Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Were
2011-01-06 23:36
Hekîmê Şirnexî
info@kurdigeh.com
Ji hêstirên çavên zarokekê bêgunehtir in hest û hizrén min;
Lê tu were em nav meyê de wenda bibin...
Ti mineta meyê li ser min nîne; dilê min ji xwe serxweş e;
Şerab hînceta dîtina te ye..

Da ko bi xêra wê şeraba sor; piçekê bi ser xwe ve bêm,
divêt ev dil û Xeyam di gorê de li hev bibeşişin û keyfîn bibin …

Were….!

Ez û tu welatek azad ava bikin ji neteweyên mezlûman
Da ko Seîdek û Rizayek
ji kêfan serê xwe rakin û gora xwe işkere bikin….

Were…!

Em ji kezebê ji hev hes bikin;
Da ko xîret bête “Xanî”yekî
Û “Memozîn”ekê birijîne li ser kaxezekê
Pê pênûsek bêwar û bêwelat…
Bila Shakespeare bişewtîne hemî berhemên xwe piştî wê…

Were…!

Em bibin helbestek li ser dîwana Hafiz;
Da ko gotinên zêrîn bipijiqin ji Cizîrîyî
Û berê me ji Şîrazê ba bide Medreseya Sor…

Were..!

Ji kerbê axa û began em li çola bikevin;
Belko em ji xwe re rêhevalekê bibînin;
Bi navê Feqî…
Hevalek bêdîlber û bila bê senexwan…

Lê dîsa tu were;

Em di nav gunehan de melevanî bikin..
Da ko “ez û tu” bi tenê bikevin
Haletê işqê….


>> Ronî Tarî, Şirnex

__

Edîtor:

Ronî Tarî yek ji xwendekarên zanîngehê yê beşa zimanî ye û eve sê sal in ko li ser peyvên kêmnas yên kurmancîyê dixebite, dê li beşa “peyvistan” a Kurdîgehê bi Emînê Banehî re arşîveka peyvên kêmnas amade bike...

Ronî Tarî dê şevê li me bike ronî û rojê li dijminê kurdiyê bike şev... Ji eşqa kurdîyê çavtarîtî lê ketiye û ti bend xwe li ber wî nagirin...

Kurdîgeh bi agirê dilê xwe ketiye pey çavxezala xwe kurdîyê, tu li ser xêrê hatî Memê kurdîyê, tu li ser xêrê hatî Ronî Tarî