Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] tu diçî Eftelya?
2012-01-20 20:20
Yehya OMERÎ
info@kurdigeh.com
tu diçî Eftelya?

xem nake delalê

here ji warê hestên min

ez ê te bispêrim nifirên evînîyê

ez ê ji bibîranîna te, helbestên dilkovan bidoşim

ez ê li ser şopa derewên te, destana xayintîyê binivîsim Eftelya!!

û ez ê derewekê li xwe bikim;

rojekê

wê Eftelya were ser bêndera dilê min

û rojekê stêrk...

ji bo me...

wê çîrûskê hezkirinê, bide ser gerdena şevên sar

***

min şîretek li payîzê kir;

êdî pellê evîndaran dê biweşin, ser dîlê Eftelyayê.

û şîretek li zivistanê kir;

Ew ê ji mîjankê Eftelyayê zîpikên kevirî bibarîne.

***
pîştî ku te dilê min vala kir

ez jî, ji xwe sar bûm.

û min jî

terka xwe kir Eftelya...

ez jî kuçe bi kuçe

li xêrnedîyê Ezraîlî digerim..
-------

Yehya Omerî








Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje
***


www.kurdigeh.com ...