Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Evdal vegirtin - Xemleka ji zarokatiya min
2011-01-06 00:55
:: Sebrî GUNDIKÎ
info@kurdigeh.com
Xemla jîyana mirovî, zarokatîya wî ye. Xemla zarokatîya wî jî lehîstok in. Ew lehîstok, bingeha jîyana wî çêdikin. Tu, tama ji van distîni ji ti tiştî nastîni. Dema mezin dibî ji ti tiştî zewqê nastînî. Dikevi di nav kul, êş û derdan de.

Bêguman min jî zarokatîyeka baş derbas kir. Lê belê di nav zarokatîya min de ji tiştên min ji bîr nekirî yêk jî Evdal vegirtin bû. Wegî niho ew tê bîra min; dilê min xweş dibe.

Demsala evdalê payîz(pehîz) e. Payîzê, di demê çilo birînê de. Evdal bi dara mazînî û berûnî ve û hin caran jî bi karçînan ve çêdibe. Ne çiqek tinê ye. Bi darê ve gimş e û rengê wê û dîtina wê ji darê û belçimê vê ferq e. Rengê evdalê tarîtir e ji belçimê darê. Çiqên evdalê ji çiqên darê ziravtir in û kehîtir in. Gelek hêsanî dişkê. Libên piçûk, wekî morîyên tizbehên kesk pê ve ne.

Êvarê, ez û çend hevalên xwe me qewlê xwe dikir. Sibê zû, em ji nav cihên xwe dirabûn û li dera me qewlê xwe lê kirî em kom dibûyîn. Gelek caran bêxwer, bêvexwer û bêxeber em diketin ser rê. Di nav dar û daristanên gundî de em li evdalê digeriyayîn. Her dara em diçûyîn nik , mîna em li birînekê bigerin me usa zêrevanî li ser dikir. Car caran me sivorî, hêlînên çuka, mazî… didît. An di rêyade mar, rovî, gurî me dît û em ditirsan.

Dema me evdal didît gelek kêfa me dihatê û hema me dirahêliştê. Hinek ji me diçûn ser darê, yên dî jî diman binê darê. Hevalê me yê ko çaye ser darê çiq u çiq evdal ji darê dişkand û wekî birînê, nazik nazik diavêt ji me re, xwarê. Me jî ew çiq bi hewa re digirt û livên wê diçinand. Ev livên evdalê me li kîsikekê kom dikir. Dema me têra xwe evdal berhev dikir em diketîn cardî ser rêya xwe û zivirîn dihatîn nêzîkî gund. Me ev livên evdalê diberda di tenekeyekê de û di nav avê de dikeland. Dema kelî me pilik xwelî diberda di nav de, da ko rengê wê tarîtir bibe. Dema hemî livên evdalê diteqan û têkilhev diket me ava wê ji ser dirijand û me ava cemidî diberda ser. Dema honik dibî me di aveka zehfî de dişûşt. Dema hemî qalikên evdalê ji evdalê paqij dibû me firek av diberda di tenekeyeka piçûk de û ev evdala çêbirî me diavêt di wê tenekeyê de.

Di payîza derengî de, di demê çilo birînê de kewzan kesk dibûn û çêre û çînîyê çûkan ev kewzan e. Bi wan kewzanan çûk gelek tîn dibûn û qesta av û kanîyan dikirin.

Me jî dizanî çûk pitirînê diçin ser kîjik avan. Me çend çiqên dara spîndar an yên bî bi hevalê xwe dibir û diçûyin ser wê avê. Me li wir hinek bistik çêdikir û me des pê evdalalandinê dikir. Evdal gelek çirr e. Heger destê mirovî ne şil be gelek zû mîna benîştî dimîni bi detsê mirovî ve. Me jî zend û bendê xwe şil dikir û dest pê alandinê dikir. Wekî lastîqê ji hev dikişiya. Car caran me pê henek dikir. Me didanî serê hev. Evdal dima bi serê me ve. Hingê bi mecbûrî biska pirça wî/ê kesî/ê dihat jê kirin. Rengê evdala çêbirî keskê tarî ye. Hema kevin dibe hêj tarîtir dibe. Nêzîkî reşî dibe.

Hema me hemî bistikên xwe çedikir me ew bistik dibir didanîn derên stratejîk.

Ka çûk ji kû ve dihat, dema av vexwar bi kû ve diçûn, li kû avê divexwarin, li kû disekinî,… ev pirs hemî me hesap dikir û me li gor wan bi cîh dikirin. Dema me bistik cih dikirin me xwe vedişart. Em dimayîn hêvîya çûkan.

Beytak, kilîkilî,… gelek caran refên çûka dihatin ser avê. Hingê kefy keyfa me bû. Ji ber ko gelek çûk diketin evdalê û me vê rojê gelek nêçir dikir.

Carna çûkê didanî li ser bistikê. Pêyên wê dima bi bistikê ve. Karê firrînê dikir pencê vê jî dima pê ve. Bi nikil ve dida niklê wê jî dima. Pê, nikil, penc dima bi evdalê ve û dibû çîxeçîxa van.

Çûka azad, bêguneh êxsîr dibû. Çawên bitirs li me dinêrî hecvego bibêje:’ Ey mirov! Tu zarok î. Tu bêguneh î. Lê ez jî heywanek bêguneh im. Min berde. Ez ne heyvana exsîrkirinê me. Ez sembola azadîyê me. Ez ê herim zozan û banîyan xwe azadîya xwe bijîm. Ez ê Bigerim, bigerim, bigerim...’

>> Welat GUNDIKÎ, Gundik
welatgundiki@hotmail.com

Ferhengoka nivîsê(Amadekar: Miradê Gundikî):

Wegî ... : Di dema ko ... de

Kehî: Ew tişt e ko bi hêsanî ji hev belav dibe û dişkê.

Gimş: Ji bo koma dexelên(gîya.. hwd) bin û bin tê bi kar anîn. An jî koma belk û belçimên(pelê darê) bi serê çiqekê darê ve ye.

Gurî: Gurr

Liv: Lib, heb (libek hinar, hebek hinar)

Bêxwer û bêvexwer: Ew dem e ko mirovî ti tişt ne xweriye û ne vexwariye. Têhn(tî) û birsî(birçî)

Zehfî: Ji zêdeyî ve.
_____

Yê wêne girtî: Miradê Gundikî