Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Rindika min
2011-01-09 01:11
:: Eyup OKUMUŞ
info@kurdigeh.com
Jor da têye min nas nekir
Çi di dil de min pirs nekir
Qatek kincê boz lê bû
Min têra xwe mêze nekir

Jor da têye mile mile
Serê xwe şûştîye perçem şil e
Were rûne kêleka min
Kazaba min kull û dard e

Ez heyrana te rindikê
Tu westîyayî ez bêm tu ji kû tê
Sale çûn e min tu maç kir
Bêna xweş ji devê min tê

(Kilama Anonîm/gelêrî )

>> Berhevkar: Eyup Okumuş, Elîh
_____
Edîtor: Ji ber ko ev kilam gelêrî ye û bi serrastkirinê kilam tamsar dibû min di destpêkê de, ji bo serrastkirinê dest lê neda. Lê belê ji bo fêmkirinê min li jêrê serrast kiri ye.
_______
RINDIKA MIN

Di jor de tê, min nas nekir
Çi di dilê wê de ye min jê pirs nekir
Qetek kincê boz lê bû
Min têra xwe lê mêze nekir

Di jor de tê mile mile
Serê xwe şûştîye perçem şil e
Were rûne kêleka min
Kezeba min kull û derd e

Ez heyrana te rindikê
Tu westîyayî,
Ez dibêjim tu ji kû tê
Sala çûyî min tu maç kirî
Bêna xweş ji devê min tê