Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[rexne] Pêşengeha Sûretên Êşên Me
2012-02-23 20:20
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Çend têbînî li ser romana Pêşengeha Sûretan a İrfan Amîdayî ...

Pêşengeha Sûretan, berî her tiştî pêşengeheke pirengî ye. Çîrokên me ên jibîrbuyî, ên windayî û ên ku mîna qolincekê li ser zikê me bûne girêk, diraxe ber çavên me. Lê nivîskar vê yekê ne tenê bi riya sûretên bi keser, lê her weha bi zimanekî helbestî û dewlemend, bi vegotineke nû, bi devê vebêjerên cihê û bi atmosfera sînemayî nîşanî me dide. Di heman çaxî de jî me di nava çîrok, dem û evîn û bîranînan de jî dibe û tîne.

Bi kurt û Kurmancî, wêjeya kurdî bi romaneke pireng û pirdeng re rû bi rû ye. Panoramayeke êş û evînên derdora Mêrdînê ya sedsala buhurî bûye pêşengehek û li benda temaşevan, guhdar û xwendekaran e. De kerem kin em derbasî hundir bibin…

Roman ku ji pênc pêşengehan pêk tê, di eslê xwe de labîrenteke nasnameya ye. Di her gavê de tiştine yekpare ku aîdî kerekterên din in jî derdikevine holê, ango çîroka wan nêzîkî hev dike, dike heman çîrok, heman kerekter ango heman qeder. Çîroka ku bi giştî di navbera çar kerekteran de derbas dibe, Mele Selîm, Fatîma Xanim, Servan û Zelalê, her yek xwediyê pêşengehekê ye û nivîskar berê objektîfa xwe dide jiyana wan. Di serî de mîna çar kerekterên ji hev azad xwiya dikin ku tu têkilî di navbera wan de tuneye jî, lê her ku çîrok ber bi dawiyê ve diçe, çîroka ku mîna ‘puzzle’yekê ye, perçe bi perçe digihe hevûdu û reng û rûyê çîrokê zelaltir dibe. Di her gava ku objektîf li ser kerekterekî ye, bi awayekî ‘flashback’an ku nivîskar vê şêweyê pir bi kar tîne û pir di vê de serkeftiye jî, di nav dem û ciyên cuda de em diçin û tên. Û çîroka ku di serê pêşî de baş zelal xwiya nake, her ku ‘flashback’ zêde dibin mîna çirûskan di serê xwendevên de çîrok pêşdikeve, rastiyên çîrokê jî derdikevin holê.

Bi kurtejiyana kerekterên vê romanê, em pêrgî dîroka sedsala bîstemîn, a ku tofanên mezin di herêma Mêrdînê de rakirine, dibin. Şer û dijminatiyên di navbera gelên herêmê de, Fermana filehan, zilm û zora derbeya leşkerî, şerê dawiya sedsalê ku hîn jî bi dijwarî didome, koçberiya ji cih û warên xwe û xebatên şoreşgerî ên li zanîngehan… Lê di heman çaxî de jî pirsgirêkên navmalî ên jiyana kurdan, mîna hewîtiyê û berdêlîbûnê ku hîn jî êşên giran in di nava civaka me de. Lê bi ya min, serkeftina herî mezin a vê romanê ew e ku, ew dafika mezin a li pêşberî romannûsekî ku dixwaze dest bavêje gelek mijaran di romanekê de lê ji heq dernakeve û xwendekêr fêmkorî dike û mijarê şêlo dike, derneketiye pêş vê romanê. Ew jî ji ber jîrbûna nivîskêr e ku teknîkeke perçekirî hilbijartiye. Tu şensê nivîskarekî nîne heger di romaneke xwedî gelek kerekterên sereke be û behsa demeke dirêj dike ku ‘flashback’an bi kar neyîne.



