Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] lîteratur
2011-11-03 22:23
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Peyva ”Lîteraturê”, gotineka latînî ye ku ew dihê wateya tîpê. Di bingeha xwe de ji peyva ”littera” dihê. Gotina”tur-ê” paşpirtik e. Lê berîya hebûna peyva lîteratur û wênenivîsa Somerî, ”lîteratur” di forma çîrokên devkî, stran û nivîsarên dadî (hiqûq) de hebûye. Edebiyata devkî ya gelên Mezobotamiyan bêhtirîn 5 hezar sal in, ku hatîye peydakirin, ku ew li ser tore û çîrokên devkî avabûye, koka xwe ya bingehîn ji ”Gilgamêş”, Weda (pirtükén Weda) û Avestaye de wergirtîye. Gilgamés bi devki 3000- 2000 sal BZ hebüye.


Destana Gilgamêşî sê car hatiye çapkirin. Cara ewîlî 2000 sal BZ, bi zimanê sumerî çap bû; cara duhemîn 1700 sal BZ, bi zimanê babilonî hat weşandin; cara sêemîn jî, 1300 sal BZ, bi zimanê babilonîya nûh çap bû û di wê demê de mohra xwe li dîrokê xist. Di çapkirina dawîyê de hîkarîya efsaneya Zîusudrayî tevî vê destana hêja bûye. Tema Gilgamesê ya bingehîn li ser kuştina mirinê ye. Gilgamêş dixwaze mirinê bikuşe.

Li gorî dîtinekê, navê Gilgamêşî, navekî arkadî, navê giyayê binê deryayê (behrê) bûye, paş bûye bingeha peyva Gilgamêşî. Li gorî dîtineka din: Bil (gir) gamêş (boxe, Gamêşê gir). Em tevê vê dîtinê dibin.

Gilgamêş lîtaretura dinyayê ya herî kevn û ew malê hemûyan e.

Wekî dihê zanîn, dîroka edebiyata Ewrûpîyan 3 hezar sal ya heye ya tune ye. Li jorê hat gotin, ku dîroka edebiyata gelén Mezobotamiyan derbasî 5 hezar salî dibe. Di vî warî de lêkolînên ku ji alîyê gelek edebiyatnasên Ewropî ve hatine çêkirin, nîşanî me didin ku di dinyayê de edebiyata Mezobotamiyan ya herî kevn e. ”Încîl”, bi naveroka xwe ya piralî ve bûye çavkanîyek ji yên herî mezin ji bo Ewropîyan, ku ew li ser toreya Mozobotamiyan şax daye.

Çima?

1. Sîstema nivîsê (wênenivîs) ya Mezopotamiyan.

2. Ola dewlemendîyê.

3. Birêvebirina aborîyê.

4. Lidarxistina bajardewletan / dewleta kulturên cuda

5. Bazirganî / kirîn û firotin.

Gava mirov bixwaze qala edebiyata bike, çi edebiyat dibe, bila bibe, çar) dihê bîra mirovî, ew jî ev in:

• Gilgamêşî, eposa Gilgamêşî ü Avesta (Mezopotamya / Kurdistan ).

• Homeros 700 BZ: Îlîaden, Odyseen (Yünistan).

• Pirtûkên Veda, Manus, Manus Mahabharrata ( Hindistan).

• Helbestvan Sutung-Po (Çîn).

700 sal BZ.

Edebiyata yûnanî, hêdî – hêdî şûna edebiyata Mezra Botanî (Mezobotamya) digire. Homeros ”Îlîaden” û ” Odîsseus” dinivîsîne û hîkarîya xwe li ser Ewropîyan dike. Ewropî ketin bin hîkarîya Homerosî. Paşê Sapho bi helbestên xwe yên lorîk hîkarîyekê din çêkir. Dramatîka Yûnanî jî, li derûdora sala 400î ya BZ. Şax dabû, hem jî bi tragedîyê, ew ji alîyê Aîskilos, Sofokles, Eurîpîdesî û komedî jî, ji alîyê Arîstofanesî ve hat nivîsîn. Nivîsîna wan herdu berheman bû bingeh ji bo pêşkeftina lîteratura Ewrûpî. Ji bo nimûnê: eposa Vergîlîisî ya navdartirîn, ku navê wê ”Aeneîden” e. Ew berhem wekî berhemên Ovîus, Caturllîus û Horatîuseyî li ser şopa Homeros û Saphoyê avabûye.

