Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[lêkolîn] Xemên evîndaran di sitranên folklorî yên kurdî de
2011-12-01 21:26
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Xelîl Duhokî


Di dîroka toreya kilasîka kurdî de, gelek berperên zêrîn hene, ku ne cihê serbilindî û serfiraziya gelê me yê hêja ne û bes, belku piçkeka biha û girîng e ji bizava hemî mirovatiyê. Ev çenda he, ne her ji wan berperên şox û şeng xuya dibe. Belku gelek dîroknas û edeb dostên biyanî jî, ev rastiye ya eşkerakirî û tora kilasîka kurdî li rêza bilindtirîn û berfirehtirîn edeb û kultura cihanê yê danay, nemaze folklora kurdî ya pirr binirx.(1)

Dîsa zimanê kurdî di vê meydanê de gelek dewlemend, mezin û payedar e. Her nifş ji hebest, lawik, heyran, serpêhatî, çîrok û lîztikan dagirtî ye. Kurd ji biçûkayî ve zarokên xwe hinî van tiştan dikin. Hêj di dema pêçekê de, dê ji wan re dilorînin û dîrok, stiran û çîroka dibêjin. Ji lewra zarokên Kurd xudriste hozan û hişyar in, dengbêj û çîrokvan in. (2)

Folklora kurdî deryayeka mezin e, em dê bi rûbarekê de cîne xwarê û cokeka bicûk helbijêrin. Ew jî stiranên folklorî ne. Helbet em li ser gişt renga, ciq û takên stiranan napeyivin. Lê belê; em dê li ser tayekî zirav axivîn.

Berî ku em biçîne di nav cergê babetê xwe de, em bi fer dizanîn ku tişekî li ser stiranê û destpêka wê bidin xuyakirin. Evca stirana folklorî çi ye?
Elikzander Kirab dibêje: “Stirana folklorî hozaneka awazkiriye, lê bineciha wê berze ye. Di serdema berê de, di nav mirovên nexwendewar de ya belavbû, niha jî sax e û berdewam diête vegêran.” (3)

Ritçart Vayis dibêje: “Ne ew e ya ku gelî çêkirî, belku ew e ya ku gel distire, vedigêre û hindek armancên ew pêdivê bi cî diîne.” (4)

Corc Hirtisoc dibêje: “Ew e ya ku di nav komelê millî de belavbûyî û hozan û awazên xelkê gunda digire, bi rêka zardevî û veguhaztinê diête gotin, bê ku bête nivîsîn û çapkirin.” (5)

Diktor Ehmed Mirsî dibêje: “Ew e ya ku ji binaxekê millî derketibe, di nav xelkê de bête vegêran û biçe nav kûratiya dilên wan.” (6)

Hindek zana li ser wê hizrê ne, ku stiranên şivantiyê kevintirîn rengê stirana ne. Çinku bi hizra wan, şivantî ji çandiniyê kevintir e. Her wesa di zanista folklornasiyê de, du hizrên cuda li ser destpêkirina stiranê hene, ku her yek xwedanê xwe digehîne baweriyeka felsefî. Bi hizra hindekan stiranên şuxl û kar kevintir in, bi ya hindekên din yên ayînî...” (7)

Welê Elikzander Kirab hizreke din eşkera dike û dibêje: “Piştî pêşketina jiyana komelatiyê, çendîn ta û çiq ji stiranê çûn û peyda bûn. Her wesa stiranên şuxl û kar, di dema destpêkirina karê pêkhatî de peyda bûn. Lewra stiranên evîniyê, kevintirîn reng e.”

