Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] evînên ji ber çûyîn
2011-11-22 23:53
:: Pezkûvîyê CÛDÎ
info@kurdigeh.com
Wê nîvê şevê
Li wê çolistanê
Li erzê mew’ûd, li milkê bavê

Te
Ji nav ranên ramanên serxweş
Xwe li bin guhê
Heyînê wer kir..

Bavê te
Wekê kalemêrên
Bi derba zemên ketî
Li kêleka şevê rûniştî
Û pal dayî bîra xwe ya zingargirtî
Strana qederên xelitî dilorand
Li ber guhê te..

Û diya te
Wekê keşejinên
Bi maçekî bêhemdî ber girtî
Li rondikên poşmaniyê avis
Bi awirên ko
Navika te ji xwe dikir
Û bi ‘ber’ê xwe
Xwe diricimand..

Nalîna te a pêşîn
Wekê kalîna berxên berşîr
Ku ji guhanan nû hatîne birîn
Tî û tenê..

Vê destê sibê
Di nav pancikên
Ji xwûna keçkaniya diya xwe
Li goristana ‘kuştiyên ve-nemirî’
Wekê şeytanqûnîyên
Bi şewba reenkarnasyonê ketî
Li rastiya xwe digerî
Û digirî..

Pezkûviyê Cûdî

05. 11. 2008 / Kavilistan

----






Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...