Homeros û naveroka berhemên wî:

Homeros, wekî hîmdarê lîteratura yûnanî ya epîk navûdeng daye û mohra xwe li dîrokê xistîye. Berhema wî ya bi navê ”Îlîaden” ji bîst û çar helbestan pêk dihê. Homerosî, berhema xwe li ser şerê pêncî û yek rojî, di derbareya şerê giran de nivîsîye. Berhema wî ya bi navê ”Odyssen” jî, li ser jîyan û rêwîtîya (vegera) çil rojan e. Sedemên derketina şerê Troyayê yê bingehîn ew bû ku keyê Spartayê Menelaos bi Helenê re dizewice. Lê paşê Hêlen ji alîyê Parîsî ve dihê revandin. Reva wê cîhana mêrê wê serûbin dike, ew har dibe û dibe sedemê şerekî giran. Menelaos dixwaze Hêlen dev ji Parîsî berbidin û vegera mala xwe û jê re jinitîyê bike. Ji bo Hêlen bi paş vegera malê û jê re jinitîyê bike, çi ji destê Menelaosî tê dike, lê bisernakeve. Ji ber vê yekê, ew ordîyeka mezin dişîne ser bajarê Troyayê; ordîya yûnanîyan deh sal li wir dimîne, çar alîyê bajarî digirin û li ser hemû rêyan kozîk û kemînên xwe çêdikirin. Alîgirên Yûnanîyan biserketin. Gernas û fermandarên Troyayê yên herî bi navûdeng ev bûn:

Prîamos û kurê wî Hektor. Fermandarên Yûnanîyan jî ev bûn: Agamemnon, Akîlles û Odîssues… Homeros dide diyarkirin ku Xwedêyên Yûnanîyan jî tevî vî şerê giran dibin. Komek ji wan Xwedêyan li ba Prîamosî û kurê wî Hektor cîhê xwe digirin û koma din jî, li ba Agamemnon, Akîllesî û Odîsseusî cîhê xwe digirin. Homeros, ji alîyekî ve, nakokî û xirûcirîya navbera mirovan û Xwedêyan û ji alîyê dî ve jî, dijberîya du hêzên sereke dihîne zimanî.

Dijberîya wan dibe sedemên şerekî giran.

Stîl û zimanê Homerosî:

• Epît.

• Hesameter (hexameter).

• Allegorî.

• Xweşlihevhanîna peyvan.

• Dubarkirin/ducarkirin.

Rêza lîteratura yûnanî ya BZ, ev e:

700 sal BZ. Epîk

Eposa Homerosî: ”Îlîaden”, Odîsseus”

600 sal BZ. Lorîk

Sapho: Lesbos

400 sal BZ. Trajedî (afrandina tîyatro ya dilpêwatê)

Aîskîles: Orestîen

Sofokles: qiral Oyîdîpus

400 BZ. Komedî

Eurîpîdes: Media

Edebiyat ji bo ango li dijî guhartinên civakî ye

Edebiyat di hemû dewr û dewran de ji bo ango li dijî guhartinên civakî bûye. Edebiyata kurdî jî beşekê ji edebiyata cîhanê ye. Ew wekî şûrekî tûj li ser simga dijminî ye. Ew wisan jî çeka pêşkeftina guhartinên çandî û neteweyî ye.

Dûmahik

Maruf YILMAZ

www.rojevakurd.com

-------------------------












www.kurdigeh.com ...