Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] serhildêrî
2011-12-26 23:46
:: Xecê OMERÎ
info@kurdigeh.com

Serhildêrî

Bi desxsokî dişopîne qemer bişirînê min

Ji girên taloqkirî xezeban kedî dike ji bo malxerabiya min

Radibim xwe li sî û stara hetavê digirim

Dil û giyanê xwe ji şîn û kederê dadiweşînim û…

Li hiş û hişmendiya xwe xewnên keskesorê nîgar dikim

Dilorînim bîranînên birînê!

Ditemirînim xweziyên sotîner

Ji bo ku geştir bikim bişirînên afirînêr

Çavên xwe bi evînên nû-pişkivî kil dikim

Bi hilolîkên ji jana veqetînê waftîz dikim

Keziyan bi xewnerojkan ve girêdidim

Dirêsim…

Şîn û şahiyê bi hevre

Bihûşt û dojehê bi hevre

Dirêsim…

Mirin û vejînê bi hevre

Hebûn û tunebûnê bi hevre

--------

» Xecê Omerî

----------------------------






Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...