hat derêxistin hê jî wan destê hevudu neberdabûn û bi hev re rêya axa sar girtibûn ….

***



Wê rojê, seet 1.41ê, li Wanê …

Dê û babekê dema ko zanine nikarin xwe xelas bikin zaroka xwe kirine di çekmeceya dolabê de û piştî du rojan ji nêv kavilî ve di çekmeceyê de ew zaroka 8 mehî hat xelaskirin lê ew ji dê û babî ve sêwî mabû …

***



Wê rojê, seet 1.41ê, li Wanê …

Dêyekê zaroka xwe kir ber milê xwe û xwest wê ji erdhêjê xelas bike lê xaniyê wê bi serê wê de hat û li quncikeka biçûk asê ma … 48 seetan bêçare li hêviya xelasbûnê ma … pêşiyê şîrê xwe da zaroka xwe, seet borîn û ji ber têhn û birçîtayê şîrê wê çikiya … di wê quncika teng de zaroka wê ji bircan kiriye wajewaj wê bi tifa xwe devê zaroka xwe şil kiriye ko piştî 48 seetan herdu jî hatin xelaskirin…

Wê rojê, seet 1.41ê, li Wanê …
-----------

» " ji bo hemî Yûnisên Wanê " .... Miradê Gundikî

-------------------------












www.kurdigeh.com ...