Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[film] Kurtefîlma ‘’ Mayin’’ê ya xwendekarên zanîngehan yên Gundikî dê li bajarên Stenbol, Enqere, Izmîr, Eskîşehîr, Bursa, Kocaelî, Antalya, Mêrsîn û Zonguldakê bê nîşandan.
2011-12-19 20:52
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Fîlma Mayinê ya ko derhênerên wê Dilşad Bayram û Diyar Bayram ên nivîskarên Kurdîgehê ne, dê di Mihrîcana Ciwaniyê de, di 20-24.12.2011 de li bajarên Stenbol, Enqere, Izmîr, Eskîşehîr, Bursa, Kocaelî, Antalya, Mêrsîn û Zonguldakê bê nîşandan.

Festîwala(mîhrîcana) Cîwaniyê eve du sal in ko li bajarên navborî tê amadekirin û îsal mijara festîwalê ‘’ Qedexe’’ ye.

Li gor agahîyên ko rojnameya Hûrriyetê daye, par bi vê festîwalê
15 000 bîneran li kurtefîlmên ciwanan temaşe kirine û îsal tê hêvîkirin ko hêj zêdetir kes dê temaşeyî kurtefîlman bikin.

Hemî amadekarên kurtefîlma ‘’Mayin’’ê xwendekarên zanîngehan yên Gundikî ne û zimanê kurtefîlmê kurdî-kurmancî ye û li Gundikê bi lîstikvanên Gundikî re hatiye amadekirin.

Di fragmana(danasîna) fîlmê de, Miradê Gundikî [edîtorê Kurdîgehê – xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê-Kîmya] fîlmê bi van rêzikên li jêrê dide naskirin:

‘’Dema li şûna bêhna kulîlkan bêhna barûtê ket axê…

Dema li şûna kenê zarokan gurmedirma topan hat…

Dema tilîlî hêdî ne ji bûkên salê re hatin avêtin…

Dema yên karîn biçin çûn û ji xwe re xelas bûn û yên mirin ji kîsî xwe çûn

Ha hingê ji yên bi paşde mayin re bi tenê mayin dimîne

Mayin, serhatiya şerê 92yê yê Şirnexê pêşkêş dike...


[lînk-dûvelank] Fragmana[danasîna] fîlma Mayinê ’’

Kurtefîlm 12 deqîqe ye û şeveka şerê 92yê yê Şirnexê pêşkêş dike, di şerî de ciwan, pîr, sax, birîndar, jin, zarok û zelam ji nû ve rojên şerî tîne ber çavên bîneran.

Senaryoya kurtefîlmê Rafo Asya [ Zanîngeha Marmarayê-Tib] nivîsandiye û montaja(pevvedan) wê Ehmed Bayram [Zanîngeha Yûzûncû Yilê-Dîrok] kiriye. Derhênerên wê Dilşad Bayram[Zanîngeha Anadoluyê-dermansazî] û Dîyar Bayram[ KATU-Cografiya] herweha kamêrevaniya wê jî kirine…

***

Her dîsa wan xwendekaran par kurtefîlma ‘’Raborî’’yê çêkiribûn û di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Yilmaz Gûneyî de li Elihê hatibû nîşandan.

[lînk-dûvelank] Çêkirina kurtefîlman - Dîmenên ji pişt kamêreyê ve

Vê havînê du komên cida yên xwendekaran kurtefîlmên: Mayin, Kaniya Lîço û Ji Heriyê çêkiribûn û di ‘’Galaya Kurtefîlmên Xwendekarên Gundikî’’ de kurtefîlmên xwe nîşanî Gundikîyan kiribûn.

Gala li zeviya pêşiya qehweya Gundikê hatibû kirin.



Li ser perdeya spî ya ko bi dîwarê qehweyê ve hatibû hilavistin, ji 400an zêdetir Gundikîyan li wan kurtefîlman temaşe kiribûn.

Derhênerê Kurtefîlma Mayinê Dilşad Bayramî ji Kurdîgehê re dîyar kir ko ew dê di vê havîna bê de dirêjefîlmekê amade bikin û ew dê her ti caran ji bilî kurdîyê bi zimanên dî fîlman amade nekin.

Dilşadî got ko wan heta niho bi mijarên xemgînîyê fîlm amade kirine lê bi fîlma nû ew dê bi mijareka gelek cida fîlmeka gelekê xweş amade bikin.

Gundik-Şirnex

[ji bo agahiyên berfirehtir yên festîwalê: www.gençlikfilmlerifestivali.org]

----------------------------






Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...