Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çîrok] Payîz, Zivistan û Bihar: Hesp û Kûçik
2012-02-27 11:16
:: Mihemed ÊZDÎN
mihemed.ezdin@gmail.com
“Ji bo daxwazîya kûçikan hesp nayên kuştin”

Gotina Pêşîyan ya Balkanan



Mirovekî xurt û qehreman hebû. Payîz û biharan bi hespê xwe yê spî diçû nêçîrê. Hin caran kûçikê kolanê bi xwe re dibir nêçîrê.

Dîsa payîzek xilasbû. Hespê xwe li stevlê ve girê da û navberek da nêçîrê. Ew kûçikê li kolanan kir dergevanê derê malê. Kûçikî çi qas nan û av ji xweyê xwe distand, hartir dibû. Wê zivistanê berf zêde barî û tukesî nekarî derkeve derê malê. Mixabin, bîyanî û dijminan çar alîyê mala qehremanê me girtin. Dijminan li ber bûn ko bi tehdît û zordarîyê fermana qehremanî bînin.

Di şevên tarî û sar de dijminan gelek caran bi ser mala wî de girtin. Dema dihatin kûçîk ji direyî.
Qehremanî ji tirsa pişta xwe da derîyê malê û got “ Çawa be dergevan min diparîze”. Lê belê nedizanî dergevanê wî rêberîya dijminan dike. Wisa bawerî ya xwe li dergevanî dianî zarokên xwe fedayî wî dikir.

Qehremanê me rojekî li derdora mala xwe nêrî û dît ko şûnpêyê kûçikî û bîyanîyan (an ji dijminan) ketîye di nêv hev de. Li xwe hesîya û got “ Ez carekî din bawerîya xwe li kûçikî naînim”. Êdî parîyek nan jî ne da kûçikî.

Wê salê berf dîsa helîya û zivistan bi dawî bû. Bihar bi serde welatê qehremanê me bû. Pêlên biharê li dijminan da û ji hêza wan êxist. Kûçikê li derê malê ji birça mir. Qehremanê me li ser xwe ve hat. Kûr fikirî û biryara xwe da. Hespê xwe yê kihêl amade kir. Ji xwe bawerî li hespê xwe siwarbû, hevsarê hespî baş girt ko dîsa hewceyî kûçikan nebe. Hespê xwe rakir li ser du lingan û çû bigihîşe hedefa xwe.

» Mihemed Êzdîn








Pêngav*




Gaveka zimanê zanistî …




Gaveka xwendekarên zanîngehan …




Gaveka nivîskarên ciwan …




Pêngavên nû yên zimanê kurdî …




PÊNGAV







Ka tu çend GAVan nêzîkî Pêngavan î?






PÊNGAVekê bikire …






û tu jî GAVekê biavêje
***


www.kurdigeh.com ...