Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[hevpeyvîn] pênGAVa koma pênGAVê
2011-12-18 21:55
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Ji bo pêşveçûneke gav bi gav Kovara Pêngav


– Kovara Pêngav ku ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve
tê derxistin, bi naveroka xwe pencereyeke nû di qada kurdî de vedike. Kovar hem mijarên
wêjeyî û hem jî yên zanistî û pîşeyî di naveroka xwe de dihundirî ne û gelek têgehên nû ku hêj di kurdî (kurmancî) de cîbicî nebûne, radixe ber destê xwîneran.

Kovara Pêngav kovareke demsalî ye. Xwendakarên Zanîngeha Stenbol, Marmara, Çukurova û gelek zanîngehên din ekîbeke ava kirine û ji bo pêşvebirina kurdî karekî nivîskaeriyê dikin.

Digel ku gelek aliyên kovarê dişibe kovarên din ên heyî jî hin aliyên wê ji kovarên din ên
kurdî gelek cudatir e. Bi taybetî jî mijarên zanistî û pîşeyî jî di vê kovarê de derdikevin pêş. Li ser navê ekîba Kovara Pêngavê, Omer Faruk Baran pirsên AKnews’ê bersivandin.

***

Hejmara kovarên li Bakur her diçe zêdetir dibin. Pêngav jî yek ji wan e. Di warê weşanê
de çi cudahiya we ji kovarên din hene?


Kovarên Bakur hemû bi naverokeke wêjeyî, çandî û hunerî derdikevin û piraniya wan çi çandî çi wêjeyî di siya siyasetekê de tevdigerin. Mesela gava em bibêjin Çirûsk berî her tiştî nîqaşa tewangê tê bîra mirov yan gava em behsa Nûbiharê bikin yekser wêjeya klasîk û ola îslamê meriv difikire. Em xwendekar in, siyaseta me jî ola me jî heta ku çavên me kor bibin her û her xwendin e. Ev xwendina, ji bilî wêje û çand û hunerê bi beşên em dixwînin re jî eleqedar tiştekî zanistî diafirîne: Pêngav! Kovara me ji bo xwendekaran bûye zemînek ku tiştên ew li zanîngehan bi zimanên biyanî (tirkî, ingilizî) hîn dibin zanîna xwe jî tevê dikin û bi zimanê xwe çi dinivîsin û çêdikin lê radixin. Bi hest û helbest, bi xaçepirs û maçepirs, bi çîrok û çîrvanok û bi xêz û rêzên di kovarê de jixwe Pêngav dişibe kovarên din. Ya ku wê cudatir cihêtir dike ev e ku ji aliyê xwendekaran ve derdikeve û bêhtir guh dide dengên zanistî.


» Omer Faruk Baran

Heta niha di nava kurdan de çandeke ku kovar di heman demê de bibe "ekolek"
çênebû. Wisa dixuye tenê Çirûsk dixwaze vê yekê bike. Gelo Pêngavê jî armanceke wiha
daye ber xwe?


Ji bo ekolbûnê komek divê, cudatiyek divê, berhemên tixûbşikên divên. Çirûskê tenê
bi pexşan û helbestên Rênas Jiyan tixûb şikandin. Ma em dikarin tenê bi yek kesî tiştekî ‘’biekolînin’’?A va ye dê Çirûska 14. biçirûse, ka kî dikare ji bilî Rênas Jiyan sê nivîskarên çirûskîst bihêjmêre? Bi ya me Çirûskîzm bû ‘’Rênasans’’ek ji bo edebiyata Kurmancî û Rênasîzm afirand. Gelek xwînerên Çirûskê nizanin Çirûskîzm çi ye ne çi ye bes dikarin li ser Rênasîzmê tî û birçî sê roj û sê şevan biaxivin. Ez xwe wek Rênasîstekî dibînim mesela. Ne ku em Çirûsk û Pêngavê bidin ber hev lê em dibêjin qey bigihêjin kovara 10. wê xwendekar koma Pêngavê wek ekolekê bibînin. Çimkî Pêngav ne tenê li ser şexsekî ye, çimkî Pêngav dide zanîn ku her xwendekarê kurd dikare bi zimanê xwe li dû şopa zanistê bikeve, çimkî Pêngav di vî warî de kovara yekem e û dixwaze hinek kovarên din jî hebin. Gelek kesî heta niha kovar derxistin lê vê yekê bi awayeke îstîkrar dewam nekir. Piştî çend hejmaran gelek ji wan kovaran hatin girtin.

