Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[ziman] ’’Zimanê dayikê yê me’’ û ‘’zimanê dayika me’’
2011-12-17 13:39
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
’’Zimanê dayikê yê me’’ û ‘’zimanê dayika me’’

Destpêk:

Arîşe-problem:

Zimanê Kurdî ji ber ko ji bilî Herêma Federal ya Kurdistanê ne zimanê ti desthilatan e, lêkolînên zanistî hindik tên kirin [Herêma Federal ya kurdistanê nû ye û bi texmînî %25-30a kurdîaxêvan lê hene û kurdîaxêvên dî li derveyî desthilatê ne] û her çende li zanîngehên wek Artukluyê ya bakûrê Kurdistanê û zanîngehên dewletên biyanî yên wek Sorbonê hinek lêkolînên zanistî bihên kirin jî, dîsa ji ber desthilatnebûnê li ser hemî Kurdistanê nikare tehsîra xwe bike û bi vê yekê jî lêkolînên zimanê kurdî dimîne bi hêvîya dilsojên zimanê kurdî ve.

Her dîsa ji ber ko bi zimanê kurdî navdarî, pere û berjewendiyên insanane [ko heqê her kesan heye, bi keda xwe hinek tiştên şexsî bi destê xwe ve biîne] nayê bidestxistin û dewletên serdestên herêma kurdîaxêvan[Kurdistan] li dijî kurdîyê tevdigerin, gelek jêhatiyên zimanî xwe nadin ber barê kurdîyê.

Gelek partî, sazî û siyasetgehên kurdan sîyaseta li ser kurdan bêyî zimanê wan, kurdîyê dikin ko ev yek daxwazên mehsûmane yên kurdan bi sîyasetê dikişîne cihekê dî.

[ Nimûneyeka ji bo sîyasîbûna kurdîyê: Li zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê 16 000 xwendekar hene û ya kêm 15 000 ji wan kurd in. Ji bo çalakîyeka daxwazkirina zimanê kurdî bi hezaran kes meşiyane û dîsa dikarin bimeşin, ji sedan zêdeyî wan tenê ji ber ko ji bo daxwaza zimanî meşiyane hatine girtin lê ez yek carê bawer nakim ko ji 15 000 xwendekarên zanîngeha me(Dîcle) 15 kes hebin ko bikarin bi nivîsandina piçekê serast ya kurdîyê xwe îfade bikin. Nemaze nivîskar û lêkolîner hema bêje nîne…hêjayê gotinê ye ko ev qinaeta min e û ev gotin xwe naspêre ankêtekê-jêpirsînekê]

Rewşa zimanê Kurdî û arîşeyên wê gelekê berfireh e, ji ber wê yekê di vê gotarê de em dê hewl bidin bi tenê behsa xebatên zimanî yê dilsojên kurdîyê bikin.

Dilsojên kurdîyê yên ne zanist bi rengekê wek mîsyonerîyê, bi reflekseka sîyasî, bi hestên paqij û hwd bi rengekê erka parastin û bipêşêxistina kurdîyê li ser milê xwe dibînin û xwe didin ber barî.

Problema herî mezin ya wan dilsojan ew e ko wan hemîyan zimanê kurdî ji dêya xwe ya kurd girtine, mamoste û çavkaniya wan ya mezintirîn ew e û dema ko berhemeka li ser zimanî amade bikin nikain xwe ji wê çavkaniya sereke azad bikin. Elmên wan dibe belaya wan.

Ew nikarin ji bo ‘’zimanê dayikê’’ xwe ji ‘’zimanê dayika xwe’’ azad bike. Nayê eşkerekirin ko zimanê dayikê yê neteweyekê ye û yê dayika wî yê herêmekê ye.


[ Nimûneyeka li ser mijarê: Dêyeka Diyarbekirî dibêje ‘’nan bixwe’’ û dêyeka Botanî dibêje ‘’nanî bixwe’’, dêyeka Mêrdînî dibêje ‘’çaya Mirad bîne’’ dêyeka Dihokî dibêje ‘’çaya Miradî’’ bîne û hwd…

Dema dêya Diyarbekirî dibêje nan bixwe lê rehet tê, dema ko dêya Botanî dibêje nanî bixwe lê rehet tê, dema dêya Mêrdînî dibêje çaya Mirad bîne lê rehet tê dêya Dihokî bibêje çaya Miradî bîne lê rehet tê … û hwd û problema zimanî ne cidahiya di nêvbera devokan de ye problem ew e ko axêvên devokan ya xwe rast dibînin û diparêjin.



