Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[rexne] Bêsî ye Mirin, Carna sîya Mirinê ya Me ye Jî!
2012-01-17 22:15
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Bêsî ye Mirin, Carna sîya Mirinê ya Me ye Jî!

Ali Fikri Işik.

Bala nivîskar û hewldana Mirina bêsî ne li ser vegotina‘’maxdurîyeta arabesk e’’;bi awirekî hûndurîn li maxruriyeta netewekî xwedîşariştan û çandeke ku her daîm li ser piya maye û xweparastîye,bi ‘’hûmanîzmayeke mezîn’’ li terh û tovên wan dinêre.


Ku dibindestê me de komek ‘’pêşhûkmî tunebûna’’,me yê nikarîbûna berhemeke hûnerî teşhîs bikira;disa weke vê hizirînê, ku teserrufa zimanekî rexneyî ne li holê bûna, me nizanîbû da ku emê ‘’li qu ‘’binêrin. Ji serî heya binî ‘’bêtarafîya’’ li raberî berhemekê, weka rewşa yekî kor e.Di dawîya ‘’dawîya bingehin de’’, tegehên rexnegirîyê ji boneya femkirin û ferîkirin ê ,alavên nîfûzkirina nava behrem in; ne alavên sed kîşandina nav behrem û femkirina xwendewan in. Ku têgeheke rexnegirî bêkêr be jî ew ne ‘’perdeyeke ku xwe dişeqitine’’navbeyna behrem û xwendewan.

Û bi ihtîmaleke mezin her têgehên rexnegirîyê, xalekî berhemê derdixin berbipêş, da ku xwendevan karîbe, berhemê li ser ‘konseptekê rasteqin’’ bi cî bike.Ji wî ali ve her têgeh û her rexnegir, bi şîklekî xwezayî ‘’piralî’’ ne. Lew re, tu têgeh û hemî rexnegir, bi carekê, nikarin,wateyên ku behrem di hinava xwe de ‘’veşartîye,’’ bi giştî hemûyan derxin in holê.

Bi xwendineke maqul ku em bêjin Mirina Bêsî di derheqî ‘’mirinê’’ de ye hindê em reaksiyonekê ji rêzê diyar dikin û ew ne xelete jî, lê ku em bêjin Mirina bêsî di derheqê hestên mirinê de ye, hinde bive nevê divîye ku em gazi Freud, Lacan û Jung bikin. Ku disa biya min be û ez ne şaşbim, mimarîya her behrem ê, ji boneya xwendineke ku nezîkîyekê ‘’lirastxwendina’’berhemê dike, xwe di qûç û rêzbendê wê de diyar dike.

Gava ku em bêjin di nava mimariya mirina bêsî de gelek watê veşartînê, ew nayê wê watêyê ku mirina bêsî ‘’nexwedi’’ wateyêke taybet e? Hemû hipotez ji mûnaqeşayê re vekiri ne û di hemûyan de jî refek hizirin muhtacî serrast kirinê ne. Mirina bêsî beri her tiştî di nava tekiliyê desthilatdari û cand î de ji xwe re konsepteke siyasi avakiriye. Diviye ku mirov di despêke de bêje, Mirina bêsî romaneke siyasi ye lê bi bêjê û dengê siyasi ‘’na axive.’’

Dilawer Zeraq,Ji boneya vegotina xwe dinyayeke zindi avakirîye û di nava vê dinyayê de li tekilîyê ‘’desthilatgiriya metingêr’’û çand a Kurdî dinêre. Tiştên ku di prizmaya wî de diqurîfin, ji ali herikbariya metn vê ne ji adetan ne. Zeraq asoyê metn ne bi tekildarîya buyerên çîrokê avakiriye, ji buyer û honandina buyeran vedetir,’’ teknikekê tematik’’ bi kar aniye û metin dibin sîya ‘’van temayê watedar’’ de, li hizirina xwe ya taybet digere û wê munaqeşe dike.

Zeraq, navenda romanê li ser kuştina Hogir(Vedat Aydin) bi keyskiri ye,lê derdê wî ne ku ‘’biyografîya Hogir’’ nîşanî xwendewan bike.Belê haya nivîskar ji vê ‘’kujêrîya bêsî’’ heye lê,vegotin bi axilbeyî hewldana xwe ber bi ‘’hogir û hogirîyê’’ ve dide û mesela vê yan mezin jî, weke pirsekê sereke hogir ji kur ‘’dihatin’’ û vê bi kur ve ‘’biçin.’’ Em dizanin ku hogir di wî halê kampax de serê xwe ne tevand û hewldana wî jî tenê tiştek bû, ew ji di destê wan eşkencecîya de bêhemdî be jî nekeve nava rewşeke ‘’parsek û aman xwaz’’

Weke encam em edî pêdizanin ku ew curê ‘’liberxwe dayin’’, terhekî îroyîn e û çand a siyasi gihiştîye vê aso yê. Lê belê berê çawa bû? Em vê bersivê ji ji çîroka zarokê bîçûk û roja 12 îlonê femdikin.