Kamerayek heye di destê nivîskêr de û hew berê wê dide insanan, berê wê dide rûyê wan ê tije ji keser û birînên wan. Propagandayeke polîtîk nîne ku hew rexneyan rêz dike, lê em dikarin bi giştî behsa propagandayeke humanîst a tûj bikin ku vê yekê jî nivîskar bi rêya kemeraya xwe (pênûs) dike ku hew berê objektîfa xwe dide bûyeran, rû û bîra kerekterên xwe. Têkilî wan nabe, şîroveyan li ser wan nake.

Em bi riya Mele Selîmî ku bêguman kerekterê herî serkeftî ê romanê ye li gorî min, gereke mezin di nav dîroka nêzîk de dikin û bi riya kurtejiyana wî a pir nasnameyî ku bûye şahidê fermana Ermeniyan, derbeya leşkerî, koçberî û şoreşa salên notî dibin, her wiha xwedî sê nasname ye di romanê de. Mele Selîm ê Misilman, Aramê Ermenî û Fileh û Apê Usiv ê Komunîst. Ew bi xwe jî vê yekê tîne zimên ku rojekê misilman e, rojekê fileh e û pênc rojan jî Lenînîst e. Mele Selîm hem şahid û hem jî birîndarê dîrokeke têkçuyî ye û di her gava romanê de siya wî tê hîs kirin.

Fatîma Xanima ku roman bi dawiya çîroka jiyana wê destpê dike, rûyê wê yê tije keser û birîn, nexşeyeke çîroka dîrokê pêşkêş dike ku ji fermanê û vir ve hew xewna wê ew bû ku birayê xwe yê biçûk ku pê re ji fermanê filitî bû, bibîne. Emrê xwe bi hesreta wî derbas kiribû. Lê heya gava dawî ku wesyeta xwe ji melayê gundî Mele Selîmî re got û xwest ku barê dîtina birayê xwe bike stuyê melayê gundî ku di eslê xwe de ew birayê wê bi xwe bû.

Û Servanî; neviyê Fatîma Xanimê ku li Stenbolê, li zanîngehê dibe ku bibe parêzer û yara wî ya xama, zeriya çavşîn û porxelekî, Zelalê… dane pey riya azadiya gelê xwe. Di nav xebatên xwendekarên welatparêz de, tevî dijwarî, dijayetî û xeletiyên di jiyana wan de ku hertişt yekcarî polîtîze bûye, bi ya min xala herî tenik û zehmet e ji bo nivîskêr. Ji ber ku ew pêşengeha vê komê a gelekî xumamî ye. Helbet ne karê min e ku bêjim çima ev beşa romanê ku behsa ciwanên kurd ên welatparêz, ku xebatên şoreşgerî di zanîngehan de dikin, ne pir pozîtîf in, xwedî felsefeyeke kûr in, ango çima ne kerekterên îdeal in. Helbet ev jî, ji xwe fikrekî dûrî romanê ye. Bi ya min divê kerekter bi her awayê xwe, bi xeletî û dijayetiyên xwe bên şîrove kirin. Lê ev xwendekarên ku li hev dicivin li mala Servên, gelek pirs anîn bîra min. Zelal, Zeyad, Derya, Devrîm, Silêman çi xebatan dikin? Fikrên wan çi ne? Zeyad mîna serokê komê xwiya dike, lê ji serî heya dawiyê fikrên wî ên di derbarê Zelalê de nediyar in. Kom bi fikr, tevger û xebatên xwe qet naşibihe komeke xwedî fikr û armanc. Hew mîna komeke nezan, rûtirş ku hesudiya hev dikin, xwiya dike.

