Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[îronî] Li gundê me tenê Eyşo xweşik e
2012-02-23 20:08
:: Ayhan URMÎYE
info@kurdigeh.com
me ji şîvê re dîkek kirîbû, kurmamê min go we gelek biha kirîye ...!
min telefon kir Kamilî da ko bizanim gelo min dîk biha kirîye yan erzan ?!

ez : kamil beg dîk bi çendê ne ?

Kamil : dîk ...?!

dîk çîye ?

ez : dîk da qûqûlû qû qûûû ...!

Kamil : Xwedê min navê tiştek Wiha heya niha di umrê xwe de
nebîstibû ...! qusûrê efû bike .

Ez gelek ketim xema Kamilê reben min go ka qey dîn bûye lê piştî çend
roja min zanî mesele çî ye , lêkolîna aşkera kir ko gelê me navê heyvana
wekî şîfre ji bo tiştê qaçax bi kar dibin Kamilê belengaz jî heya niha navê
dîka wekî şîfre nezanîbû .

Çend heb şîfre :

Bizna reş = Tiryak

Beza sipî = hiroyîn

Hêstik = kirîstal

Hecî kako = kokayîn

3 golikê hecî kako min re bîne yanê 3 kîlo kokayîn min re bîne ....!




**
Gundîyekî me basa daweta kurê xwe dikir :

Dema ko me keçik xwast bavê bûkê got xwedê ji we razî be rêya gundê me gelek nexweş e lewma gelek erebeyan neynin , Xwedê nekirî ez naxwazim tu qeza biqevimin , min jî got rehmet dayîk û bavê te wele tu karê me hêsan dikî , roja dawetê em bi 4 erebeyan çûn lê dapîra bûkê destê xwe dabûn kêleka xwe û got :

welehî heya ko hûn 100 erebeyan û 100 berbûkê ciwan neynin ez bûkê nadim ….!

Min jî got dadê wele ez dikarim 100 erebeyan bînim lê 100 berbûkê xweşik ez ji kû peyda kim ….?!

Di Gundê me de tenê Eyşo xweşik e ew jî li xwe nagre her kesê re bibe berbûk ….!

**

» Ayhan Urmîye


Têbînî:
Wêneyê li jorê: Deşnî Murad
Çavkaniya wêneyî: rohlatmusic.com

**







Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje
***


www.kurdigeh.com ...




...........................