Gelo di şûna derxistina vê kovarê de we naveroka kovareke din xurt bikira dê çêtir nebûya?

Na, tew bêguman nedibû. Di kovareke wêjeyî ya weke Tîrojê de nivîseke li ser Multîpl Sklerozê dê mîna mirîşka reş a di nav deh dîkên sipî de xuya bikira. Ev tenê mînakek e. Nivîsên li ser hiqûqê, cilangî/tekstîlê û fizyoterapî û psikolojîyê û endezyarî û hwd. Me ev nivîs ji kîjan kovarê re bişandana û şandin li dera hanê oê kîjan kovarê biweşanda? Kovara me ji bo van nivîsên zanistî bûye darek em lê dilûsin. Jixwe ji bilî Pêngavê bi helbest û çîrok û rexneyên xwe em beşdarî kovarên wêjeyî dibin. Mesela vê dawiyê bi çend hevalên ji koma Pêngavê em beşdarî dosyeya kovara W’yê bûn.

Pêngav di warê edebiyata kurdî de dê "pêngavên" çawa bavêje?

Di edebiyata me ya kurmancî de hinek klîşeyên ku ewqas tên dubarekirin hene ku êdî
rexneyên li ser wan klîşeyan jî bûne klîşe. Mesela du sê navên çîroknûs û romanûs ne tê de çima jinên kurd tenê helbestan dinivîsin? Çima leheng her dem mêrxasên dîrokî ne? Diyalog çima kêm in? Û gelek pirsên wek van. Dibe ku li pêş nifşên pêş me -dibêjin nifşê Tîrêjê, nifşê Rewşenê û ew nifşê a niha li ser kar - pir tiştek tunebû û wan di “tunebûn”ê de berhem nivîsandin. Belam îro li zanîngehên Bakur û Tirkiyeyê xwendekarên kurd di çenteyên wan de roman û çîrok û helbestên kurdî digerin. Li baxçeyên kampusan, li cafeyan, li kantînan li ser berhemên wan nifşan nivîsandî diaxivin, nîqaşan dikin. Ez bibêjim “hebûn”ek heye û xwendevan “nebûn”ên di wê “hebûn”ê de dibîne û dixwaze li gorî wê tiştekî biafirîne. A ev afrînerên nû, nûjen, nûwaze li dor Pêngavê civiyan, dicivin. Hela ka em bibînin di dahatûyê de çi berhem derdikevin pêşberî xwendevanên ji me nûtir, nûjentir, nûwazetir.

Ku em ji we bipirsin profîla xwînerên xwe ji me re vebêjin, hûn ê tabloyeke çawa raxin
pêş çavan?


Xwînerên me bêhtir xwendekar in û piraniya wan li zanîngehên Stenbolê dixwînin. Ji
bajarên Tirkiyê yên wek Kutahya, İzmir, Kocaeli, Trabzon, Eskişehir hwd jî xwendevanên me hene. Li Kurdistanê mixabin tenê bi bajarên Bakur re me têkilî daniye. Me xwest em bi xwendekarên Başûr re jî tev bixebitin lê qet dînamîkek çênebû. Gotinek jî heye dibêjin “birîna li hevalan tîra li kendalan”. Ji ber ku kurdên başûrî bi zimanê xwe perwerdahiyê dibînin bi rastî nizanin ku li Bakur kovareke zanistî ya bi zimanê kurdî çi can e çi heyecan e! Ha ji bilî xwendekaran wek mînak şêrgeleyê axa xwe Arjen Arî, çîgfiroşê Beyazidê Engîn Abê, Cotkar Reşo, Mamoste Xecê Xanim, Hîvron Nisret û jina mala Xaltîka Edla jî xwînerên me ne.

