Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Kurdîgeh ya kê ye, erkên wê çi ne û wê di salekê de çi kir?
2012-01-23 20:36
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Kurdîgeh:

Kurdîgeh malpera komek ciwanên kurdîhez e. Ti têkiliyên wê bi ti sazî û fikrên sîyasî re nîne û nivîskarên wê dizanin ko sîyaseta herî mezin li xwe û zimanê xeyî û xudanbûn e.

Erkên Kurdîgehê:

1- Kurdîgeh, xemê herî zêde ji paşeroja kurdîyê dixwe, parastina kurdîyê erka wê ya sereke ye û ji bo wê yekê:


1.1- Kurdîgeh, hêjayîtîyên bab-û-bapîran; ziman, edebiyat, kultur,edet, sitran, mamik, leyistok, çîrok û hwd ji bo zarokên kurdan berhev dike û bi arşîvkariyeka pir xurt wan diparêze.

1.2- Kurdîgeh, rêyê dide ciwanên kurdîaxêv, nemaze ciwanên kurd yên zanîngehî û bi wê yekê ji bo paşeroja kurdîyê arîkariya derketina nivîskarên nû dike. Kurdîgeh hizir dike ko ew ciwanên kurd yên zanîngehî dê li Kurdîgehê wek li dibistaneka kurdîyê bin, bi tecrûbeyên nivîsînê fêrî rihê(giyanê) kurdîyê bibin û bi wî navê xwe yê ‘’nivîskarî û kurdîhezîyê’’ piştî zanîngehê di civaka me de wek dixtor(bijîşk), parêzer, mamoste û hwd bişixulin û zimanê xwe bi wê şarezayîtîyê bikin rengekê jiyana civakê.


2. Ji bo ko: nivîs pirtir bikare bigihe her derên dinyayê, bi destêxistina nivîsan zûtir û hêsanîtir be yanî mirov bikare gelek hêsanîtir serdeyî arşîva Kurdîgehê û pişka lêkolîna xwe bibe, erzantir be, arîşeyên belavkirinê û çapkirina li ser kaxezan nebe û hwd Kurdîgeh her çende barê kovara Hawarê yên ji îroyê re lazim li xwe bigire jî weke malpereka înternetî dişixule û ji paşerojekê re Hawarekê çêdike.


3. Kurdîgeh ti caran dest ji sê hêjayîtîyên neteweyî yên kurdan naberde (kurd, kurdî û Kurdistan) lê belê Kurdîgeh ti caran bi partî, sîyaset, serok û hwd yên minaqeşeyên ‘’sîyaseta me ya îro’’ ve mijûl nabe.


4. Her çende nivîskarên Kurdîgehê bi exlaqê kurdîtîyê nexişîbin jî, nemaze her çende nivîskarên wê hemî jî nefsbiçûk bin jî ‘’Kurdîgeh ne nefsbiçûk e.’’ Kurdîgeh gelekê ji xwe razî ye, ew ji gotineka belave bawer dike ko weha ye: ‘’ heke her kes nefsbiçûk bûna, ti kesan tiştên nû nediafirandin[her kes dê ji halê heyî razî bûna]’’ Kurdîgeh bi wî exlaqê xwe yê bi xwe serbilind û ji xwe razî berhemên ji xwe razî belav dike û li xwe kom dike. Ev yek barê nivîskarên wê girantir dike.


5. Serastkarîya zimanê Kurdîgehê bi perspektîfa zimannasîyê li kurdîyê dinêre, ji beriya zimanê dayika kurdekê li zimanê dayikê yê kurdan dinêre lê belê bi qaîdeyên zimanê Kurdistanê taybetîyên herêmên wê diparêze. Hawar û gramera Celadet Alî Bedirxanî rêberên zimanê Kurdîgehê ye lê ew guh dide guhertinên li gor qaîdeyên zimannasîyê jî.



Kurdîgehê di salekê de çi erkên xwe pêk anîn?


1. Kurdîgehê di salekê de rê da 65 nivîskarên ciwan yên kurd ko wan nivîsa xwe ya bi kurdîyê ya pêşiyê di Kurdîgehê de belav kirin. Kurdîgehê ji 32 nivîskaran re quncik çêkir ko ew bûn nivîskarên Kurdîgehê yên daîmî, ji wan nivîskarên daîmî yên Kurdîgehê 21 nivîskar xwendekarên zanîngehan in ko ew pişkên gelek ji hev cida yên zanîngehan dixwînin ( hiqûq, dermansazî, dîroknasî, kîmyagerî, zimanzanî, tib,cografiyazanî, kompîterzanî û hwd )


2. Nivîskarên Kurdîgehê 318 berhem li Kurdîgehê zêde kirine ko di nêv wan de ji bilî helbest, çîrok û nivîsaran lêkolînên berfireh yên li zimanî, ferhengeka peyvên hiqûqê, lêkolîneka li 200 lêyistokên zarokan û arşîva 154 mamik-tiştonekan heye.


3. Kurdîgehê di nêv civata mereqdarên kurdîyê de xwe da naskirin.


4. Kurdîgehê belgefîlmeka çêkirina dîfsê(dimsê) belav kir û sê belgefilîmên bi mijarên cida jî li ber belavkirinê ne.

--------

Edîtor:

Miradê Gundikî

Şêwirmendên Kurdîgehê:

Şêwirmendê zimanî: Mustafa Aydogan

Şêwirmendê çanda kurdan: Mihemed Sanri

Şêwirmendê Hiqûqê: Alî Bayram

Şêwirmenda meteryalên perwerdekirina kurdîyê: Zozan Hawar









Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje
***


www.kurdigeh.com ...