Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çîrok] barana hezîranê
2012-01-16 20:40
:: Xecê OMERÎ
info@kurdigeh.com
“Barana Hezîranê”

Qewlê min û te qediya.
Va ye barana heziranê bariya û pirtuka te êdî mîna şîrê diya te li te helal e!

Ligel ku meha sermawezê bû jî me tu serma nedîbû. Ez bi hesreta barînekê çav li ewrên pûç yên li ezmên bûm. Metirsiya min ji wê bû ku zivîstana vî bajarê ku deriyekî nû li ber me vekiribû wilo zuha bibore, em mîna du kişifkarên vî bajarê ku ji me re xerîb bê rawestan di her esira Xwedê de li wan kûçe û sikakên mîna labîrentan de ku hê em ji hev re “ji Eyşika Ereb bûn” dimeşiyan,

Te digot: Wê heya havînê jî baran bibare û wê kezî û guliyên hezîranê jî li ber xwe bibe!

Min digot: Nexwe qewlê me heya hezîranê bi pirtûkekê.

Û dîsa esir bû û em li rêyanbûn…

Bi meşeke giran û dirêj sohbetek kûr û dirêj dest pê kiribû.Dîsa te destpêka her axaftina xwe bi teoriyek û aforizmayeke ji yên wan feylozofên ku hûn gelekî dişibiyan hev vekiribû. Carinan ji min re dibû mijara henekpêkirinê û min li te vedigerand û digot “êêê ka îcar tu çi dibêjî!?…” û em pê re dikeniyan.

Ev meş ew qas dirêj dibûn ku carinan bêdengî jî dihat serdana me. Wê gavê em herdu jî bêhemd daqûlî giyanê xwe yê bi keftûleft dibûn û ji ber ku me li cîhana heyî tu awêne ji giyanê xwe re nedidîtin ji nişkê ve rû li me dibû pêşengeha trajediyan. Bi dengê ku ji kurahiya giyanê me dibiliya xwêsî li me zuha dibû, mejiyê me çelq dibû êdî nedibû em bifikirin; dema keftûleftê bû. Em wê kêliyê dibûn bargiranê giyanê xwe,em wê kêliyê dibûn guhdarvanê hinava xwe,
em wê kêliyê dibûn “rêwingê revînê; na na dilxwazê revînê, lê ne me karîbû pişta xwe bidi rastiya xwe û ne jî karîbû gûhê xwe ji wî dengê ku dar û devî bi xwe re dihêrifandin re bigirin.

Me herduyan jî di bin desthilatdariya wî giyanê tîr û kûr nikarî tev bilive, me herdûyan jî bi dilxwazî xwe radestî wî giyanê sotîner ,wî giyanê dirinde ,wî giyanê bê mey serxweş,wî giyanê tiredîn û beredayî kiribû.

Me destûra her cûre êşê li giyanê xwe dabû ,me mineta çardeheyvan ,me mineta keskesorên biriqok ,me mineta biharên bişirînok avêtibû Çiyayê Qaf.
Li serê her riyê ,bi avêtina her gavê re me di çengên xwe de kişfên xwe berhev dikirin

Di çenga me ya rastê de kulmek hêviyên li ber sikratê û di çenga çepêde kulmek xwelî ji bermayîyên xewn û xeyalên qirkirî hebûn.

Min bi barana li ser rûyê belçimên bîşengê av li devê hêviyên xwe yên li ber sikiratê dikir.

Min ew didan ber hetava jinuvejînê, min ew didan ber barînên ku rih didan zevîyên stewr .

Min di gûhên hêvîyên xwe de hêvî dilîrand, min di çavên hêvîyên xwe de bizirên xecîcokan dibizirand.

Û te..Te hêviyên di çenga xwe ya rastê bi ser hev de dieciqand. Te erza bişirînên çirûsîner dişikand,te ew şev bi şev ber bi tariyê ve didehfand da ku xemla şîn bi şîna mirinê ve veguhêzî,te çenga xwe di avên girikî de dadikir bo bi yekcarî bêhnê li çirûsînên lawaz yên li ber sikiratê biçikînî. Te silava Xwedê jî qût dikir bo hêvîyên di çênga te de bi roniya rojê şa nebin.

Min xweliya di çenga xwe ya çepê de li ber bablîsokên ku berê xwe didan Çiyayê Qaf ve berdida, da ku xwe bigihîne Teyrê Sîmûrg,da ku ji xweliya xwe ji nû ve vejin xewn û xeyalên qir kirî.
Min bi hilolîkên xwe keskesora ku ji bihara borî li ber kelkela havînê çilmisî mayî dişûşt û bi her dilopê re diçirisî li asîmanê çav li rê…

Û te, bi tengijîna heyînê, bi hilolîkên bîr û birînê xweliya di çenga xwe ya çepê distira. Te ew bi heyvanê şikestinan dimeyand , te ew bi hêrs û xezebeke dojehî tirş dikir û bêhn û bixûr li derûdora heyina xwe dixist.

Her ku rojdihilat te çavê xwe jê re digirt û her diçû ava te ji şevê re digot “merheba”. wek bêlaçemkên ku ji ronîya rojê ditirsiyan û kerba xwe di serê şevê re derdixistin, yê te jî kerbeke te hebû; kerbeke ku ji berbangan xeyidî,kerbeke ku di ti sibehan de hilnedihat,kerbeke te ya ku kerba xwe di seré xwe re derdixist hebû.

Tu dikeribî,ez dikeribîm , destên min yên ku ber bi ewrên cûnî pûç ve dirêj kirî dikeribîn û şev jî li halê me dikeribî.
Benderuh nedikelimî, hîv nediçirisî stêrik nedireqisîn,kerba ku di dilê janê de aj dabû nediqeşitî û rih ditengijî,difetisî,dibeecî…

Barînek hewcebû bo vê bêdengiya pirdeng bidawî bike.
Barînek hewcebû ji bo ew toz û tirabêlka ku xwe li giyanê me, xwe li heyîna me dorpêç kiribû bişo. Bi kerb,bi hêrs min digot “hema peşkek bibariya!..hema peşkek!” te bê hêvî û bê bendewarî digot “Wê bibare!.. wê bibare!”

Û baran bariya kerb keribî û baran bariya şev teriqî û baran bariya rih tebitî û baran bariya dil cebirî.



Xecê Omerî









Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje








www.kurdigeh.com ...