Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[hevpeyvîn] Wîkîpediyaya kurdî çi ye û kêrî çi tê?
2011-11-11 08:52
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com

Edîtorê Kurdîgehê Miradê Gundikî bi yek ji birêvebirên Wikipediaya kurdî, Gomadayî re li ser Wîkîpedîyaya kurdî kurtehevpeyvînek çêkir.

Kurdîgeh dixwaze bi vê kurtehevpeyvînê Wîkîpedîyaya kurdî (www.ku.wikipedia.org) baştir bê nasîn û kurd li wî warî jî piştgiriyê bidin kurdîyê.

***

Kurdîgeh: Wîkîpedîya bi giştî çi dike û beşa kurdî di çi astê de ye.


Wîkîpediya ensîklopediyeke azad e ku niha bi 282 ziman û zaravayan gotar têne nivîsandin. Ev
ensîklopediya li ser înternetê ya belaş derfet dide zimanan ku bê fikara bazirganiyê xwe bi pêş de bixin û newin jibîrkirin. Wîkîpediya kurdî di 07.01.2004 de hatiye sazkirin. Lê mixabin ji wê rojê ve tenê 16.859 gotar hatine nivîsandin û em di nav zimanên din de di rêza 88"an de ne.


Mebesta wîkîpediya me afirandina çavkaniyekê ya ji bo zimanê me ye. Mînak li vir gotarên gund û bajarên me tên nivîsandin. Ji xwe ev nav li Kurdistanê qedexe ne û gelek ji wan gundan niha vala ne. Lewma dibê ku ew nav werin jibîrkirin. Lê hinga di wîkiya me de gotareke ensîklopedîk li ser wan hate nivîsandin wê hertim li vir bin û dema mirovên me xwestin dikarin agahiyên wan gund û bajaran fêr bibin.

Kurdîgeh: ji bo beşa kurdî çi divêt bê kirin


Ji bo beşa kurdî gelek dilxwazên kurd pêwîst in. Ji ber ku di îstatîstîkan de jî berbiçav e ku gelek zimanên bi hejmera gelheyeke hindik li pêşiya me ne. Mînak em dibêjin kurd 40 milyon in li cîhanê, heme nebê 15 milyon kurmanc hene. Û tenê 16.859 gotarên bi kurdî hene. Lê fînlandî neteweyeke tenê bi 6 milyon gelhe ye û 281,744 gotar bi zimanê fînî hatine nivîsandin. Lewma ji wîkiya me re pirr xebat hewce ye.

Kurdîgeh: hûn li hêviya çi encaman in, hûn çi jê hêvî dikin.


Em li hêviya xwedî li kurdî derketina kurdan e. Bila zimanê me jî bêhtir were bikaranîn.(nivîsandin, xwendin hwd.) Hinga kurdên me bixwazin tiştekî fêr bibin, bila bi ensîklopediya kurdî fêr bibin. Bi zimanê xwe!

Kurdîgeh: kî ji Wîkîya kurdî re dişixulin û kî dikare jê re bişixulin.


Niha sê rêveberên çalak, tevde 8 xebatkarên me hene. Wîkîpediya belaş e. Lewma herkes dikare hesabekî xwe çêke û tevlî me bibe. (Yên ku dikarin bi kurdî binivîsin!)

Kurdîgeh: giringiya Wîkîyê ji bo kurdan çi ye


Girîngiya wîkiya me wekî min li jor mînak dayî, zimanê me ne serbest e lewma xetereyeke mezin heye ku ji aliyê gelek kurdan ve werê ji bîrkirin. Hinga em li mirovên cîhanê dimeyzênin hemû pêşî bi zimanê xwe tiştan fêr dibin.

Çima kurd , bi kurdî fêr nebin?

Bila kurdên me bes herin pêşî bi zimanê tirkî, farsî, erebî, almanî an îngilîzî li çavkaniyan meyzênin. Bila pêşî kurdî bikarbînin! Ji bo vê jî wîkiya me şansekî mezin e. Lewma divê em wê pêşde bixin. Em wisa bikin ku hinga kurdekî xwest di derbarê erdnîgariyê, zanistê, werzişê de tiştekî fêr bibin, bila wîkiya me alîkariya wan bike.

-----






Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...