Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] Li Çirûsînên Şîn Bilûse
2011-11-22 12:12
:: Xecê OMERÎ
info@kurdigeh.com
Li Çirûsînên Şîn Bilûse

Kişfa pêşîn !

Bi çarlepikan bû,pêlîstok bû jîn…

hê bêhna şîr ji devê bûneweriyê dihat


Kişfa dûyem !

Bi çar gavên pîkolî

Li ser pişta qozeqerê lîstok bû jîn…

Bi per dibû difiriya bi refên hechecîkan re

Bi coş dibû difûriya bi bandana dikê sibê re

Di bin qozeqerê re dibeziya ,

Û digihişt xweziyan…


Û kişfa sêyem!

Bi dilê ewilî re, ba û bahoz bû jîn

Ji ser pişta qozeqeran qûlopanî hev dibûn Zîn,

Û dişikiyan…

Dişikiyan!.

Awêneya baweriyê dişikiya…

Lê bêcebarî dicebirî bikemilînê.

Û jîn…

Dîsa li çirûsînên bi şîn dilûse…


24.04.2011

Xecê Omerî

-----






Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...