Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] çarînên cirnexweş
2012-02-25 22:37
Zero BEXTEWAR
info@kurdigeh.com
Ey qedir û qiymetê qiyameta mirovikan
Ey tengezarên li ber devê deriyê dibistanan
Rojdayê (di)got “sal çû zeman borî”
Lê ji bîr kir: “sax çû pismam gorî”


— Ez tiştek bibêjim?

— Nebêje, çarînên min rikên te yên belaş qebûl nake!

― Dibêjim: “gava tu bi çarlepikan diçûyî û te şîrê şêran (ve)dixwar, tekelên Dewleta Cixare
tûtina dêleguran didiziya û sûk bi sûk digeriya”

― Ez jî bibêjim: “Ji dewla serê libendmayînê ewî qetandin sed kitêb, lê min dîsa xiyanetê kir
û ava kir sed Janên Dost”


Roj roja rojdanka derewa
“Sibê l’meydanê şev e”
Şer, şerê me bi Rojiyan
Îro li meydanê kuştin


SAYÊ REŞ: Ya ev kurdên niha êdî nayên xapandin! Pêwîst e ku ez leystikek nû
bibînim.

SAYÊ SPÎ: Hmmm…. Min Dît!

SAYÊ REŞ: Nabe, sayê heram! Ew jî navê fîlmeke wan e. “Tirkên bi dûv” ketine

di nav sînemayê de jî.

SAYÊ SPÎ: Ê welehî tu spî nabî. Neyse… Ben panpişlerle “ebensi küfürler
sofrasına” oturacam kanka yaa, sonra batak, sonra yatak, öpüşürüz sonra…



Navê Janyayê êdî ne “hezkirin” e
Guherî û bû “hezkuştin”; çênebû “hevkuştin”

Birayên min hêja bûn, xwîşkên min delal bûn

Ji vî dilê xemgîn hezar evîn derbas bûn…


P Ş
E З
L Я
Ê


Piştî gerînek dirêj û nedîtinek biêş hatim li qonaxa giriyên xwe. Madê min û sar-odeya min bûbû yek. Dûrketineke kevnare bû; lê nayê pîvandin; lê ez ciwan… Lê belê hêj demsala nanê germ ê cîranan/dayîkan de me. Melekên xewê, bi duayên dayîkan ve tên kor-çavên min digrin. Jîna min a kurdî digrî! Negrî! Bingol hêj neşewitiyê, Botan dişewite dîsa, li serê dijminan…


Ev ne qeder in; dizîtiya şevên Kur-dîwariyê ne
Kilên çava ne: evîndariya rojewran
Bûka cîhana’m, welatê’m, xweşiKena’m
Medet Ya Pezkoviya Li Çiya!!!

» Selamî Esen








Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje
***


www.kurdigeh.com ...




...............................