Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] felsefe û evîndarî
2012-03-12 08:15
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Socrates li hewşa mala xwe rûniştî bû, telebeyên wî xwe dabûn dora wî û guhdarîya wî dikirin. Hevjîna Socrates jî çend gavan jê dûrtir li ber ”teştê” rûniştî bû û cilê xwe dişûştin. Ji nêşkê ve dengê wê bilind bû, dersa Socrates birî û pirsa tiştekê jê kir.

Socrates dengê wê nebihîst, axaftina xwe digel telebeyên xwe berdewam kir. Dema ko Socrates li gorî dilê wê bilez bersiva wê neda xatûn gelekî hêrs bû, bi dengekî bilind gotinên nexweş jê re got, û piştî ko têr dijûn dan Socrates teşta xwe hilgirt û ber bi wî ve çû û ava teştê ko cilên xwe tê de guvaştibûn hemî bi serê wî de kir.

Telebeyên Socrates behitî û mat man. Mamosteyê wan Socrates, feylesofê ko ji hemî bajar û gundên Yunanistana kevin dihatin da li ber destê wî perwerda bibin çawa dikeve rewşeke weha sosret de. Ti carî ew ne lihêviyê bûn ko dê bûyereke weha bi çavên xwe bibînin. Wan bêdeng li mamosteyê xwe nêrî û mereq kir ka dê çi bike an jî çi bibêje.

Socrates bi bêhna xwe ya zêde fereh û ruhê xwe yê sivik naskirî bû. Wî serûçavên xwe bi desmalekî zuha kir û ji telebeyên xwe re ”bariyana ava teştê” wiha rave kir:

— Hevjîna min wekî asîmanan e. Birûskan dide, çirûskan dide û paşê baran dibare.

Serhatiyên Socrates û hevjîna wî gelek in. Jiyana wî di dîrokê de bû nimûneya zewaca nebextewar. Awayê jiyana Socrates tesîreke xirab li ramanên wî di heqê jinê de kir. Socrates digot ”jin” yanî ”derd” û digot ”jin maka şerî ye”.

Ji Socrates heta feylesofên dema nû têkiliya piraniya feylesofan û jinan nebiserketî bûye Diyar e ko felsefe û evîndarî hev nagirin.

Hejmara feylesofan çi jin û çi mêr ko grêdaneke stabîl ava kiribin kêm e. Gelek feylesofan qet jin neanî. Mirov nizane ka jiyana Socrates ya zehmet hewqasî tesîreke xirab kiriye ko helwêsta feylesofan li hemberî jinanînê wiha bitirs be yan jî sedemên dî hene.

Epicurus, René Descartes, Gottfried Leibniz, Thomas Hobbes, John Locke, David Hume, Baruch Spinoza, Friedrich Nietzsche, Kierkegaard, Herbert Spencer û herweha hejmareke mezin ji feylesofan jiyana xwe bi tenê borandine. Lê belê yê ko herî pir behsa ”jinneanîna” wî bûye Immanuel Kant e.

Immanuel Kant mamosteyê unîversîteyê û feylesofê serdema ronakiyê ye. Çiqasî felsefeya wî belav bûbe hewqasî jî jiyana wî ya ”tenêtîyê” hatiya nas kirin. Xelkê gelekî mereqa jiyana wî dikir, lê belê Kant ji pirsên kesane qet heznedikir û xwe ji bersivdanê dida alî.

Ji bo sedemên ”jinneanîna” Immanuel Kant jî lêkolîn çêbûn. Hinekan got karakterê wî yê zêde cidî nehiştiye ko pêwendiyên wî û jinan baş bin. Û hinekan got dibe ko Immanuel Kant ji feqîriyê nekarîbe jinê bîne û hinekan got dibe ko helwêsteke wî ya hişk û negatîv ji jinan hebe. Lê belê dema mirov li jiyana Kant temaşa dike dibîne ko wî gelekî hewil daye xwe da jin di jiyana wî de hebe.

Nas û dostên Kant yên nêzîk dibêjin ko ew du caran bûye evîndar û herdu caran jî pir xwestiye jinê bîne lê hewldanên wî têkçûne.

Kant bû evîndarê jinekê. Wê hingê zêde feqîr bû û nedikarî barê malê hilgire. Wî ji xwe re digot bila jinanîn bimîne bêhna fereh ”heta Xwedê bibêje erê” û bi salan hezkiriya xwe li benda xwe hişt heta ko rebenê hêviya xwe bi yekcarê jê qut kir û çû mêrekî dî kir. Çend salan piştî hingê li mala dostekî xwe li xatûneke spehî rast hat û dîsa Kant bû evîndar, lê belê dudil bû û her li awayê ka çawa hestên xwe jê re bibêje û çawa jê bixwaze ko bibe hevjîna wî fikirî. Heta niyeta xwe lê anî û biryar da ko evîndariya xwe aşkera bike edî dereng bû. Hezkiriya wî ji destê wî çûbû, beyî ko haya wê jî jê çêbe ko Kant bibû evîndarê wê. Immanuel Kant pir xemgîn bû û biryar da ko êdî qet li ti jinan nefikire.

