Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] strana dengbêjê lal, di lênûsan de biqêrinî...
2012-01-10 23:23
Yehya OMERÎ
info@kurdigeh.com
keskesorên zivistana sosinan
tîna çûyineke bi xwîn
dixî hişê min.

xewneroşkên ku ez lê diterpilim
çûyina te tine ser zimên.

li qiraxa navê te çûyin
hatiye nivisandin
ez dizanim.

lê dibe ku tu neçî deşta ku xwîn lê dibare
dibe ku tu li çavên min binêrî

û

derewên
pîr û kalan bêjî

strana dengbêjê lal
di lênûsan de biqêrinî,

tu dikarî diroka derewçîn
hilbigrî û
bavêjî goristana peyvên derengmayî.

tu çûyî

hêvi ji dilî
filitî,
ez dizanim.

tu çûyî

şopa lêvên te
bû deq
û li ser laşê min gul vegirt



ez dizanim ku
tu nizanî

evîn di herba dilan de hêşin dibe
lewre ku derew pêşîyê
xwediyê xwe dişevitine.

» Yehya Omerî

****
Yehya Omerî ciwanekê 18 salî ye û wî cara pêşiyê li Kurdîgehê dest bi weşandina helbesta xwe kir. Kurdîgehê wekî Yehyayî heta niho rê daye 62 ciwanên kurd ko wan cara pêşiyê nivîsên xwe yên bi zimanê xwe lê belav kirin... Kurdîgeh bi pêkanîna vê erka xwe serbilind e.. Siheta te xweş be Yehya.

----------------------------








Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...