Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[rexne] Selahattin Bulut û hunera vegotinê
2012-02-23 20:29
Husein MUHEMMED
info@kurdigeh.com
— Bawer im ko evîndarên pirtûkên kurmancî, yên ko navê Selahattin Bulut nebihîstibe, kêm in. Bi salan e ko ev camêr di dilê Stenbolê de, li pasajeke li ser kuçeya serekî ya bazirganî Îstiklalê ”Pirtûkxaneya Medya” daniye û pirtûkên kurdî û yên li ser kurdan li xwe dicivîne û li xwendevanên kurd û kurdî belav dike.

Dema ko rêya min bi Stenbolê dikeve, ez jî – wek gelek kitêbhezên kurd yên li Ewropayê dijîn – berê xwe didim dikana birêz Bulut. Ya rasttir, Stenbol armanca bingehîn ya sefera min be yan jî tenê qonaxeke di rêya min ya ber bi Kurdistanê ve de be, seredana wê pirtûkfiroşgehê li destpêka lîsteya cihên ko divê herimê ye.

Erê em birêz Bulut bi xebata wî ya pirtûkfiroşgeha Medya wek xizmetkarekî hêja yê çande û zimanê kurdî dinasin. Lê mixabin pirraniya me xwendevan û nivîskarên kurdî jî kêm ji nivîskariya wî, ji hêz û hinêra (skill, talent) hunera wî ya vegotina bi kurmanciyeke dewlemend heye. Ev ne tenê binasên (sûcên) xwendevanan in: Bulut ji jiyê 50-saliyê derbas bûye lê heta niha haya me tenê ji derketina pirtûkeke wî bûye.

Lê kalîte (çawanî) ne bi kantîteyê (çenadaniyê) ye. Hin nivîskar bi dehan pirtûkan didin weşandin lê dîsa jî nikarin xwe bi xwendevanan bidin hezkirin. Hin jî dikarin bi tek berhemê jî şopa xwe di dilê xwendevanan û heta di dîrokê de jî kûr bikin. Bi xurtî bawer im ko Bulut ji van fêris û çelengan e.

Carekê, sala 2007ê wek rêber û tercimanê Rêkxistina Dadî-Siyasî ya dadnasên Fînlendayê, ko endamekî wê yê demdirêj im û hingê di desteya wê ya birêveber de jî bûm, me seredana gelek dezgehên Tirkiyê kir (parêzerên mafên mirovan, rêkxistinên mafên mirovan û mafên jinan, dadgehên dewletê û hwd.) daku rewşa mafên mirovan ya li wî welatî baştir binasin û belkî hevkariyê li gel hin rêkxistinên mafên mirovan xurt bikin.

Tevî dema teng û bernameya tijî jî, min di derfeta yekem de xwe gihand dikana kek Selahedîn. Min bi lez çend pirtûk bijartin, sed lîra raberî camêr kirin û xwest ko ew çend lîrayên jibermayî li min venegerîne lê bixe xizmeta zimanê kurdî. Lê min kir-nekir wî qebûl nekir, lê piştî ko zanî ez jî ji ya xwe nayêm xwarê, pirtûkek da destê min û got ko ya wî bi xwe ye û dixwaze diyarî min bike.

Demeke dirêj di ser re borî bêyî ko wê pirtûkê vekim û bixwînim. Lê piştî ko min ew cara yekem xwend, heta niha sê carên din jî lê vegerîme û bi xurtî bawer dikim ko ez ê hê gelek carên din jî bixwînim. Tevî ko bi gelemperî ti pirtûkan ducarî naxwînim. Ya rast, ji bilî Quranê û Mewlûda kurmancî, min ti kitêbên din bi qasî vê pirtûkê dubare ji destpêkê ta dawiyê nexwendine.

Ez behsa kitêba ”Bihuşta lal” dikim. Pirtûk ji deh çîrokan û heftê rûpelan pêk hatiye. Ew mijara vê nivîsara me ye.