Ekîba we ji çend kesî pêk tê û rêbaza xebata we çi ye?

Bi Xwedê ez nizanim ekîb ji çend kesan pêk tê. Di her hêjmarê de li gorî lebat û xebata ji
bo vîze û fînalan diguhere lê em her dem herî kêm pênç kes in. Bi riya internetê –Facebook bûye kozika me jixwe- em ji xwendekarên jîr û jêhatî yên li gelek zanîngehên baş di beşên baş dixwînin nivîsên zanistî yên li ser beşên wan dixwazin. Deh rojan berî ku kovar çap bibe ji navnîşanên me re çi nivîs bê, em prînt dikin. Kesên ku dixwazin nivîsên nivîsên xwe ji me re bişînin, dikarin nivîsan li ser van navnîşanan kovarapengav@hotmail.com û kovarapengav@gmail.com bi rê bikin. Piştî redaksiyona li ser kaxizê em wan li ser kompiterê jî sererast dikin, paşê piştî mîzanpaj jî diqede kovara me hazir dibe. Ji ber ku Pêngav ne fermî ye û ji ber ku matbaa jî kovarên nefermî çap nakin herçiqas pir pereyê me jî diçe li Beyazitê ya ku li Stenbolê navenda xwendekaran e kovar bi awayeke fotokopîk tê rûyê dinê. Weke ku dayikek li zaroyê xwe yê nû hatî dinê binêre em çend deqîqeyan bêm’ene li berga pêşî û paşî dinêrin, çend nivîsên berê me çend caran xwendî dixwînin û radibin kovarê li cafeyan, kitêbfiroşan û hevalên zanîngehan belav dikin.

Di warê aborî de hûn ê bikaribin bi awayeke demdirêj vê kovarê bidomînin? Di plana
we de derxistina kovareke mehane heye yan na?


Jixwe tenê problemeka me heye ev jî aborî ye. Heta niha kovara me şeş gav avêtine. Di her şeş gavan de jî bi şiklekî pere ji berîkên me yên qul derketine. Tu xwestina me ya ku em pereyekî ji kovarê qezenç bikin tune ye, bila west û xebata me ji bo zimanê kurdî bimîne lê em dixwazin kovar xwe fînanse bike. Mîna siwarên ku naxwin didin hespên xwe em jî venaxwin didin kovarê. Lê heta ku? Eger em vê problemê çareser bikin ez bawer im em ê bêhtir bixebitin û kovareke baştir û balkêştir a mehane derbixin. Di pêvajoya derxistina kovarê de jî a niha jî pirsgirêka me ya herî mezin aborî ye. Wekî din tu pirsgirêkên me tune ne.

Portre / Omer Faruk Baran

Omer Faruk Baran di sala 1989’an de li Sirûcê ji dayik bûye. Xwendina xwe heta lîseyê li Sirûcê qedandiye. Salekê li Zanîngeha Teknîk a Stenbolê di fakulteya inşaatê de xwe xwendiye û dev jê berdaye. Niha li Zanîngeha Stenbolê di fakulteya hiqûqê de dixwîne. Di 19. Pêşbaziya Çîrok û Helbestan a Huseyin Çelebî de di beşa helbestê de xelata duyemîniyê wergirtiye. Ev û çend hevalên xwe kovara zanistî, wêjeyî û hunerî Pêngavê derdixin.

Maşallah Dekak / AKnews



----------------------------






Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...