Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] jin û civak - 1 - jin rûmeta gelê xwe ne
2011-11-09 15:14
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com

Di her civakê de li gor taybetiyên wê yên cografî, dîrokî, siyasî û sosiyolojîkî li ser rolên jin û mêran nêrînên civakî ava dibin. Stereotîp hene yên ku tenê komên cuda yên neteweyî û olî re tîpîkin. Di civakan tev de bi navê mêran re hêz, serxwebûn, pêşengtî, zordarî, xwedî kirin û parastina malbatê tên girêdan. Bi navê jinan re jî hezkirina malbat û zarokan, dilsozî, dilovanî, dilpakî, nermayî, her wisa tirsonektî û sistayî tê girêdan.

Azadî û mafên jinan ji aliyê mêran ve li her deran nêzîkatiyên cuda ve tên biçûk kirin. Û ev tişt di civakan de ewqas hatiye qebûl kirin ku gelek jin bi xwe vê tiştê normal dibînin. Qîz ji zarotiya xwe têdighîje rola xwe ya bindestiyê û êrîşên fîzîkî û psîxolojîkî yên li himberî xwe bêdeng û bêbersiv dihêle.

Çawa di tevahiya cîhanê de ye, wisa jî li Ermenîstanê gelek sazî ava bûne yên ku bi pirsgirêkên jinan ve mijûl dibin. Avuqat, psîkolog û sosiyologên ku di van sazîyan de kar dikin hewl didin ku arîkariya çareserkirina pirsgirêkên jinan bikin. Lê çi qas jî ev sazî bi xebatkarên xwe ve hewil bidin, di civakê de ji jinan tenê parçeyekî biçûk diwêre pirsgirêkên xwe bîne ziman û arîkariyê ji van sazîyan bixwaze.

Ev pirsgirêkeke gerdûnî ye. Çawa me êdî li jor got, ev pirsgirêka hemî civakan e. Li vir em li ser rewşa jina kurd a îroyîn û pirsgirêkên îroyîn di Ermenîstanê de bisekinin.

Di nava hezaran salan de jina kurd bi zilamê xwe re ne tenê şert û mercên malbatê parve kiriye, her wisa li gorî hewcetiyê çek hildaye li ser milê xwe û himberî dijmin têkoşîn daye. Di dîrokê de jina kurd tê naskirin ne tenê bi bedewî, dilsozî û dilovaniya xwe ve, wisa jî bi hêza xwe, serxwebûn û azadîxwaziya xwe. Dibe ku ji ber vê ye ku zilamê kurd ji hêza jinan zêdetir daniye li ser milê wê. Çiqas ku kar û xebatên jinan di malbatê de zêde bibin, ew qas rola wê di karên civakî de biçûk dibe. Îro di nav kurdên Ermenîstanê de hejmara jinên ku ji derveyî malê karê civakê jî pêk tîne pir hindik e.

Gelê kurd di pêvajoyeke tûj de dijî ya ku di têkoşîna wê ya azadiyê de ji her demê girîngtir e. Ev têkoşîn tenê bi çekan pêk nayê. Pêwîste têkoşîn were dayîn di her aliyên jiyanê de: siyasî, çandî, zanistî û perwerdeyî.

Ji gelê me re nifşên xwendî û zane pêwîst in.

Ma ne xwendin û perwerdeya zarokan bi piranî di destên dayîkan da ye?

Dayîkên kurd dikarin barê li ser milên xwe li gor hewcetiyê bivin?
Dayîk ê bibêjin: ‘‘De zarokên me di dibistanê de xwendin û perwerdeya xwe distînin. Êdî çi hewceye em jî serê xwe biêşînin. Kar û barê malê ji me re bes e’’...

Perwerdeya ku dibistan dide zarokan bêyî arîkariya malbatê sist û nîvî ye ji bo perwerdeya tam û têra jiyana mirov nake.

Zarokên qîz in (bi piranî li gundan) piştî dibistanê dizewicin an jî wan dizewicînin. Di emirê biçûk de barê malbatekê hildigirin li ser milên xwe yên sist û bi şert û mercan re şer dikin.

Gellek caran dayîkên 16-17 salî dikarî bibînî. Jina teze çi dikare bide zaroka xwe? Ew bi xwe zarok e. Di wî emirî de wekî ciwanekê mirov nikare ji bo xwe, kirinên xwe berpirsiyar be. Ew emir tê zanîn bi pirsgirêkên psîxolojî ve, ji ber ku gîhaştina mirov bi aliyên fîzîkî, sosiyolojî û psîxolojî ne wekî hev e. Keça cîwan bi xwe hewcedarî xwedîkirin û parastina mezinan e. Ma ew çi dikare bide zaroka xwe. Ne fikirên bilind, ne jî armancên mezin ji bo gelê xwe û tevahiya mirovahiyê...

Marîna Sîyabend

------










www.kurdigeh.com ...