Di bêşa B yê de zarokekî 12 sali, serê sibehê ji boneya taştê berê xwe dide firna navçeyê ’’ û bi zivirîna min re jî lûleya G3’yekê ku hev mabû têkev nav firnikên min direjî navçavên min bû; û pê re jî dengekî ku firtokî bi xwe dixist ez dam rawestandin û gote min ‘’ Hop hemşerîm yasak!’’ hema bi dest re min şilîyek di pêşîya derpîyê xwe de hîs kir’’


Gava ku kurik bi peyva ‘’ îhtilal oldu. Evine dön’’ dihise, bi gotina wî ‘’ min got qey mirin ji xewêşiyar bû’’… Leşker û peyva îhtilalê ew tofana kambax li rihê kurik dikin û ew bi kelecaneke reşbinî dadigere malê. Li malê gava ku ew rewşa dijwar ji bavê xwe re reva dike, Bersiva bav gelekî manîdar û ji serî heya binî hêjayî nirxandinekê sosyolojik e. Ba dibêje ‘’Nimêja îne jî çû’’..

Heza edebiyatê, nexasim hêza romanê ew e ku tîşten erbabê siyasetê nikaribin bêjin, ew dibêje.

Sahneyeke dinê tê ber çavê min, li navçeyê( Farqîn bi xwe ye) di komeleya navçeyê de xortên ‘’ devrîmcî’’ ji boneya dîrûşmeya ketine qirika hev. Ali yek dibêje divîyê dirûşme ‘’ Bijî yekîtîya Kurd’’ aliyê din dibêje na xêr bila dîrûşme ‘’ Bijî Kurdîstan’’be. Disa weke sosreteke sosyolojîyê, niştevanê wê navçeyê ‘’hemû Kurd’’in û wê li ser diwarên wan Bijî kurdîstan bête nivîsandin. Ew sahne tenê bi serê xwe, diroka asimlasyonê dîroka înkar û mihandina netewekî, bê gotin û bê vesikeyên dîrokî ispat dike.

‘’ Ez giyanek im. Giyanekî di jiyanê de hatî fetisandin’’… Dîbaçe’ya Mirina Bêsî weke derbêke ‘’dûzaneke ko’’,ku di rih û hestê mirov de dadiçike,tevlî hemû rewşa însanî û ehlaxê mirovatîyê, ‘’şîlfîtazî’’ li holê, matmayî dihêle. Helbet hilbijartîna wê despêke ne tîştekî ji rêzêye, serê xwendevan di asoyekî teng de, lî derîyekî hesinî dikeve û êdî nema hişê wî tê serê wî. Ku çawa hilbijartina mimarîya vegotinê bi kod û kadê xwe, xwedîyê wateyeke ‘’taybet bin’’, dîbaçe jî, xwendevan rastê rast dadikişîne nava kezeba mijarê.

Ku bi ya min be û ez di vêşiroveya xwe de ne şaşbim, niyeta nivîskar ne danîşanîya ‘’ezîyeta ku li giyanê dibe,’’ ji vê watedarîkîrîne vedetîr,mebesta nivîskar ew e ku karîbe bi vê dîbaçeyê, tekîlîya di navbera ‘’giyan û ehlax ‘’de ye, dest nişan bike.
Ji divîye ku mirov di pêşî de bêje derdê Mirina Bêsî ne ‘’pornografîya’’ eşkence û eşkencekêra ye. û disa şîkîr ji Yezdanê mezin re, bala nivîskar û hewldana Mirina bêsî, ne li ser vegotina ‘’maxdurîyeta arabesk e’’;bi awirekî hûndurîn li maxruriyeta netewekî xwedî şariştan û çandeke ku her daîm li ser piya maye û xweparastîye,bi ‘’hûmanîzmayeke mezîn’’ li terh û tovên wan dinêre.

Mirina Bêsî

Dilawer Zeraq

Lîs Roman,

201 rûpel.

Têbînî: Ev nivîsar li servehîya Rojnameya tirkî ya Tarafê ya bi navê Taraf-kitapê bi kurdiyê belavbûye, Kurdîgeh wê nivîsarê bêyî ko dest lê bide wek-xwe belav dike.








Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje
***


www.kurdigeh.com ...