Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Kurdîgeh û mebestên wê
2010-12-28 12:24
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
>> info@kurdigeh.com

Kurdîgeh malpera komek ciwanên kurdîhez e. Ti têkiliyên wê bi ti sazî û fikrên sîyasî re nîne û nivîskarên wê dizanin ko sîyaseta herî mezin li xwe û zimanê xwe xwedîderketin e.

Di kurdîgehê de nivîsên bi mijarên ji çand û zimanê kurdî dê bêne nivîsandin.

Pirtirînê nivîskarên kurdîgehê xwendekarên zanîngehan in û ew dê wextê xwe yê kêm ji bo zimanê xwe cida bikin. 31 nivîskarên malperê yên herdemî hene. Hemî nivîskarên wê dê ji herêma xwe mamik(tiştonek), çîrok, îdyom(biwêj), gotinên pêşiyan,lehîstokên(yarîkên) zarokan yên kurdan... hwd bi devoka xwe ya herêmî binivîsînin û kurdîgeh dê wan hem bi awayê devokî û hem jî bi awayê li gor sitandartên zimanî sererastkirî belav bike.

Kurdîgeh dê mijarên ji çanda me yên wek gopal çêkirinê, tevin kirinê, hirî ristinê, conî kutanê, gore kirinê, nêçîr kirinê, dahfik vegirtinê, mêş dozîyê û hwd bi awayek gelek zelal ko bikare li ber çavên xwedevanan vejî, binivîsîne û her dîsa dê bi awayê devokî û yê sererastkirî belav bike.

Kurdigeh, dê bi hinek videoyên kirinên hinek tiştên ji çandê bigire û biweşîne.

Kurdîgeh, dê di binê her nivîsê de peyvên kêmnas û wateya wan binivîsîne.

Kurdîgeh, dê nivîsên li ser zimanî ji malperên cida jî bi awayê çavkanî eşkerekirî li xwe kom bike.

Kurdîgeh, dê nivîsên wêjeyî yên bi zimanên biyanî jî wergerîne kurdîyê.

Kurdîgeh, dê helbest, çîrok, nivîsar û hwd yên nivîskarên xwe û yên nivîskarên mêvan belav bike tenê nivîsên sloganîk û yên ji mexseda wê dûr belav nake.

Kurdîgeh bi vî awayî;
• Dê bibe meydaneka hesplêbezandina pênivîsa ciwanan.
• Dê reng û rûyên nû li nivîs û nivîskariya kurdî zêde bike
• Dê arşîva kurdî ya îdyom(biwêj), mamik(tiştonek), gotinên pêşiyan, yarîkên zarokan û hwd xurttir bike.
• Dê bi komkirina hemî peyvên kêmnas yên di malperê de hatî bi kar anîn ferhengeka peyvên kêmnas amade bike.
Ti mebestên kurdîgehê yên wek rojanebûnê, bi marperan re reqabetgirtinê an tişteka bi wan awayan nîne

Kurdîgehê bi dehan xortên kurd re axaftiye û soz ji wan standiye ko ew dê kêmasî nivîsek bi zimanê kurdî ji kurdîgehê re binivîsînin, gelek xerîb e lê heke kurdîgeh bikare nivîseka kurdî li tenê kurdekê jî be bide nivîsandin, ew gihaye mebesta xwe.

Heke bikare peyveka, tiştonekeka... an jî bûyereka kesekê nezanî lê bide zanîn ew gihaye mebesta xwe.

Têbînî: Em ê gelek kêfxweş bibin ko nivîskarên me yên navdar nivîsên xwe ji me re bişînin û heyina xwe ya li nik me bidin zanîn.

Edîtor: Mirad Gundikî - miradgundiki@gmail.com

Şêwirmendên kurdîgehê;
Şêwirmendê zimanî: Mustafa Aydogan
Şêwirmendê çandê: Mihemed Sanri
Şêwirmendê dadê: Prz. Elî Bayram

Nivîskarên kurdîgehê:
1) Salih Bayram
2) Birahîm
3) Dîyar
4) Ahmet Bayram
5) Memo
6) Miradê Gundikî
7) Tewfîq Bayram
8) Mahîr Bayram
9) Dilşad
10) Emer Sanri
11) Sebrîyê Gundikî
12) Orhanê Gundikî
13) Serbest Bayram
14) Aydin Bayram
15) Elî Bayram
16) Rauf Erdem
17) Birûsk Aryan
18) Ar-da Janxwar
19) Ferhanê Nisêbîn
20) Feyyaz
21) Dilyarê Amûdî
22) Ciwanê Bêşebabî
23) Heyvê Colemêrgî
24) Eminê Banehî
25) Eyup Okumuş
26) Şîrvan Daş
27) Emer Alan
28) Hekîmê Şirnexî
29) Xecê Omerî
30) Gêko Aydinkaya

Hejmara nivîskarên me zêde dibe...