Heta niha çi zana û folklornas negehiştîne baweriyeka zanistî û çi belge neanîne, ka çi rengê stiranê kevintir e ji yê din. Lê belê; her yekî li gor bîr û baweriya xwe, destnîşana serdema peydabûna stiranê kiriye. Li vêre ji bo me xuya dibe ku stiranên şuxl û kar diçin dema destpêkirina karê pêkhatî. Yên çandiniyê, dema ku mirovan dest bi çandiniyê kirî. Yên ayînî, dema ku mirovan tiştek diperrist. Yên şivantiyê, dema ku mirovan ji bo pêdiviyên xwe pez û mer xwedî dikirin. Yên evîntiyê, dema ku du dilan xwe didan êk. Lê belê ev çende jî hêşta pêdivê vekolîn û li dîfçûnê ye.
Stirana folklorî gelek hêsan e, ku pirraniya xelkê tê digehin. Dibe awaz dimukim bin, lê kêş û pîvan di gelekan de ne diristin. Her wesa pirranî bi selîqe û awazekê nayên gotin.(8) Weheye stiranek li devera Botan bi peyv û awazekê bête gotin, lê her ew stiran li devera Badînan guhartin bi ser da bêt. Sedema sereke ku ji berê û taku niha kar li ser mana stiranê kiribe û ji berzebûnê parastibe, ew e ku stiran ya berdewam e di gotin û vegêranê de û dema borî bi ya niha ve girê dide. Li vêre rûbarê stiranê diçe û çi rawestin jê re nîne. Ne ku bi rêka nivîsandin û çapkirinê, belku bi rêka vegêranê, ji mirovekê bo yê din û ji deverekê bo ya din. (9) Lê eger me bivê, em bizanin ka çira stiran mîna xwe namîne û guhartin dikevitê? Ji bo vê cendê gelek sedem peyda dibin û vê meselê xuya û eşkera dikin:
( a. Dema ku stiran diête vegêran û nayête nivîsandin, hingê guhartin dikevinê û weke xwe namîne. Çinku ji mirovekê bo yê din toşê çendîn destkariyan dibe.
B. Gava millet hest dike, çend peyv yan çend rêz xizmeta cih û serdemê wî nake. Hingê bifer dizane ku guhartina bêxe tê de ku hindek giriftariyên din destnşan bike, da ku digel dest û darê wî biguncin û bijîn.
C. Pirê caran pişkeka stiranê jê vedibe û diçe nav rêzên yeka din, ew jî ji çend pişkan pêkhatiye, ku ji stiranên din hatibin wergirtin. Lewra em nikarin bêjin ku, divê stirana folklorî yek babetê êkgirtî hebe, her weku di helbesteka nû de heye. Çinku ferq û cudatiyeka mezin di navbera herdukan de heye, çi ji layê naverokê ve û çi ji layê encam û formê ve be.
D. Sedemekê din heye: Ew jî ew e ku danerên helbest û awazên nas û xwedînav çend guherînekan tê de dikin. Çinku ew wisa hizir dikin ku destkarî û guhartin dê stiranê bilind kin û pêtir xizmeta wan ête kirin.
Ev hemî nabin sedem, ku stirana folklorî bi pêş bixin, ku digel rêveçûna vî serdemî biçe û ji nan çarçova navxweyî derkeve û bigehe pile û piyeseka bilindtir. Lê belê çend guherînekên biçûk in, li dîf destûdarê civakê û pêdiviyên wê dikevin tê de, wek guhertina peyvekê yan ristekê ji stiranê.)(10) Stiran bi bûna mirovî ve girêdayî ye, her helkeftineka çêbibe dê ahengek ête gêran û stiran êne gotin. (11) Her weku zarok ji dayik dibe û dikeve nav dargoşê û fêrî rêveçûnê, yarî, henek û axiftinê dibe. (12) Evca stiran peyda dibin. Her ji yên laylay, cencerê, şeveroka, destarhêranê, cuhnîqutanê, bêrê, mazîçinînê, dirûnê, şîn û serxweşî, dawet û govend, şer û hinerên mêrantiyê, tirsonekî, şuxl û karê çandiniyê û heta digehe stranên evîndariyê, cihê mebesta me. Lê stiranên evîniyê jî, çend ta û çiq jê diçin. Em dê çiqekê wergirîn û vekolîn. Ew jî ev e: “Xemên evîndaran di stiranên folklorî yên kurdî de.