Romana ku ji serî heya binî dixwaze êş, şewat û evînên têkçûyî ên herêma Mêrdînê bi rêya pêşengehan raxe ber çavên temaşevanan, bêguman gelek riyên nû li ber romanûsiya kurdî vedike. Herî zêde ‘flashback’ên ku mîna çirûskan vedidan bi rêya dîmenan ango objeyan (herî zêde qotiya zîvîn a ku ji bavê Şervên jê re mabû ku li ser derûniya wî birîneke kur hiştibû û selîba li bin balîfa Fatîma Xanim ê), çîrok di nav deman de diherikî. Rêxistina pêşengehan (çîrokan) di nav hev de û nêzîkbûyîna li rastiya Mele Selîm û Fatîma Xanimê ku xwendekar bêwestan û bi heyecaneke mezin bi romanê ve dizeliqand, gav bi gav û hûrik hûrik bi hûrbînî û kûrbîniya zanayekî heya dawiyê xwe vedişêre. Lê mixabin herçiqasî peyva “pêşengeh” bi navê romanê ve hebe jî min wêneyê zêde zelal di vê pêşengehê de nedîtin. Lê min êş, evîn û bîrên kûr ên kerekteran dîtin. Belkî ev pirsgirêka me kurdan bi xwe be ku em ji derdora xwe zêdetir bala xwe didine hundirê xwe. Gelo çima qelsiyeke wisa di romana kurdî de heye, ev hêjayî lêkolînekê ye. Dibe ku em qîma xwe bi erdnîgariya xwe neyênin û em li Stenbol ango Parîsekê digerin ku em behsa wê bikin. A rastî herî zêde min ji vê romanê hêviya teswîreke baş dikir û ez hêvîşkestî bûm. Ji ber ku her ku ez ji Mêrdînê diçime Qoserê an Dêrik ê, her gava min di vê riyê de, ji bo min gavek e û bandorkere.

Mijara duyemîn jî mesela vebêjerî ye ku em piranî meselê ji devê vebêjerê Xwedayî dibihîzin. Lê carna vebêjerê ez û tu (pir kêm be jî) jî tê bi kar anîn. Ev jî ji bo derfetên firehbûn û pirdengbûna romanê şensekî baş e. Bi giştî ji bo romaneke xwedî dîmen, sûret û erdnîgarî, ev cure vebêjer derfeta herî fireh dide nivîskêr.

Min berê bi awayekî kurt behsa kerekterê romanê kiribû. Ez dixwazim hinekî din jî bi giştî behsa wan bikim ku min di romana kurdî de bêriya vî cure kerekterî kiriye. Berî her tiştî kerekter bi goşt û hestî ne. Birçî û tî dibin, divekevin, ji hev hez dikin û ji hev aciz jî dibin. Malên wan hene, xwedî kar in. Di heman çaxî de xwedî bîranîn, êş û birîn in. Mirov dikare dijayetiyên ku birastî yên insanî ne, di heman qerekterî de bibîne. Bi kurtî nivîskêr kerekterên romana kurdî ji ezmana anîne ser rûyê erdê.

Nivîskarê ku heya îro bi helbestvaniya xwe dihate nas kirin, îro bi kerekterên xwe, bi dewlemendiya zimanê xwe, bi tevna vegotin û sazkirina çîrokê, bi pirengî û pirdengiya xwe, bi dîmen, agahî û bîranînên xwe berhemeke hêjayî xwendin û lêkolînê afirandiye. Di heman çaxî de jî me bi dîroka me ya nêzîk re rû bi rû dihêle.

Gotin pir in lê dem ji hizr û biranînan re jî divê ku em li ser çîroka qedera herêma Mêrdînê bifikirin. Ka bê me çi bi hev kiriye. Ev paşaja dawiyê a li jêr bêguman ê romanê jî û çîroka me jî ji me re xulase bike.

“Ez Mele Selîm im. Na na. Ez Aram im. An jî nizanim kî me. Selîm ê Sêwî. Feqe Selîm ê evîndar. Mele Selîm ê komunîst. Usiv ê dikandar î bêkes. Birê Aşxanê. Na na Fatîma Xanimê…”(r:246)

» Dawid Yeşîlmen - Kulturname.com

Têbînî: wêneyê li jorê yê Dawid Yeşîlmenî ye û Kurdîgehê ew ji Kulturnameyê aniye.