Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Tu
2011-01-05 22:39
:: Hişyarê BOTÎ
hisyarbilind73@mynet.com

Çi be, bila ji dil be, guneh jî be, şerm jî be
Bila ji dil be


Te rengê porê xwe ji kû derê dizî ye?

Ji ber pelên titinê dema didan ber rojê û hişk dikirin
Bi serhişkîyek çiyayî an jî, ji bêhna zevîyên çayê bi kedekê mê hatiye stirhandin..

Hinayê jî digote rengê porê te...
Ji savarê tê, dema tê hêrandin genim bi destaran, rengê porê te bi ser diket pêşîya bibe savar...


Li ser rengên çavên te jî gelek kesan gelek serpêhati digotin...

Dayikek pîr û serhişk,
Bi ewlehîya lewendîyên di ser destên qermiçî de hatin pêçan digote:

-Rengê çavên wê ji darên welatekî nêr têne

Jinek din jî bi tena serê xwe
Bi tinêtiya xwe, melûl
Bi tinêtiya xwe, qayîm
Digot:

- Rengê çavên wê ji tinêtiya min tê
Carnan melûl e, carnan qayîm e..


Te jî digot:

- Rengê porê min û rengê çavên min ji herdu jinan tê.

Te digot rengên min ji dilê min tên

Ez jî dibêjim
çawan be, bila ji dil be.


Hişyarê BOTÎ, Cizîra Botan
____

Edîtor:

Hişyarê Botî; Çemê Cizîra Botan bi ser Kurdîgehê de diberde, tenê yên bikarin di nêv kurdiyê de melevanîyê bike dikare ji wan pêlan xelas bibe ...

Hişyarê Botî, tu li ser xêrê hatî Kurdîgehê