“ Eşkera ye ku di serdema berê de, cihê jinê ji yê mêrî nizimtir bû. Her çi heyî û neyî di destên mêrî de bûn. Her çi fermanek daba, kesê nedikarî li dij raweste. (13)Lewra ev rengên stiranê, jiyana evindarên wî serdemî dide xuyakirin, ka çewa di rewşek nexweş de dijiyan! Ka çewa edet, rewişt û toreyên kevn, fermanên bab û bira, peywendiyên mirovaniyê, kiryarên bekrok, fesad û malê dinê, kosp, asteng û stirî dikirin di rêka xweşî û bextiyariya wan de. (14) Dîsa di ayînê musulmanan de ku pirraniya Kurdan ew in, jin nagehe pileya zelamî. Di dabeşkirina deramet û malî de, du pişk yên zilamî ne û pişkek ya jinê ye. Di gewahiyê (şahidi)yê de, zilamek bi du jinan ne. Her wisa mirovên ayinî berdewam dibêjin û vedigêrin: “Ew jina ku zilamê xwe dilxweş dike, ew Xudê jî razî dike. Hingê cihê wê, bihişt e!” Ev çende, dibe sedem ku jin bi hemî fermanan razî be û çi berevaniyê ji xwe neke. Her wisa gelek gotinên mezinan jî dibine palvedan, ku keçeka xwedan xalê çak û xweşmirov bînin: “Xalî biceribine û paşî keçikê bîne!” (15) Yan wê keçê bîne ku xwedan kes û karên jêhatî be:”Berê xwe nede jinikê, berê xwe bide mirovên wê!” (16) Lê digel gişt kosp û astengan jî, evîndaran hest û bîrên xwe derdibirîn û bi baweriyeka mukum, bi dilekî fireh, azar û kovanên xwe divehandin, awaz ji bo dadinan û dikirin stiran. Di govendan de, li bêderan, di rê ya kaniyan de, di şeverokan de digotin û şax û daxên welatî vedigêran. Em dikarin bibêjin, ku heta niha, çendîn asteng nehatine ji navbirin û derd û azarên evîndaran nehatine çareserkirin. Lewra daxwaza nehêlana wan dikîn. Em jî dê bi vê rûdanê dest bi babetên xwe kîn.
Keçeka şeng û şirîn di biharan de yarî û henek digel kar, berx û şivanan dikir, li deşt û zozanan digeriya û seyran dikir. Digel qolên bêriyê nêçîra dilên xort û lawan dikir, şax û dax, zevî, bîstan, rûbar û kanî bo digirrnijin. Şerpeze û posîde bû. Kete ber hing û dingên derd û xeman. Ji welatê xwe dûr bû û hêviyên wê mirin. Paşeroja wê têkçû û pirojên jiyana wê serûbin bûn. Kaniya jînê lê hişk bû û av tê neza. Dinyaya xweş li ber çavan reş bû û tam tê nema. Dilê geş çirmisî, rihên pîriyê xwe di serûçavan werkir, kul û kovanan sewdaser kir û jîn lê kir dojeh. Daxwaza karekê mezin nekir, tenha diviya ku neête firotin. Diviya ku bibe kevaniya xortekê di dem û penga xwe de. Çi li lawê mîrê ecemokan bike. Lê xuya ye pêwendiyên eşîrtiyê û berjewendiyên derebegayetiyê hemî rê li ber keçê girtibûn. Kovan û xem didaîran û wê çi rê nedîtin ku xwe pê rizgar bike. Keçik daxwaza mirinê ji bo babê xwe nake, lê bi tenê nifiran dike, çinku keçê diviya ku babê wê jî mîna wê, rojê sed carî bimire. Ev e jî mafê wê bû, çinku çi ji neviyanê nexweştir nîne, çi ji hindê bi jantir nîne, eger zulm û zor li mirovî bête kirin û tiştek ji mirovî neyê û mirov nikare berevaniyê ji xwe bike. Fermon van çend malikên stirana ku, keçikê bi babê xwe gotîn, bixwînin:

“ Babê mino, tu xêrê bikî, xêrê nebînî.
Sed tixarên genimî bavêjî, li şûnê zîwanê bi helînî.
Kodekê feqîriyê hilgirî, li hezar û sed û yek mala bigerînî
Hebeka zadî bi çavê serê xwe nebînî.
Te çewa ez nedame kurek di hîn û penga min da
Te ez dame kurê mîrê ecemoka.
Dilê min rebena Xwedê dixwaze koçeriyê...” (17)

Keçikê diviya ku bi keyfa dilê xwe xortek helbijartiba û diviya ku ji jiyana koçertiyê dûr nebûba. Çinku qesr û malê dinê, bo wê xweşî peyda nedikirin. Lê belê ev e fermana babê wê bû. Lewra barê wê giran bû bû û çêj û xweşî di jiyana wê de nemabûn. Erê; ma çi ye eger mirovî serbestiya xwe hebe û biryarê li ser meselên wisa bide û paşeroja xwe hilbijêre!

Keçik hez ji kurkî dike û bi şev û rojan di hizir û texmînên wî de dijîtin. Divê xwe bigehîne wî û destên wî bigire û herdu biçin kenarê tenahiyê. Lê mixabin nikare?! Çinku hêzeka din li beramberî evîna wê rawesta ye û jiyana wê têkdaye. Ew jî fermana bab û biraye. Rewiştên kevin û nejêhatî, mejiyekê zuha ye. Keçik ne dikare li dîf gaziya dilê xwe biçe û ne jî dikare evîna xwe binax bike. Keçik dibêje:

“Lawikê min yê çûye dawetê li xerîbiyê
Tirsim werîsê xwe bavête baqê tembeliyê
Heke tirsa bab û birayê min neba
Ez a dakevime pêşiyê.” (18)

Hewe xwend, van herdu hêzan çewa, jan û derd bo keçikê anîne û hêviyên wê hinda kirine. Me divêt bab û hira nebin kosp û kelem di rêya xweşî û serbestiya keçên xwe de. Her çende di mişe ne, ew kesên daxwaza serbestiya jinê dikin, lê hindek ji wan bixwe jî, wê di nav çar dîwarên malê de girê didin û nahêlin ronahiyê bibînin û di civat û bajarvaniyê bigehin.

Em biçin di deryayeka pirr xem û kovan de. Ew dilê ku evîn neçûbê, bila biçirmise. Belê pa me evîna rast û dirust divê, ya bê fêl û teşqele, bê diserdabirin û xapandin. Evîn, karekê hindî bêjî mirovatî ye. Evîn xweş e, eger li ser armancên mukum bête avakirin. Bi hizra min evîn keştiyek e li ser deryaya êş, jan û xweşiyê diçe. Mirovê evîndar li ser wê keştiyê ye. Yan dê keve ber pêlên derd û xeman û nexweşî û giriftarî êne serî, yan jî dê derbazbe û gehe kenarê xweşî û tenahiyê. Evîn rêyeke pirr hov û dirinde ye, nemaze li nav gelên paşketî. Erê evîn ho ye, mirov di nav de yan şêr e yan pepo jî ye. Evca vê perça stiranê bixwînin:

“Heyran jaro!
Sed cara min gote te: Min birevîne! Te kir yarî.
Şevê dî xazgînî hatin li mala babê min rebenê
Hindek bi peyayî û hindek bi siwarî.
Min xwe hêdî hêdî kêşa ber taqikê dîwarî.
Min ê li babikê xwe kirî guhdarî.
Babê min digot: Keça min ne bi sedanî
Ne bi du sedanî, keça min bi hezarî!
Min go: Babê mino tu guh nede malê dinê çi nîne.
Tu nebêje Heyran feqîr e û kesê xwe nîne.
Tu pîremêrekê jar î
Ixtiyarekê gunehkar î
Belku tu min ji axreta xwe re
Ji Heyranê qurban re bikeye diyarî.” (19)

Erê ev jane ji egera nezanîn û tênegihîştina babê keçê bû. Hêvî û armanca babê wê, pere bûn. Her çend keçik amade bû ku kurik wê birevîne, lê kurikî ew yek nekir. Çinku wî dizanî dê çendîn girîftarî kevine di rêya bextiyariya wan de û keçik nerevand. Lawikî evîna xwe gorî kir, da ku xwîn neête rijandin. Temaşayî vê berêxwedana mirovatiyê bikin, çewa xwe di mejiyê evîndarên Kurd de xuyadike: Kurik evîndar e, yarî û henekan nake, nevê serê keçikê bikeve ser balgehê kesekê din. Erê; wî divê, jiyana xwe dozex bike, da ku jiyana çendîn kesên din têknede. Ji aliyê din ve, keçikê dizanî ku babê wê dê wê havêje mezada kirîn û firotinê. Lê çi jê nayê û hêviyên wê têne serjêkirin. Çinku peran çavên babê wê tarî kirine. Her çend bab pîremêr e û jiyana wî ber bi dawiyê diçe, lê dema serê peran tê xuyakirin, hemî rengên mirovatiyê berze dibin. Me nevê pere bibin egerek ji bo nehêlana evînê, belku pêdiviye em hemî bibin aliyekê alîkariyê ji bo peydakirina bextiyariyê.

