Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[lêkolîn-nivîsar] Evdalê Zeynikê û Şerê Xozandaxê
2012-02-05 09:31
:: Omer ALAN
info@kurdigeh.com
Li welatê jorîn serhedê wextekî dîwaneka dengbêjan hebû, bi navê dîwana belek.

Dîwan ya mîrê navçeya Elajgirê bû, dengbêjê dîwanê jî dengbêjê qulîngan, Evdalê Zeynikê bû. Mîrê dîwanê, bavê Evla Beg, Sûrmelî Memed Paşa , siwarê hespê Erebî bû.

Wê çaxê şevbihêrkên dîwana Sûrmelî Memed Paşa de, li Gundê Kela Elajgirê, Evdêl dîwan şox û şeng dikir. Dengê xwe yê qulingî ve kilam li cimaeta digerand, govend dixemiland.

Her şev dîwana belek Evdêl li serfêza xwe dihewand, bi mêvanî.

Paşê jî kilamên qedîm li ser lêvên Evdêl dixuricîn. Evdêl bi sê dengan dikir gazî, Gula bav filleh jî dengê xwe yê kurmancî ve lê wedigerand.

Wê xweşiya cimaetê demekî dom kir, roj êdî bi halekî din li ser Çiyayê Kosedaxê de weldigeriya. Li deştê genimê sor bi dengên wî ve disincirî, li çiyê belekiyê berfa ji ber eşq û awaza wî diheliya. Xwezaya serhedê û dengê dengbêjê mezin ji hev dihatin.

Gotinên wî wisa peyv bi peyv wek pêlên behrê li ser xaka Kurdistanê belav dibû, nav û dengê wî ji tixûbê Îranê derbastir kiribû. Wisa ku bêhna kilamên wî li ser bêhna gul û sosinên zozanan diket, bi çem û kaniyên derbihara re dixuşxuşî. Li welatê jorîn di nav cimaetan de, ji devê herkesî gotinên wî derdiçûn, lê pir kesan nedizanî ku ew gotinan yê bavê Temo û siwarê Gogerçînê ne.

Wan demên xweşiyê de, ew gotinên Evdêl yên, ku bi temamî kilam bûn, li ser deşta Elajgirê wek kulîlkên derbihara çeng vedidan. Gund bi gund, bajar bi bajar, çiya bi çiya, ew kilam li seranserê welêt, bi per û baskên xwe ve mînanî qulînga Evdêl bilind hildifirîn. Heta qîz û bûkên çekşo yên li ser çemê Erez jî ji wan kilaman nesîbên xwe hildigirtin. Kelam dikemilîn, hildifirîn, dûr ve diçûn, Evdêl re dibûne navûdeng û digihiştine dîwanên li walî tixûbê Îranê.

Lê pir nekişand ewrên reş û tarî li dor Çiyayê Kosedaxê civiyan û wê deşta çand û dengbêjan de rojên oxirmê giran hatin ber dêrî. Nameyekî reş ji Stenbola payîtextê Osmanîyan hat. Nameyê digot bes e êdî, civat bi kilaman ve hilhat.


Nameya ku ji wê bajarê dûr hatibû Elajgirê, ji Sûrmelî Memed Paşa çarsed mêrxas dixwest bo şerekî qirêj. Loma, ev çendek bû ku dîwan bêkilamiyê de mabû , ezman zer û zîz bibû, êgir li ser dîwana Mamed Paşa de dibarî, çarsid siwarên deşta Elajgirê -Zêdikan-dibûn rêwiyê rêya Xozanê an jî mirinê. Ji hemû gundê deştê û yên çiyê mêrên bijare mecbur diman bo şerên qirêj bikevin serê rê û dirban. Qedereka sedsalî dîsa bi awayê mirina sar ve derket pêşberî kilamanên Evdêl.

Evdalê Zeynikê li ser vê rewşa xirab û bêçare de, ji ber girî û qêrînê qîz û bûkê çarsed mêrxasan, siwarên xwe bi kilaman ve bi rê dikirin. Rêya mirinê de kilamên Evdêl dibûn mexsed û mirazên dawî yên dilê hemû sîwarên ji welêt dûrketî.

Ez ê li dîharê Kela Elajgirê dikevim ha li beyara
Hela mêzebikin li leşkerê qerenîzamiyê û li refê siwara
Çarsid xortê eşiretê berê xwe daye xerîbyê
Rebê Alemê, Mîrê Mîra sihuda wana bişxûlîne li pêş neyara


Xweşmêr bi dua û kilamên Evdêl ve xwe digihînin Xozana Edeneyê. Nizanin ka çi ecêba reş yê derkeve pêşiya wan. Li Xozandaxa Edeneyê mêrxasên di xortaniya xwe de, yên xwedî kozî û kulfetên li malê, serê xwe datînin ser axa sar.

Wan rojên weyloyan de xwîn dirije, cinazetên wan xweşmêran dimînin bêxwedî di nav delê Çiyayê Xozanê de.

Evdal li wir çavê serê xwe mirina bi sedan xortên eşîratê dibîne. Ser de jî li wir Mîrê xwe Memed Paşa û Qeymezê Êzdî yê ciwanmêr winda dike. Li ser wê dilxemginiyê wiha dibêje:’’ Xelkê winda kiriye teke-tûka, min ê winda kiriye li welatê xeribiyê Sûrmelî Memed Paşa, bavê Evla Begê, reîsê mezinan û piçûkan’’

Li welatê xeribiyê, ji şerê Xozandaxa xopan, nêzî çil kesan ji ber bayê mirinê difilitin. Evdal çaxa ku ji wê şerê qirêj û ecêba giran wedigere serhedê, Elajgir reş girêdide bo siwarên xwe û dîwana Mîrê wî jî ditemire. Lema, bavê Temo êdî hez nake li wê navçeya Agiriyê bimîne:

‘’Ay de lo lo mîro, dilê min naxwaze îro şun de here Kela Elajgirê, li daraxacê devê sazê.
Ez dinêrim dîwana Mîrê min temiriye dengê Evdal tê de nayê mîna qulinga, fena qazê.’’


Paşê çend salan bi dengê bûma ve kon û warên zozanî ava dibin. Evdal li navçeya Elajgirê namîne. Pey re jî dîwana Evdêl ditemire. Evdal dawiya emrê xwe de û korbûnê dibîne. Lê bi gotina wî Mîrê Mîra, jê re qulîngekî dişîne. Temo û qulîng jê re dibin ronahiya çevan.



………………………………
Têbinî:
Elajgir: navçeya Agiriyê ye ku wek Zêtka/Zêdikan jî tê zanîn.
Çiyayê Kosedaxê: çiyayek li navçeya Zêdikan (3.433 m)
Xozan: navçeya Edeneyê ye.
Kelê: gundekî navçeya Zêdikanê ye ku wê demê navçe bû, dîwana Surmelî Memed Paşa li wî gundî bûye. Bi tirkî Toprakkale.
------------------


» Omer Alan








Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje
***


www.kurdigeh.com ...