Lê heke ziman ne yê herêmekê be û yê Kurdistanê be, ji bo wê ‘’î’’ya paşiyê divêt ev pirs bê kirin gelo di kurdiyê de tewang heye an no, bersiv, bêguman e ko dîsa bi lêkolîneka zanistî tê eşkerekirin]

Gelekê li ber çavan e ko ji bo hemî kesan gotin û qaîdeyên li herêma wan tê gotin lê hêsanîtir tê û yên herêmên dî lê zehmettir tê, yanî ji bo xususiyeta kurdiyê bijartina hin gotin û qaîdeyan eşkere ye ko dê ji bo hin nivîskar, zimanzan û axêvên hinek herêman zehmet bê ji bo hinek herêman hêsanî bê, ji ber ko her çi kes bi kîjan gotin û qaîdeyan mezin bûyîbe û pê axiftibe ew lê hêsanîtir tê. Em ti caran nikarin bibêjin ko ji bo xususiyeta kurdîyê-kurmancîyê bijartina hinek gotin û qaîdeyên hinek herêman zimanî hêsanîtir dike an jî zehmettir dike. Her dîsa li gor zimannasîyê her çi kes bi çi awayî biaxive û yên derdora wî jê fêm bikin, gotina wî rast e lê heke em ji bo neteweyekê hizra zimanekê bikin divêt em rasterast li bingehên wî zimanî binêrîn û yekgitinê bi wî awayî eşkere bikin (ev mijar dê di pişka encamê de berfirehtir bê gotin)

Nivîskarên ko ji herêmên tewng û ergatîvî lê qels in, wê qenaetê belav dikin ko tewangên bi îstîqrar kurdîyê zehmet dike.[bêguman e ko li hemî herêman piranîya tewangan tê bi kar anîn lê hênek herêm ji bo hinek tiştan bêyî îstiqrar tewangan bi kar naînin]

Gelek ji wan dilsojên zimanî ji standartbûna zimanî vê fêm dikin[ko ev pirs min bi hevpeyvînan ji 8 nivîskarên herêmên cida pirsî] :

kîjan peyv an jî rêziman an jî qalip piraniya nivîskaran nivîsandibin êdî ew standard e.

Ev bersiv piroblema desthilatdariya hejmarî ya di ziman û edebiyata kurdî de bi xwe ve tîne. [ yanî ji bo nimûne ji Qosarê gelek nivîskar hene û hima bêje hemî nivîskarên Qosarî ji bo zayenda mê tewangê bi îstîqrar bi kar tînin lê ji bo zayenda nêr kêm caran bi kar tînin.

Mesela dinivîsin ko ez çûm mala Osmên[Osmên halê tewandî yê ‘’Osman’’î ye lê dibêjin ez çûm mala Mistefa, her dîsa bi rehetî dibêjin ez hatime şêr lê heke bibêjin ez hatime ga meineyeka pîs jê diçe… ev mijar dê di mijara tewangê de berfirehtir bêt nivîsandin

yanî qey di kitêban de ‘’ ji hev re’’ pirtir bê nivîsandin jî ‘’jêk re- ji êk re’’ ya Botiyan li derveyî standardê ye, an jî ‘’axiftin’’ hebe ‘’peyivîna’’ Diyarbekiriyan û ‘’ştexalîya’’ Nisêbînîyan li derveyî standardê ye? …. divêt qaîdeyên zimannasîyê yên giştî ji bo kurdîyê jî bê bikaranîn]

» Miradê Gundikî

------

Têbînî:

1) Ev nivîsar ji pişkên xwe yên: Destpêk-Arîşe, hîpotez, teorî,
çavdêrî [ya li axêvan] û encamê pêk tê. Kurdîgeh dê wan pişkên dî paşê belav bike ev nivîsar pişka wê ya yekê ya Arîşe-yê bû.

2) Ev gotar tenê li ser zaravayê Kurmancî ya Kurdîyê ye.

3) Ev nivîsar her çi qas bişibe tezan jî nivîsareka malpera Kurdîgehê ye û ji bo ko mesele baştir bê nivîsandin hinekê xwe dispêre qaîdeyên teznivîsandinê.


----------------------------






Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...