“Beko” peyveke hindî bêjî, kirêt e. Ew dijî karên mirovane diraweste û li bin nigên xelkê bêguneh mirinê diçîne. Ew xwe dike dirrik û stirî di rêya serfirazî û bextiyariya xelkê de, kaniyên zelal şêlî dike û her çi karê xirab jê bê dike. Lewra stiranên folklorî ji kiryarên mirovên çepel gelek in. Guh bidin vê perça stiranê, ku kurik dibêje:

“Fenera minê, sibe ye rabe serî bişo, avê merêj.
Bejna bilind bi tenika kirasê melesî
Kezî û bisk berdan, kurt û dirêj.
Işella kula Helebê bikevit nava fesadê gundê me
Bo çi di mabeyna me da fesadî kirin?
Eşiq û evîna min û Fenerê
Hey jaro dilo hêşta ji mêj.”(20)

Di gelek stiranên folklorî de azar û kovanên evîndaran veşartî ne û di kûratiya dilên wan de dikelin. Çinku ew newêrin evîna xwe eşkera bikin. (21) Lê evîndar delîvê peyda dikin û dergehan dişikênin. Kes nikare kolan û cihên gund çavdêr bike. Lewra dema ku xortekê şeyda di ber mala babê narîna xwe re dibûre, dibîne ku narîna wî li eywanê nanî dipêje. Lê dema çavên keçikê bi kurikî dikevin, nanê xwe jibîr dike û rondik li ser sîreta diêne xwarê, digel girkên hevîrî têkel dibin. Dilê kurikî disoje û dibêje:

“Keçê dînê, bejin bilindê, bisk bi têlê.
Tu bizivire û berê xwe bidê,
Nanê te sot li ser sêlê.
Tu bes rondika bibarîne bi hêceta dûkêlê.” (22)

Erê keçik ji keyfa dîtina ezîzê xwe disoje, lê dîsa nikare rabe xwe tê werke û wî himbêz bike. Çinku evîn lê qedexe ye! Kecikê didin mêr, bê ku hizr û bîrên wê li ser hebin, bê ku bizane ka zava kî ye! Çewa di jiyanê digehe, ha dibîne ew mar kirine û veguhaztin. Çinku bab û bira ew biryar dane. Lewra evîndarê şeyda û yê dilşewitî, dikeve ber hing û dingên evîneke dijwar û ronahî lê dibe tarî, gulên wî yên jînê hişk dibin û qêrîn û nalîna wî dever pîrr dikirin, dibêje:

“Bi serê min da hatiye pîrepayîzek çenda bi lez û beza.
Taviyeke baranê davête deşta jêrî,
Xirab kirin keprokên tevanî reza.
Sing û berê vê kulmalbabê,
Koz û pawanê destên min bûn
Evca dilo rebeno, berê xwe bidê
Yên ketîne ber mal û mêra
Ber leqan û geza.” (23)

Li vir diyar bû ku keçikê mêrê xwe nevê, çinku wê ne bi dilê xwe mêr hilbijartiye. Jiyana keçikê digel mêrî suxre ye û çi tam tê de nîne. Her wesa mêrê wê jî çi xweşiyê nabîne. Çinku keçik pîtey pê nake û dil û mejiyê xwe jê re venake. Ji aliyê din ve jî evîndarê reben ê şewitî, çi bextiyariyê nabîne. Çiku ji torîna xwe dûr ketiye. Lewre ev hersê kes bûne qurbana xeletiya bab û birayê keçikê. Her çend gelê me ji gelek edet û toreyên xwe yên kevin û kirêt qurtal bûye, lê mixabin ev renge giriftariye hêşta li welatê me peyda dibin. Me bawerî heye, ku ew jî dê rojekê binax bin. Lê xebat û bizaveke germ divê.

