Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] nextê mirinê
2012-01-25 09:39
Zero BEXTEWAR
info@kurdigeh.com
"" Ji Kawa Nemirî re ""


1.

Ev Çileyek veciniqî ye ji harê dilê min ve
Diheciqin kewên li ser stûnan
Kovan derbas dibin li ser laşê min
Tîp bi tîp, bîranîn li ser bîranînan…
Nanê min nayê gezkirin bi diranên min ve
Derbendek….
Lê derbendek…
Dizanim, dizanin
Dergûşa min li ser newalek berfgirtî maye asê
Xew, mirinek erzan e li vê newalberfê
Mirin jî wek evînek bendewar, tuj û qedexe...
Ez ê çi b‘serê xwe b‘kim newalê!!!
Xwelî li serê xwe b‘ke
Xwelî li serê min dikin…!
Bêguneh nînim,
Min xwestibû bidaliqînim wan gunehan
Lê min nizanî tu daxwazkuj î…

Olanek ji newala berfgirtî nayê
Kanî Çiya?
Li ku ye Çiya?
Mirinên min bûne liyan li ser vê newalberfê
Xwe dixijiqînin,
Şil dibin,
Dilewitin…
Lêêê, porpîr dibim…

Bo xatirê evîna çivîkangût
Nebêje ev çi dilreşî ye!
Nebêje haya min ji te tinebo, xwîniyê!

2.

Min nextê mirinê da te
Ew next ji bav û kalan mabû ji min re
Ji min re tiştek nemabû ji xeynî wê
Ji xeynî bendmayînê…
Navê keviyên biharê diguhere
Tim spîberf e êdî newalên mirinê
Tûrê diya min ji min re dagirtî de
Nanê kilor, penîrê spilkê hebû
Qapûtek kîp li min bû
Destên min ên zîz de seneda nextê mirinê
Seneda xwekujê…

Mefera xelasbûyîna mirinê tune
Di destên bavê min de hêviya jiyînê tune
Ez kuştiyek wenda me êdî Lêêê…
Rojê pênc dan şewatek im
Sê dan di berfnewalê de kuştiyeke nenas im
Serê min bixwe hêvî
Bêçarê Lêêê
Ev biryara te bû
Ev kiryara te bû

3.

Goristana min, Lêêê
Li ber goristana bav û kalên min de
Tu dizanî çiqas sartir e kemîna mara
Qapûtê min ê kîp çi pê bû?

Çûyîna min ne tişteke nû bû
Bi hezar salan ez hatim û çûm
Bitenê
Hatim û çûm…
Tenê gilîpirseke min heye:
Çima dilê me dibe xwelîdank ji evînkujan re

Dîwarê eniya me de wiha dinivîsê:
“Di qal û bela de xwestek hebû
Di jiyînê de daxwaza mirinê tunebû
Lê ew çûn, ew diçin
Ew ê her tim biçin….
Lo Looo yên wan çûn mirinê
Lê Lêêê yên wan hatin kuştin”
Ez dahf didim bêhêvîtiyê
Min dahf didin çîrokbêjên mirinê…

SELAMÎ ESEN








Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje
***


www.kurdigeh.com ...