Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[kovar] Hejmara didoyê ya kovara WENDAyê belav bû…
2011-12-18 09:45
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Hejmara didoyê ya kovara WENDAyê belav bû…

Kovara WENDAyê hejmara xwe ya didoyê ya mehên îlon, çiriya ewilê û çiriya paşîyê bi nivîsên 35 nivîskaran li Qosara Mêrdînê çap kir û dest bi belavkirinê kir.

Kovara Wendayê kovareka çandî û hunerî ye, du xortên Qosarî, Mahsum Oral û Mahsum Çîçek berpirs û xwediyê wê ne û şêwirmendîtîya nivîsan Miradê Gundikî û Zekî Gûrûr dike. Berg û mîzanpaja wê jî Sedat Kurşûnî amade kiriye.

Li ser bergê wê yê pêşiyê û paşiyê xêzewêneyên Banksiyî hene.

35 nivîskarên ji aliyên cida yên Kurdistanê helbest, nivîsar û lêkolînên xwe dane kovarê.

Kovar li gelek bajarên Kurdistanê û yê Tirkiyeyê belav dibe…

Ji ber xmgînîya erdhêja Wanê kovarê kurdeleya reş li ser bergê xwe xêz kiriye...

Nivîsa berpirsên kovarê ya ji bo xwendevanên xwe nivîsî li jêrê ye.

***

Silav xwendevanên delal…

Em bi hejmara xwe ya didoyê dîsa li ba we ne.

Spas ji bo nivîskarên ku ji kovara Wendayê re nivîsen xwe şandine…

Di demek nêz de niştecihên Wanê di erdheja ku qewimî de, ji can û malê xwe bûn…

Em sersaxiyê ji wan re dixwazin. Silametî be …

Wek kû Adorno digot “piştî Auswitchê helbest nayên nivîsandin”…

Li ser vê xakê em nizanin bê çend Auswitch qewîmiye, lê dîsa jî hêvî tişteke bêar e, dev ji xwediyê xwe bernade…

Peyva dirêj carna serê mirov diêşîne…

Bi xatirê we…


Kovara Wenda


----------------------------






Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...