Xortek di agirê evîneka bêhêvî de disoje, çinku şengezeriya ku wî hilbijartî, çi pîtey bi wî nake û dilê xwe bo venake. Ev reng evîn, ji aliyekê bi tenê ye. Lewra xem û kovan behra kurikî ne û her ew bi tenê şewitî û kuzirî maye. Me evîna hosan nevê. Çinku evîna ji aliyekê, bêhêvî û bêomîd e. Kurikî divê ku jiyaneka bextiyar bijî, lê bê keçikê bi cî nayê û kêra evînê gehiştiye hestî, birîn di laşê wî de pirr bûne û gêsinê kovanan dil lê kelaştiye û ew kiriye pîremêrekê heftê salî. Belê; kovanên kurikî di vê stiranê de rind eşkera dibin:

“Sewdaliyê, sed cara min got eman.
Te got neman.
Goştê laşê min heliya, bes hestî man.
Te ez kirim pîremêrekî heftê salî,
Pidî û didan di devê min da neman.
Te ez kirim masiyekî dermandayî
Havêtim binê behran.
Te ez kirim porekî perqusandî
Berdayime bestan û çeman.
Hêlî yeman.
Babo yeman.
Dayê yeman.” (24)

Bo çi lawikî xwe avêt di derya evîna keçê de? Ew dizane ku dê xeniqe. Bi hizra min, bila bisoje. Me nevê evîn ji aliyekê be, divê ew ji mejiyên herdukan derkeve û ji kaniya dilê wan bizê.
Dema dilê mirovî tiştekê dixwaze, divê di gavê de ew bête amadekirin. Lê dem rawesta ye, digel guherînê bi rê ve naçe û serbestiya mirovî jî tuneye, di dest û piyên mirovî de zincîr hene. (25) Li vêre ev çende mirovî didanite ber du çareserkirinan, yan mirov dest ji daxwaza dil berde û xwe jê dûr bike, ku ew jî dawiyeka pirjan e, yan jî dijî hemî stirî û durkan raweste, giriftariya bi singekê fireh wergire. Eve jî ji hemî kesî nayê. (26) Kurik feqîr e û keçik ji binemaleka mezin e. Lê êdî kurik nikare dûrî delala xwe bijî. Ew astenga dişikêne û rojeka pirr serma, bi baran û barove radibe û qesta mala keçikê dike:

“Ay lê nezanê!
Şeveke sirr û sar bû
Şevên kanîna bû
Min kir û nekir, min debar nekir.
Kilîla dergehê mala babê nezanê
Ji pola û mifreq bû
Min bi tiliya xwe ya şehdê vekir
Min destê xwe li ser gerdena sor û sipî kir.
Min devê xwe di neqeba cotê memikan kir.”(27)

Diyar e ku tirs, lerz û mirin cihên xwe di dilê mirovên evîndar de nabînin. Asteng û kelem neşên rêya li ber yên xweragir bigirin. Dê xwe ji bo gaveka xweş digel şirînê, dete gorîkirin. Kurik di kêf û xweşiyê de sewdaser bû û dinya jibîr kiribû. Kurik dibêje:

“Xwedê mala dîkilê şevê xira bike
Hisaba xwe berze kir.
Çend şivan, gavan û xizmetkarên babê nezanê
Li min û bejnika bilind kar kir.” (28)

Şivan û xizmetkarên babê keçikê bi kurikî hesiyan, ku ew digel xanimê ye. Evca dê kurik çi ke? Lê keçikê lihêfa xwe di kuleka dergehî rakir û ji evîndarê xwe re got:
“Hilo bireve û xwe ji destên wan qurtal bike. Nexwe wê min û te bikujin!”

“Belê pa leîb û lîtên nezanê gelek bûn.
Destê xwe havêt lihêfê û di kuleka dergehî rakir.
Kuro dîno rabe xwe xelas ke,
Ez ê bêjim, hawar e diza lihêfa min bir.” (29)

Lawikê evîndar ew hinêre kir û daxwaza dilê xwe bi cih anî û zivirî gundî. Lê her kes nikare vê çendê bike. Eve jî ne rêyeka rast û dirust e, belku hewildana evîndarekê ye. Lê wî hizra mirinê jî kiribû û dîtina Nezanê, ji xwe re kiribû armanc. Mirov ji bo armanca xwe, diête helawîstin. Lewra mirina di rê ya armancan de serfîrazî û serbilindî ye.
(Di civaka me de, mirov bi van renga ne:
a) Yek, bêaqil, bê taqet û şiyan e, her rûdaneka di civatê de çêbe, pê razî dibe. Mirovê hosan jiyana xwe berze dike û dibe kevirekê bê hiş, civat jî çi sod û mifayî jê wernagire. Heke mirovên hosan mişe bin, civat dibe kelekeka ji beran û çi guherîn û pêşveçûn çênabin. Yê din, nerazîbûna xwe beramberî hemî rûdanên civatê diyar dike û diçe nava kundirekê, xwe ji xelkê dûr dike û dibê: “Ne çi civat e û min ev navê.” Ew ji xewnan, cîhaneka taybetî bo xwe çêdike. Yê dîtir, aqile di civatê digehe û bi hemî fermanên wê razî dibe. Piştre li pey zanîna xwe dixe teraziyê. Mirovê hosan rexnegir e û sûdekê digehîne civatê. Çinku dixwîne, dinivîse, dipeyive û şuxl dike. Piştî ku xirabî û başiya ji hev cuda dike, diçe nav cergê civakê û derdikeve. Me jî mirovên hosa divên, da ku civata me bête guhartin û bi pîş ve biçe.) (30)

