Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[kitêb] Çapa nû ya «3 gav û 3darek»ê belav bû
2012-02-23 20:16
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Romana Jan Dostî 3 gav û 3darek / Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê kal de ku di 2007ê de di nav weşanên Avestayê de çap bûbû elaqeyek baş dîtibû û di demeke kurt de xilas bûbû, çapa xwe ya duyemîn kir. Avesta piştî çapên nû yên Mijabad û Mîrnameyê dê romana nû ya Jan Dostî ku temam bûye bigihîne xwendevanan.

Ji romanê

Rêza sêdaran li wê meydanê, xêzek nivîs bû, bi xameyeke ji Lozanê di pêçiyên Enqerê de li ser rûpelekî kurdî hatibû nivîsandin. Ew xêz hemû elifên bi dardakirî bûn, weke qendîlên vemirî di hêwana mizgeftekê de piştî nimêja sibê. Hemû zengelokên ku berî kêlîkekê diqêriyan bûn, hemû çavên bi azadiyê kilnebûyî bûn.
(…)
Di navbera şêx û werîsê sêdara wî de êdî sê gav mabûn, du gav heta sekoyê û gavek heta ser kursiyê di bin werîs de. Di navbera wî û mirinê de sê gav mabûn. Di navbera wî û xwedê de sê gav mabûn. Sê gav dê stûyê wî bigihînin ber sêdarê, ber kenarê şikandina tîbûnê û şikandina hêviyan jî pê re.
(…)
Şêx ew xêz bi çavên dilê xwe xwendin, dilê xwe yê dihate guvaştin wê katê weke dêwleke av di destê yekî tî de. Çavên wî yên ku dixweriyan dîsa bi hêsir bûn. Wî bi hêsirên germ yên ku li ser dêmê wî herikîn, xemên welatekî dinivîsîn.

Jiyaneke li ber sêdarê “3 gav û 3darek”

Nivîskar romanê bi hostatî honaye. Şêx Seîd her ku ber bi sêdarê ve dimeşe, dixwaze jana têkçûna serhildanê ji bîr bike û ruhê xwe yê birîndar bi xweşiyên rojên berê derman bike. Lê dilê wî dîsa jî aş nabe, berê wî tim li Xwedê ye dixwaze pirsek jê bike.
Di romanê de tîbûn wek hêmayeke gelek xurt hatiye bi kar anîn. Dîsa gwîzhavêtina ser quban jî hêmayeke ku wê kurd gelek li ser bifikirin. Aniha gwîzên me li ser parçeyeke qubê sekinîne, hêvî ji bo perçeyên din.

Wê xwendevan belkî jî cara yekemîn di romanê de Şêx Seîd ji hemû kirasan tazî, wek însanekî sade jî bibînin. Çimkî kirasên serokatiyê, Şêxîtiyê, mezinatiyê rola wî ya di jiyanê de pirr giran kiribû. Nivîskar di hinek beşan de van kirasan jê datîne û wî bi dilê wî yê tazî dide xeberdanê.

Receb dildar, www.netkurd.com, 2.3.2007

NIRXANDINEKE KURT LI SER ROMANA JAN DOST “3 GAV Û 3DAREK”

Tevna romanê baş e û şêweyeke balkêş bi kar aniye. Destê sibê Şêx Seîd ji girtîgeha Derê Serayê digrin ku bibin ber deriyê mizgefta Mezin bi dar ve bikin. Ku dirêjiya rê hemû 300-400 metre ye. Roman weha dest pê dike û bi paş ve vedigere dema zaroktiya Şêx Seîd. Behsa zaroktiya wî dike û dîsa vedigere ku hîn çend gav navêtiye û negehiştiye ber sêdarê. Carek din vedigere dema xortaniya wî û dîsa tê ser gavavêtina wî ya ber bi sêdare ve. Rewşa osmanî û kurd û Kurdistana wê demê tîne zimên û carek din vedigere û pê çend gavên din jî dide avêtin. Şer dest pê dike û heta tê girtin. Yanî bi kurtî dema Şêx Seîd diçe ber sêdarê di navbera çend saetan de hemû jîyana wî wek fîlmeke bi reng û deng tê berçavên wî. Belê Jan Dost bi rastî di vê mijarê de serkeftî ye. Girêdana bûyeran bi awayekî hostatî û hunerî bi hev ve hatine hunandin û girêdan.
Rastî û xeyal di nav hev de hatine hunandin û nexşandin. Carnan weha bi westatî hatine hunandin ku mirov baş dernaxe û nizane ka kîjan jê rastî ye û kîjan jî fantazî ye.
Jan Dost zimanekî wêjeyî bi kar aniye. Zimanekî rewan, zelal û pîlebilind. Sembol û mînandinan (şibandinan) baş û di cih de, bi kar aniye.

