Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] gava ko tu bêyî
2012-02-04 20:25
Şêro Dalînî
info@kurdigeh.com

Gava ku tu bêyî

neynûkên gotinên min nebire

şemala wêrekiya di

çavên min de

gurtir bike

kelegermiya min

ya ku ji gijbûna te zaye

ya ku li ser te û ji te

dilerize

ya ku ji çûyîna te û pê ve

ba bi gorî oxira te dike

di kesereke xil-û-xavî de nekuje



gava ku tu bêyî

beytikên di paşila min de

bi mêbûna xwe kedî bike

bi kêstekî bi lîsa kulan bilîze

wan fêrî vejîna jiyanê bike



gava ku tu bêyî

sayîbibe

gotinên xwe li kevanên tirsok

nepêçe



û rojiya xortaniyê

di kêferata gihandinê de

sûcdar neke



ez ji pêsîra dengvedana tîpên te

dipişkivim

ji hevîrtirşê dengê te re
heyvanim

semyanim



ma tu nizanî sîxurên gotinan

ji kengî ve davkan li ber min

vedidin?

ma tu zanî ji par û vir ve

ne yek salî me?



ji nêza dîtina te re bêweşim

bêhişim





û ji xwe gava ku tu tê

bi her hilmekê ji te

bi kulman keserên

di kolanên çareyan de

bi sermê di kevin

di qirika ku ji nû ve

dipişke

dibin volkanên herijî



gava ku tu têyî

dikim ku darê pişta gotinê

qop bikim



û

ji

xwe

gava ku tu diçî

bayê kur tiliyên min

ji pel û pênûsê tazî dike

zimanê min ji gotinê dibirêje

wan ji min diweşîne

tazî dimînim

û xwe jî

tevlî şewata gotinê dikim.

------
» Şêro Dalînî









Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje
***


www.kurdigeh.com ...