Pirtûk ji çîroka ”Rê” bi rê dikeve. Hê di wê de nivîskar huner û hinêra xwe ya vegotina dewlemend diyar dike dema ko behsa rêving û rêwiyan, taybetmendiyên wan yên berçav û – hê jî dilkêştir – hestên di dilê wan de dike. Binerin: ”[Ji ber kontrola hêzên dewletê yên li ser rê] rêwiyan wek zimanê xwe xwaribin, nedipeyivîn. Serên wan wek serên berbiroyên av li ser qut bûbin, bi ser stuyên wan ve daliqiyabûn, çefî û kum û kolosên wan ketibûn nav çavên wan. Fedî dikirin li hev binerin…” Lê paşî: ”Gewrê, bûka ciwan a mêr li eskeriyê, li dawiya otobûsê ji ber ko derdora xwe baş nedidît aciz bûbû. Nivşekî xwe hebekî lebitand û çirkînî ji paldanka wê hat. Rêwiyên pûnijî ji ramanên xwe çeng bûn û li çirkîniyê zivirîn. Gewrê xwe rakir, guliyên (keziyên) xwe yên wek du werîsan avêtin nav pişta xwe û rabû ser xwe. Xwesûya wê pê qurincî lê wê lê ho veneda. Kulîmekên xwe dagirtin û di nav rêwiyên bêdeng re heta pêşiya otobûsê xwe kil kirin û meşiya. Destê xwe ji zarokên Çinarî, yên li qiraxa rê rextên pîvokan difirotin, re kil kir û li paş şofêr li paldanka vala rûnişt. Şofêr bandek xist teyibê, fitêz guherand û pê li xazê kir. Dîkekî ko li dawiya otobûsê girêdayî bû, xwe pirpirand, du sê dengan bang da û bi nikilan bi benê lingên xwe ket. Rêwiyan serên xwe rakirin, li hev nêrîn û dest bi xeberdanê kirin. Zilaman heta Diyarbekirê ji hev re qala eskeriya xwe kirin.”

Wek ko ji vê çîrokê jî diyar e, ya giring ji nivîskar re ne bûyerên mezin, trajîk û ruxîner yan mêrxasî û qehremaniyê ne lê vegotina rewş û rewişta kes û derdorê ye. Di vî alî de Selahattin Bulut hosteyê çîrokvebêjiyê ye.

Çîroka duyem ”Teyrika Bihuştê” ye. Mebest jê Şikran e, keça yekane ya pîra Fatê ye. Bi salan, eger ne bi dehsalan, Fatê bi hesreta bûna keçekê dijî. Lê ko taliyê Xwedê keçikekê diyarî wê dike, hê wek zarokeke negihiştî ji alî bêbextan ve tê kuştin û piştî demekê termê wê tê vedîtin. Di vê çîrokê de dayika dilşewitî diçe ser gorra keça xwe. De werin em guh bidinê:

“Ji wê rojê û bi vir ve pênc sal derbas bûne. Pîra Fatê her hefte, roja pêncşemê diçe ser mezelê (=gorra) keçika xwe. Di her çûnê de, wextê nêzîkî mezelê dibû û sere şaxikên dara kizwanê jê re xuya dibû, li wê der û dorê di nav her ruhberî de dawetek li dar diket. Ji binê erdê gumîniya dengê erbaneyan dihat. Kevir û kuçik, şûjik û bixur di cihên xwe de nedisekinîn. Kevirên arbeşk serên xwe li hev didan û pirîsk vedidan. Dîwarên hevşoya gorê kil dibûn û dara kizwanê tevî pel û berên xwe, ji sere şaxikan heta bi reh û rîşalên xwe diricifî û bi cizbê diket. Bayekî sivik û hênik radibû, qirş û qal bi ber bayî diketin û xwe di ser hev re qulopanî dikirin. Kurmik û kêzikên di binê erdê de tevizîbûn xwe radikişandin, tevzîk didan xwe, serên xwe kil dikirin, axa li ser xwe dihejandin û derdiketin ser rûyê erdê. Pingînî bi mêşikan diket û li hewa zivirok çêdikirin. Tayikên giyayê şînik reqsa li ber ribabê dikirin. Beybûnan stuyên xwe kilomilo dikirin, gangulokên nazenîn û bejnzirav stuyê xwe dirêj dikirin û bi sinbilên genim re diketin qayişê. Gulşîlanan bûkên xwe vedikirin û bixêrhatin li mêşên hingivînî dikirin.”

Xwendevan dikarin bi dehan bendên wiha bi delalî saloxdana siriştê û derdorê di pirtûkê de bibînin. Dîsa jî ew ne dubarekirinên bi heman awayî ne. Berevajî, ew ji hev cuda û her yek yekta û tekane ye.

Lê Selahattin Bulut ne tenê saloxderê siriştê yê klasîk e. Erotîzmeke maqûl û şahane jî di hin çîrokên wî de xwe dide der. Werin kerem bikin çend hevok û bendan ji çîroka sêyem, “Gewrê”, bûka nû ya ko piştî zewacê mêrê wê neçarî çûna eskeriyê dibe û bi salan venagere. Xanima delal û dilşewitî bi sed qeda û belayan hewl dide rewşa xwe ya kembax tehemil bike. Lê êdî rojekê hew xwe radigire. Binerin nivîskar bi çi hostetiyê mijarê raberî me dike:

“Serê sibehekê, bi banga dengê melê re, çaxa bi xwe hesiya, lingê xwe li lihêfa ser xwe da û çeng kir wî aliyê odeyê. Rabû ser xwe, sînga xwe derxist, tiliyên xwe di nav hev re derbas kirin, destê xwe di ser serê xwe re qulipand, xwe vir de û wê de vezeland, tajan da xwe û movikên pişta xwe yek bi yek qirpandin. Paşê xwe hup kir ser dike û ji wir jî xwe çip kir ser sindoqê. Tiliyên xwe çirpandin, li çepikan xist, du sê deng lîlandin, reqisî û di hindirê odeyê de, da çindikan. Lê tîna dilê wê nedişkest. Derî vekir û xwe avêt derve. Dîk û mirîşkên li hewşê, ko li dora hev diçûn û dihatin, ji ber bayê wê tev bi hewa ketin. Çûkên li ser qûmaxên xanî, wek dengê şirqîniya kevkaniyekê (=berdeqaniyekê) çûbe wan, matmayî li dora xwe nêrîn. Gewrê kulîmekên xwe dagirtin, sînga xwe da pêş û di nav teyr û tebayê ecêbmayî re meşiya. Cotê memikan serî jê stendibû û nedihatin zeftkirin. Dihezikîn û bi bihostekî li pêşiya wê dimeşiyan. Serê wan wek serê kevokên li ser avzêmkan, jib o ko ava di devê xwe de daqurtînin di ser xwe re li Xwedê dinêrîn. Kevir û kuçên li ser rê xwe li ber pêkên wê nedigirtin. Her ko gavek diavêt, sê çar şûjik ji ber pozika sola wê dipengizîn qeraxên rê. Çûkên li nav gund, wek başokan dadabin wan, vir de wê de difiriyan. Yên li ser daran, ji şaxikên nizm difiriyan ser şaxikên herî jorîn… Li ser tenûrê kurtepista pîrekan bû: ‘ – Xortên me yên azib, yên ko îro meşa vê qehbikê dîtibe, gişt ê doza zewacê li me bikin.’ ‘ – Ma hew yên azib?!’

Demeke dirêj e ko “Bihuşta lal” di rêza pirtûkên ko binirxînim de ye lê ji heqê wê derneketime. Naxwazim wek nirxandina hin berhemên din, yek bi yek ji xwendevanan re diyar bikim ka di filan çîrokê de çi bûyer diqewime. Ya rast, tiştê giring di çîrokên birêz Bulut de ne ew e ka çi li kû diqewime lê hêz û hêjayiya hunera vegotina wî ye. Bo nimûne, ya giring ne ew e ko leşkerên tirk “Kevirê Kerr” yê dîrokî û hezkirî diteqînin ji ber ko navekî tirkî li wî nehatiye kirin, lê ya di wêje û edebiyatê de gelek giringtir ew e ko Bulut bi hosteyiyeke gelek bilind wê bûyerê salox dide.

Loma bo nirxandina vê pirtûkê, berevajî hin kitêbên din, min xwe spartiye neqilkirina hin bend û paragrafên birêz Bulut. Lê ew neqilkirin jî bi tena serê xwe ne bes e ji ber ko ew tenê nimûne ne. Lê ew ne nimûneyên temsîlker (representative) in jî ji ber ko di her çîrokê de awayê vegotinê ji hev cuda ye û bi wî awayî her çîrok hêjayî xwendinê ye.

Di nirxandinên xwe de dixwazim ko heta gengaz be bi objektîvî hem hêjayî û hem jî kêmasiyên di pirtûkan de ji xwendevanên nirxandinên xwe re berçav bikim. Erê pirtûka Bulutî jî ne bêkêmasî ye: ew hin peyvan gelek dubare dike, hin caran heta di heman hevokê de jî (“kil bûn/kirin, xwe çeng/çend kirin, qiyameyî … bûn” û hwd). Hin çewtiyên ergatîviyê jî di hin devokên wî de hene. Herwiha çîroka “Wan salan” ne hindî yên din biserketî ye, belkî mirov dikare bibêje ko nîvûnor û nîvcomayî ye jî.

Lê bi rastî jî kêmasiyên “Bihuşta lal” li ber nuqsanên pirraniya pirtûkên din yên kurdî gelek kêm in. Hem kêmasiyên zimanî û hem jî yên wêjeyî. Bi min wisa diyar e ko Selahattin Bulut perfeksiyonîst e: naxwaze berhemên bikêmasî ji destê xwe berde û bide çapê. Belkî ji ber hindê ye ko ew nêzîkî 60-salîtiyê dibe lê tenê ev pirtûka wî ya tenik li ber destê me ye.

Lê hêvîdar im ko ew li xwe dilnermtir be û di nivîsînê de berdewam be daku em û zimanê me hê jî berhemên wî yên hêja bibînin.

Selahattin Bulut: Bihuşta lal, Avesta 2006, 70 rûpel

Husein Muhemmed - nefel.com

Têbînî: Kurdîgehê wêneyê li jorê yê Selahettîn Bulutî ji nefel.comê aniye.