Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] mirîyê te me
2011-12-24 11:59
:: Ayhan URMÎYE
info@kurdigeh.com
Mirîyê te me

şev

tenêtî

cigare

ji ber te min xwe ji bîr kir

eger ez xemgîn im tu nebe

tenêtîya min fedayê xweşîya te

çi bikim ?

nizanim

çi nekim ?

nizanim

gelo ez ji te gazinde me ?

nizanim



dizanim ko di nav xeyala te de winda me

evîna te ez kirim koleyek belengaz

dizanî ?

çi nêzî te bim çi dûrî te

ez birîndar im

bê hêvî

tiq tiqa saetê ez qehirandim

bê deng bin

çima dem derbas nabe ?

xemgînî jî ji min westîya ye

lê çima ez ji te nawestim ?

ha ha ha

min zanî

ez mirîme

duhû

îro û di paşerojê

ji kenîyên derev

ji gula pilastîk ya li ser maseyî

ji pencereya qerisî

ji neynûkê jî ez westîyam

her tim laşê min nîşan dide

laşek westîyayî

bê hereket

çav nihêrê biharê me

ber ko ez ji zivistanê hez nakim

dayîka min nedihişt ez xwe li ser befrê bizalînim

digot pêlavên te yê bidirin

serê min dêşe

gorên min qirêj in

çayek din bidin min

kî dengê min dibîze ?

pisîka min ka ?

niha birçîye

ew jî ji min westîyaye

ha ha ha

kenêyên min yên tal

selika gemarê tejî kirine

ez çûm

cîyek dûr ko kes min nebîne

ez yê xwe li ser befrê bizelînim

pêlavên min jî bila bidirin

ez bîra xwe dikim

min azad bikin

na na

naxwezim

eger ez azad bibim

ez yê bimrim

ez evîndarê êxsîrîya te me

ez bîra te dikim
----------------

» Ayhan Urmîye


----------------------------






Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...