Amed Tîgrîs, www.amidakurd.com. 24.05 2007

Sê gav û pirsek fetisî

Jixwe zimanê Jan Dost yê poetîk xwendevan tevlî çemekî xemgîn dike. Roman tev de mîna helbestekê ye. Û ev aliyê nivîskar yê serkeftî jî, hin caran ji bo romanê dibe pirsgirêk. Yanê car caran helbestvaniya wî, dorê ji romanê distîne, ji bîr dike ku di nav romanê de mêvan e. Rola romanê didize: “Wê şevê xwedê pişta xwe dabû dinyayê û li ser erşa xwe ya nûranî, hêsirin ji ronahiyê dibarandin…. Hemû xwedayan giriyê xwe ji hev vedişartin û çavên xwe ji wê meydana li hember camiya mezin a Amedê dadigerandin.” Xwedê çima hêstran dibarîne? Helbest xweş e, baş e lê divê nekeve pêşiya romanê. Divê helbest bizanibe ku ew di nav romanê de mêvan e… Ev nêrîna min a şexsî ye, dibe ku ji bo xwendevanên din ev ne mesele be.

Rahmi Batur, www.diyarname.com, 07.09.2007

PIŞTÎ MIJABADÊ “3 GAV Û 3DAREK”
Heminê ku me behsa pêşketineke têkildarî wêjeya kurdî kir, em careke din bala we bikişînin ser xebereke din a xweş û dawî li nivîsa xwe bînin. Xebara din a xweş ez bawer im we hemûyan di nûçeya Diyarnamey xwendiye, lê dîsa jî ez bibêjim: Romana nû ya JAN DOST bi navê “3 GAV Û 3 DAREK” derket. Heke ku hûn yek ji hezkirî û evîndarên zimanê/wêjeya kurdî bin bi ya min qet j zûtirîn demê de bikirin û bixwînin… Hûnê tam û çêjeke bê terîf jê bistînin, tam û çêja helbestvanekî…
Ji ber ku Jan Dost ne tenê mejî û aqilê xwe; dilê xwe jî kiriye nava romanê de… Ku we Mijabad xwendibe, bawer im niha hûn baştir têdigihên ka ez dixwazim çi bibêjim…
Dawud Rêbuwar, www. diyarname.com, 07.09.2007

sê(3) roman û nivîskarek(1)

Jan Dost, ji ber hişmendiya xwe ya mêjerî ku ji berhemên wî diyar e bi mantiqeke matematîkî serê xwe bi nivîsên xwe re diêşîne…

Objeyên aydî leheng û yên têkîldarî leheng weke lehengên biçûk ên romanê di her beşê de derdikevin pêş û weke rengên alîkar ên wêneyekî, ruhekî taybet didin romanê: Şijika ketiye şimikê, şimika şoreşê, saeta serkîsof, şehê ji dara gwîzê, şaşika spî, sêdarên spîndarê, şivqelûn, tûtin, werîsê zeytkirî, gwîz, kilê subhanê, desmala perîxanê, gustîlka zîv, kevir, liba tûyê… Dema ji van objeyan qala hinan tê kirin, têkîldarê wê objeyê qala xayîntiya hevlingê Şêx ê bi navê Qasim beg jî tê kirin. Ji lewre ew obje di bêrîkên mirovekî nehêja de hîna bêtir Şêx dîêşîne û mahdê xwîner jî ji kirûyeke wiha dixelîne.
Dîsa sê lehengên ku ji xeyalên nivîskar afirîne, her carê bi xwevegotin û xeyalkirina lehengê sereke re bi rêkûpêk dimeşin û cihêrengiyekê didin pêşaniyê.
Yaqob Tilêrmenî, Azadiya Welat,

3 gav û 3darek
Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê kal de
Jan Dost
Çapa Yekem: 2007
ISBN: 9944382199
19.5×13, 208 rûpel, 13 TL
www.avestakitap.com

Serkanî: www.kulturname.com