Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[kitêb] Weşanxaneya Ronahî du pirtûkên nû ji bo zarokan belav kirin
2012-02-07 07:24
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Weşanxaneya Ronahî ya ku navenda wê li Amedê ye vê hefteyê du pirtûkên nû pêşkeşî zarokên kurd kirin. Herdu pirtûk jî yên zarokan in. Pirtûka yekem ya mamoste Heciyê Cindiyî ya bi navê “Hikyatên Cime’ta Kurda” ye. Ya duyem jî pirtûka Tolstoyî ya bi navê “Çîvanok” e.

Berhema mamoste Heciyê Cindiyî di heman demê de yekem çîrokên zarokan yên kurdî ne. Ew di sala 1935ê de yekem car bi tîpên kîrîlî hatiye weşandin. Mamoste Hecî gund bi gundên Kurdistana Sor geriyaye û ev çîrok ji zarbêjan wergirtine. Çîrokên di vê kitêbê de me bi awayekî ji kal an pîrên xwe guhdarî kirine. Ji ber wê jî hemû çîrokên vê berhemê nas tên bi meriv. Taybetiya vê berhemê ya wekî din zimanê wê ye. A rastî jî berhema Mamoste Hecî bi zimanekî ku em dikarin jê re bêjin “Kurmanciya reş” hatiye nivîsandin. Gelek peyvên mirî di vê kitêbê de vedijîn.

Berhema din ya bi navê Çîvanok’ê berhema Tolstoyî ye û ji zimanê Rûsî bi arava Tosinê Reşîdî hatiye wergerandin. Hemû çîrok yên Tolstoyî bixwe ne. Tolstoy di gundê xwe de ji bo ku zarokên derdora wî fêrî xwendinê bibin van çîrokana dinivîse û bi wan dide xwendin. Di heman demê de ji wan re, bi van kitêban mamostetiyê dike. Ev berhem bi şêwazeke dîdaktîk hatiye nivîsîn. Wergera wê jî bi kurdiyeke tekûz ji aliyê mamoste Tosinê Reşîdî ve hatiye kirin.
-------

» Weşanxaneya Ronahîyê - Kulturname - Kurdîgeh








Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje
***


www.kurdigeh.com ...