Dema ku mirov dikeve deryaya evînê, mirov dizane ku dibe evîn mirov bibe mirinê jî. Wesan hizir tê kirin, ku jiyan bê hevdu mirin e. Lewre pêdiviye ku dijî hemî kotek û zorê raweste. Nemana bi hev re xweştir e, mirin jî ji bo bicîkirina armancan serfirazi ye. (31) Evca ji ber vê çendê, evîndar beşdarê hemî xweşî û nexweşiyan dibin. Çinku evîna wan, ya paqij e. Her êk hemî gavan pêdivî yê din e. Hemî demê amade ne, ku xwe di rêya evîna xwe de gorî bikin.(32)Kurik dibêje:

“Sebr û mala minê, sibeha îdê
Bejn û bala te ya zirav ji avê tê.
Bêhna gul û çîçeka, sihara sibê ji bejnê tê.
Xelkê digo: Karwanê Hacî Bedran Axa ye
Ji xopana mîrata zozanê Şerefdînê, ji pira Batê tê.
Wele xelkê digo: Karwanê Rişmilî û Qubala ye
Ji xopana Diyarbekrê, wa ye jor tê.
De were da te bireîvînim
Em xwe bavên mirata Qurtelan,
Lingê xwe deynin Sêrtê.
Wele bila car dî
Mirina malxerab li bira kê tê?” (33)

Kurik amade ye, ku keçikê birevîne. Çinku birîn kevn e û derdekî giran vêketî ye. Çîroka evîna wan jî dirêj e. Bi hizra wî çare, revandin e. Lê kurik feqîr e û ji binemaleka bêxwedan e. Yan jî pirr sedemên din jî hene. Ew axîna radihêle û dibêje:

“Eman gulê
Baran barî, çirke çirk e.
De tu rabe mehînê bîne û canîkê li dî ke.
Xwezî ji xêra Xwedê ra
Evroke bejna bilind, bo min ba mal û milk e.”(34)

Rast e ku derdê feqîrtî û hejariyê giran e. Hezretî Elî gotiye: “Eger feqîrî mirovek biya, dê min bikuşta.” Niha ne kurik dikare xwe bigehîne dosta xwe ya nazenîn û ne jî kes cabeka xêrê jê ra dişîne. Lewra serê wî diêşe û dilê wî bi jan e. Kurik dibêje:

“Serê min diêşe dilê min pê ra.
Kesek xwedanê xêra tune
Cabekê bibe taxa jorî ji dostê ra.
Xwezî yekê mîzgîneke xêrê ji min ra baniya bigota:
Dosta te hat û hekîm pê ra.(35)

Em dê vekolîna xwe bi stirana Derwêşê Ebdî bi dawî înîn, ku şakarek e û giriya mirovî diîne.
Derwêşê Ebdî, diçe mala şoxa xwe, lê mêvan li mal pir in û li gor edetên kurdan jî, qedr û bihayê wan gelek e, ew jî bi qehwegêranê ve mijûl dibe û nagehe awrekê li delalê dilê xwe bide. Êdî Derwêşê evîndar, dixeyide û diçe. Hîngê dilê keçikê dişewite û rondik mîna tavyên baranê ji çavan dibarin. Keçik axînka radihêle û bi dilê şikestî, cardin wî mêvan dike û ya berheve ku her tiştî ji lawkê xwe re bike û dibîje:

"Delalê min way delal
way nemînim, lo lo delalo!.
Derwêşê dilê min sil bû,
li derê mala babê min peya bû.
Xwedê xira bike,
destê min ji agirê cigarê û ji fincana mêvana lawo xalî nebû.
Ew gav Derwêşê dilê min xeyidî lawo ber bi mal bû.
Keçika cîrana ji min re mizgîniyekî nexêrê danî
lê lê delalê, Derwêşê te xeyidî ber bi mal bû.
Ew gav, çavê min fenanî taviya berf û baranê,
ji hêstira xalî nebû.
Nemînim. Nemînim, lo lo delalo…
Delalo Derwêşo, were mala babê min bi mêvanî.
Ezê ji Derwêşê dilê xwe re, deynim kulavê Xorasanî.
Ezê ji Derwêşê xwe re, serjêkim mîha sora ser beranî.
Gava kopekê babê min, pîre deyika min gotin:
Kanê mîha sora ser beranî?
Ezê bêjim: Korbûno, şivanê me lawê xelkê bû
şev tarî bû, gora xar, ji çolê neanî. "36))

Birastî hindî em li dîf stiranê biçîn û vekolîn, dawî li kovan, xem û azarên evîndaran nayê. Çinku pirraniya stiranên evîniyê, ji vî rengî ne. Lewra tev bi axîn û kul in, qêrî û nalîn in, hewar û gazî ne, xwezî û hêvî ne. Lê me hêvî heye ku em karibin beşek xemên evîndaran pêşçav bikîn. Armanca me, nehêlana wan e û xizmeta gelê me ye.



ÇAVKANÎ

1. Rojnama Hawkarî, jimare 372.
2. Folklora Kurdî, Cegerxwîn, weşanên Roja Nû, Stockholm, 1988, rûp 6.
3, 4, 5 û 6. Dr. Ehmed Mirsî. Stirana Millî, pirtûkxana Rewşenbîrî, desteka gişt ya nivîsîn û çapkirinê, rûp 43.
7. Dr. Izedîn Mistefa Resûl, Edebî Folklorî Kurdî, Bexda, 1970, rûp 59.
8. Elikzander Kirab, Zanista Folklorî, Dezgeha Nivîskarê Erebî ji bo çapkirin û belavkirinê, Qahîre, wergêra Ruşdî Salih, rûp 259.
9. Dr. Ehmed Mirsî, rûp 19.
10. Her ew çavkanî, rûp 19- 21.
l1. Her ew çavkanî, rûp 43.
12. Her ew çavkanî, rûp 50.
13. Tilmastiyan Akreyî, jin û cihê wê di şaristaniyeta Dola Rafîdeyn de ,Wezareta Rewşenbîrî û Hunerî, Îraq, rûp 5.
14. kovara Kora Zanyariya Kurdî, bergê du yê, beşa yekê, 1974, rûp 745- 746.
15. Toma Buwa, Digel Kurda, rûp 54, dezgeha gişti ya rewşenbîrî ya kurdî, wergêrana Awaz Zengene, Bexda, 1975.
16. Her ew çavkanî, rûp 53.
17. Vegêrana Arif Reşîd, ji bajarê Amêdiyê ye.
18. Ji kasêteka stiranbêjê kurd Xidir Umerî.
19. Ji kasêteka stiranbêjê kurd Mecîd Zaxoyî.
20. Ji kasêteka stiranbêjê kurd Xelîl Bakazî.
21. Gotineka mezinan e.
22. Vegêrana Mihsin Qosan. Helbestvanekê Kurdistana başûre.
23. Her ew çavkanî.
24. Ji kasêteka stiranbêjê kurd Bişar Zaxoyî.
25. Mistefa Mehmud. Îblîs, Dezgeha Zivirînê, Bêrût, rûp 100.
26. Her ew çavkanî, rûp 100 -101.
27. Ji kasêteka stiranbêjê kurd Hesen Umerî.
28. Her ew çavkanî.
29. Her ew çavkanî.
30. Mistefa Mehmud, rûp 100.
31. Her ew çavkanî, rûp 10.
32. Her ew çavkanî, rûp 32.
32. Ji kasêteka stiranbêjê kurd Xidir Umerî.
33. Her ew çavkanî.
34 . Xelîl Bakozî.
35. Ordîxanê Celîlê û Celîlê Celîl. Zargotina Kurdan, Mosko, 1978, rûp 324.
36. Ji kasêteka stiranbêjê kurd Delîl Dilaram.

* Ev lêkolîne di kovara Wan, hejmar 1, sala 1992 ê de, belav bûye.

*****************************