Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[kovar] hejmara 6ê ya kovara Pêngavê hat weşandin
2011-11-16 23:18
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Ji Pêngava 6em Merheba!

Beriya destpêkê dixwazim bibêjim serê gelê Kurd û gelê Wanê
sax be û Xwedê metanet û sebrek bide wan û wan li vê dinê bi
tu awayî şepirze neke. Ji ber ku Pêngav jî tam di vê hengameyê
de derket dibe ku ji aliyê berpirsiyariya xwe ya bo zelzeleya Wanê kêm mabe. Ger kêmasiyek me hebe bibexşînin, her
wiha em wek Koma Kovaroka Pêngavê vê hejmarê diyariyê
ruhê gelê Wanê û gelê Kurd dikin.

***



Piştî sê mehên germ, piştî demsaleke havînê, ji bo me xwendekaran
piştî betlaneyeke dûr û dirêj, em dîsa bi Pêngaveke
têr û tijî li ber destê we ne.

Di vê gavê de zêdetir tişta ku dê
bala xwendevanan bikişîne, nivîsên li ser tibê ne bawer im.

Bo van xebatên giranbiha destxweşî ji Komxebata Zanîngeha
Çûkûrovayê dixwazin û bang li zanîngehên din ên ku beşa
bijîşkiyê dixwînin dikin û dibêjin de kerem bikin hûn jî
çirûskek pêxin.

Pêngav di serî de jî bi îdiaya xwe yê zanistî derkete pêşberî
we xwendevanan û bi wê şiklî dewam dike her biçe dê bi
awayek xurtir dewam bike. Lêbelê ji ber ku nivîskarên me
yên ku têgehên zanistî bi kar tînin ne zimanzan in dibe ku hin
çewtî û şaşiyan bikin. Bo çareseriya vê rewşê jî em dixwazin
zimanzanên me Kurdan, heger Pêngav bigihêje destê wan, van
şaşiyan rast bikin û ji bo zimanekî pak û rewan me haydar bikin.

Taybetiyek din jî ji bo me xwendekaran ew e ku divê em di
zanîngeha ku tê de dixwînin bibin stêrkekê “bi Kurdî diçilwile”
da ku em xwendekarên Kurd û yên xwe bo Kurdî diêşînin li
devdorên xwe bicivînin.

Sed heyf ku îroroj di nav xwendekar
û ciwanên me Kurdan de zimanê tirkî serdest e. Sed heyf ku
îro ev ciwanên me ji suhbetên xwe yên rojane bigirin heya
nîqaşên li ser mijarên curbecur bi zimanê Tirkî dikin.

Sed heyf
ku em Kurdî binçav dikin û ji bo suhbetên wiha natemam
dibînin. Divê em ji bîr nekin, bo zimanekî ava heyatê axaftin e.

Dîsa jî divê em ji bîr nekin ku ev barê han li ser milê me ye. Ji
bo jiyaneke bi Kurdî divê em xwe biêşînin. Lewra samîmiyet di
êşandinê de eşkere dibe.


Kovaroka Xwendekarên
Zanîngehan
a Zanistî,
Wêjeyî û Hunerî

Redaksiyon
Kenanê Nado

Koma Pêngavê
Gernas, Îmad Bernas, Mem Jan, Şevger Cîlo,
Peyrew Ronî, İsmetullah Özdağ, Omer Faruk Baran,
Bawer Ronahî, Nûhat Deştî, Nazê Bawerî, Eliyê Xanê,
Fûad Hemedxan, Mam Selam, Şadê Agon, Kenanê Nado

Gava şeşemîn
Dîrok
Payîz 2011

xwendekarên pênGAVîst ên kurdîhez! li stenbolê, hêjmara şeşemîn a pênGAVê hûn di...karin ji medya kitabeviyê(taksim), ji şahmaran cafeyê(taksim), ji hîvda iletişimê(laleli), ji nûbiharê(laleli) peyda bikin..
û ji tûrikên gelek xwendekaran...

-----






Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...