Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[konser] Neh hûnermendên kurd dê di 25.11.2011ê de li bajarê Kolnê yê Elmanyayê ji bo piştgirîya xelkê Wanê, konsertekê bidin.
2011-11-19 12:32
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Neh hûnermendên kurd dê di 25.11.2011ê de li bajarê Kolnê yê Elmanyayê ji bo piştgirîya xelkê Wanê, konsertekê bidin.

Di 23.10.2011ê de li bajarê Wanê yê Kurdistanê erdhêj çêbûbû û di erdhêjê de bi sedan niştecihên Wanê miribûn û bi sedan kes jî birîndar bûbûn, ew kesên ji erdhêjê xelasbûyîn jî bê mal-û-hal li derve mabûm ko heta niho jî piranîya wan kesan li derve ne û hewceyî piştgirîyê ne.

Li gor hûnermendê kurd Nîzametîn Ariçî ji Kurdîgehê re ragihandî, neh hûnermendên ko dê di konsera ber-behs de stranan bibêjin û bi konserê piştgiriyê bidin Wanîyan ev in: Nîzametîn Ariç, Xêro Ebas, Beser Şahîn, Brader Mûsîkî, Ganî Nar, Delîl Dîlanar, Zele Mele, Evîna Welat û Zeynel Aba.

Hejmara telefonê ya ji bo têkilîya digel amadekarên konserê: 0170 23 44 264






Kurdîgeh – Miradê Gundikî