Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest-îronî] ay li mino!!
2011-12-05 14:30
:: Ayhan URMÎYE
info@kurdigeh.com
ay li mino

derdê me pir giran e ay li mino

vey xwedê!! bêderman e ay li mino

nextê qîza giran e zêr buha ne

xurtê me bêjin mane ay li mino

şahîya kurê Miho 100 zêr hatin

deng daye der û dora ay li mino

gel dêje nexta rakin veleh eyîb e

Eyşo got dora min e qebûl nakim ay li mino

kê Eyşê zêr buha ye nayê kirîn

pez babo bifroşe cehnemê de ay li mino

kiçê ma zêr bo çîye jîyan xweş e

ne veleh jaramar e ay li mino

çi bikim pepûka min bê aqil e

nabêje pere nema ay li mino

çi dibêjî bê aqilo tire dîno

100 zêrê fato hene ay li minê

şerma min neêxîne rûyê van de

tu bi xwed zêra bîne ay li minê

lo lavo ez ji fato kêmastir im ?

ez ji vî xweşiktir im ay li minê

ay xwedê ez çi bikim derdê Eyşó

hewar e min jin nevêt ay li mino

Ayhan Urmîye

--------







Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...