Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] helbesta biharê
2011-12-04 21:53
Zero BEXTEWAR
info@kurdigeh.com
HELBESTA BIHARÊ
Ne qasî xuya dikî rast î
Ne jî qasî xewnên min pêkbîn î rastîbin î


Duh min bihara li paş me mayî dît di nîvê rê de. Bêyî rawestan kulîlk vedibûyan, bi hengên newest. Esman birbisî û li şerê me dinêriya. Avrêla bişînayî silav dida. Biharê hevalek ji xwe re dîtibû. Ew ne ez bûm ne jî tu. Ew ne destê te bûn, ne jî çavên min. Bi tenê ew riyên westî bûn.

Di bajarê dilî de dadgehek xemrî vebû
Navê dozê: stranên xemrî û erxewanên ne gihayî hev bû
Kilamên min ên exrewan
Û lorînên te ên xemrî


Lê bihar digot heman axê we mezin kir. Lê bihar bijan bû, hinek jî xuyanga bêdad. Min nekenand û şerê min giran kir. Pêçikek av ne da li ser lêvên te. Rêberê saziya lêborînê jî bihar bû. Ma, em dê lêborînê jî ji lêborînê bixwazin?

Bûye sibe û ez hişyar im
Çi lezbûna Rojê heye!
Bila berde ku Cîhan bimîne xerîb

Min bi tenêtiyê pir kişand
Tu jî bi tirsa xemgîniyê re rê diçî
Roj bi Cîhanê re dereng mîne ku
Wê çi bibe?


Bihar dibêjê ev ne tevz e. Îro ji rojan de Xecêşem e. Saet ji Xecê diborê heft meh. W’ez di roniya revandiya riya te difikirim. Tu yê dîsa bifikarekî ji min û ez ê nav gotinên bi welatî de lal bibim. Dema bibe sibe ku çûk li aliye te de bên ji min nezane. Min nekarî ez wan bi aliyê te de bifirînim. Dema bibe sibe ku çûk aliyê min de bên ez ê ji te bizanim. Ancax tu dikarî wan bifirînî. Ji kewan heta beytikan, rengorengo…

Ez ev bim û tu bireficî
Li paşiya me de bihar dimîne
Bila bimîne biharek din ew Avrêl…

Selamî Esen
esenselami@hotmail.com


----






Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...