Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Diljen Ronî: Ez bi mûzîkên rak, pop û cazê bêhna payîzokên Botanê ji stranên xwe tînim.
2012-01-17 12:12
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com

Komeleya çand û hûnerê ya Çirayê pêr li navenda xwe konsereka Diljen Ronîyî da çêkirin.

Diljen Ronî stranbêjekê kurd yê ji binemala Bedir-Xaniyên Mîrê Botanê ye.

Ew bi xwe li Cizîra Botan hem dixtoriyê(bijîşkîyê) dike û hem jî bi karên hunerî ve mijûl e. Wî beriya du salan albûmeka bi navê ‘’çend gotinên evînê’’ çêkiribû û di vê mehê de jî albûmeka bi navê ‘’du demsal’’ çêkir.

Diljen Ronî ji bilî gotina stranan, mûzîka piraniya stranên xwe çêkirine û gotinên wan nivîsandiye. Du helbestkarên wek Hişyarê Botî û Mûslûm Aslanî jî helbestên xwe dane Diljenî ko wî, kirine stran.

Diljenî hinek helbestên ji klasîkên me yên wek helbestên Melayê Cizîrî û Baba Tahirê Ûryanî bi rengê mûzîka modern(nûjen) kirine stran û her dîsa stranên gelêrî-anonîm yên kurdan û stranên wek yên Miradê Kinê jî bi rengê mûzîka pop, rak û cazê ji nû ve rengdaye û gotiye.

Diljen Ronîyî di nêvbera strangotinê de bersiva pirsên Kurdîgehê da û got:
Heta niho tehsîra stranên devkî yên li Gundê wî yê Şaxê dihatin gotin, helbestên Melayê Cizîrî û Baba Tahirî û stranên Xêro Ebas, Ciwan Haco, Tehsîn Teha, Miradê Kinê û hwd li wî bûye.

Diljenî behsa erzanbûna mûzîka kurdî jî kir û got, stranbêjekê/a kurd nikare tenê bi hunera xwe têra albûmçêkirinê û debara xwe pereyan peyda bike lê stranbêjekê/a tirk li bajarekê kurdan tenê bi konserekê dikare têra çêkirina albûmekê pereyan peyda bike. Gotina Ciwan Hacoyî ya ‘’ qedrê mûzîka kurdî ne qasî kêloyekê firingîyan e’’ jî li gotinên xwe zêde kir.



Diljenî ji bo bersiva pirsa Kurdîgehê ya di heqê firotina CDyên kurdî jî got: Hêdî ji ber ko teknolojî gelekê têkilî jiyana me bûye û mûzîk; bi telefonên destan, kompîteran, MP3 û MP4an û hwd serdeyî guhdaran dibe û tenê CDyan kêm kes dikirin ko di tirimbêla xwe de an jî li malê guhdarî dikin, tişta herî baş ew e ko em stranên kurdî bi derfetê teknolojîyê belav bikin. Mesela li ser Feysbûkê belavkirina stranan ji bo reklam û danasîna mûzîka kurdî gelekê baş e. Malperên wek TTnet Muzik jî hene ko her kes dikarin bi awayekê belaşî guhdarî bikin û dema guhdarî dikin jî pere diçin ji xwediyê albûman re, mirov ji wan deran jî guhdarî bike baş e.

Diljenî got ko mexseda wî ya sereke danasîna mûzîka kurdîyê ye û dema ew stranên modern jî çêdike bêhna payîzokên Botan jê dibe û ew dixwaze bi mûzîka modern tayekê ji mûzîka kurdî bigire û bi pêş biêxe.

[lînk-dûvelank] Hemî stranên herdu albûmên Diljen Ronîyî, bitikîne, guhdariya stranan bike û pişdgirîya stranbêjê kurd bike.

-----------------------------------------

Kurdîgeh – Miradê Gundikî.








Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje
***


www.kurdigeh.com ...