Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[kitêb] Du roman ji nav weşanên Ronahiyê derketin
2012-01-14 10:52
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Weşanên Ronahî bi du romanên nû derket pêşberî xwendevanên xwe. Romana yekê di sernavê “Dîcle Xemgîn Diherike” ji aliyê Hewar Gabarî ve hatiye nivîsandin. Ev roman li ser demên avabûna tevgera azadiyê û wê pêvajoyê hatiye nivîsandin. Edîtoriya kitêbê ji aliyê Mihemed Ronahiyî ve hatiye kirin.

Berhema duyem bi navê “Sê Tilîlî” ye, ew ji aliyê Muhsîn Ozdemîrî ve hatiye nivîsandin û ev berhem li ser têkoşerekî azadiyê yê başûrê biçûk e. Roman li ser rewşa malbata wî hatiye hûnandin. Nivîskarê “Sê Tilîlî”yê romana xwe diyariyî “Dayikên binxet, serxet, piştxet û welatê dabeşkerî” kiriye. Edîtoriya vê berhemê jî dîsa ji aliyê Mihemed Ronahiyî ve hatiye kirin. Weşanxaneya Ronahî ev herdu berhem di rêza “çiya” de pêşkeşî xwendevanên kurdiyê kirin.

» Weşanxaneya Ronahîyê - Kulturname.com


----------------------------








Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...