Mirovên nêzîkî Kant bi tişteke dî jî lê mikur tên, dibêjin ko wî gelekî ji dostayetiya jinên entelektuel hez dikir lê belê tişta balkêş ew bû ko wî xwe ji minaqeşeyên cidî yên bi jinan re dida alî.

Kant di nameyekê de ko ji hezkiriya xwe re rêkiribû dibêje ”maçeke germ ji te re rêdikim, hêvî dikim ko bayê îro alîkar be, û germahiya maça min sar neke”. Pir diyar e ko Kant qet ne mirovekî ”hestzuha” bû wekî ko xelkê texmîn dikir.

Psîkolog dibêjin evîndarî hesteke dijwar e, û piraniya caran zora aqilî dibe. Lê belê feylesof gelekî serdestiyê didin aqilî, rê li ber hestên xwe digirin û nahêlin ko ew hest bi azadî biherikin.

Immanuel Kant heftîûpêncsalî bû dema ko cara yekê behsa jiyana xwe kir. Wî bi awayekî henekî got dema ko pêwîstiya wî bi jinê hebû wî nedikarî nanê wê peyda bike, û dema ko karî nanê wê peyda bike êdî ew wê hingê pîr bûbû û pêwîstiya wî bi jinê nemabû.

Kant nerîna xwe di heqê girêdana di navbera jin û mêrî de rave kir û got têkiliya wan dê serketî be dema herdu bi hev re wekî yek mirovî bin: mêr aqil be û jin jî hestbar be.

Immanuel Kant di ”tenêtiyê” de ma û bextewariya xwe kir gorî xebat û berhemên xwe. Ramanên Kant bûn rêka rizgariya aqilî û bingeha şoreşa fikrî li Ewropayê. Ji bo xebata wî ya pîroz mirov gelekî deyndarên wî ne.

Jinên feylesof jî ko jiyana xwe fedayî zanistê kirine hene. Hypatia keça feylesofekî Yunanistana kevin bû ko di salên 400-ê piştî zayînê de bi aqil û zanîna xwe zora mêran dibir û ramanên wê cihekî bi qîmet girt.
Di dersên wê de hejmareke mezin ji telebeyan kom dibûn da ko ji zanîna wê fêr bibin. Ji bo qîmetê wê, waliyê bajarî bi xwe xêrhatina wê dikir, wê hingê jinên ko qedrê weha bilind bi dest dixistin pir kêm bûn.

Kenîse ji awayê jiyana Hypatiayê pir hêrs bû. Li gor kenîseyê rola ko Xwedê daye jinan tenê zarokanîn û xizmeta mêran e. Jin gunehkariyeke mezin dike dema ko wê rolê qebûl neke, û hingê mirinê heq dike ji ber ko ew emrê Xwedê dişkîne.

Bi dehan mêran bi hev re êrişî Hypatiayê kir, biryara kenîseyê bi cih kirin û ew bi awayekî hovane îşkence kirin heta ko di nêv destên wan de mir, wisa jî kela wan hênik nebû û agir bi bedena wê jî xistin.

Mentalîteyeke weha bû sedemê wê yekê ko jinên zana veşartî diman, feylesofên jin xwe nedidan pêş.

Felsefe û evîndarî pirseka wisa ye ko ji gelek feylesofan dihat kirin. Wan digot bila evîn û evîndarî ji romannivîs û helbestvanan re bimîne. Zehmet e ko mirov feylesof be û jiyana xwe bindestî viyana dilê xwe bike.

Dibe ko Platon tenê karîbe pireka spehî di navbera felsefe û jinê de ava bike. Felsefeya wî wekî ”melodiya evîndariyê” bi nav dibe.

Pêwîstiya mirovî bi bêdengî û tenêtiyê heye da aqil bikare enerjiya xwe kom bike û bûyer û wêneyên li dora xwe zelaltir û bi kûrahî bibîne da hişê mirovî ramanan biafirîne, nemaze ko mirov feylesof be û melzemeya xebata mirovî raman be.

Socratesê mamosteyê feylesofan bi bêhna xwe ya wekî deryayekê fereh karî bibe feylesof, bavê zarokan û evîndar be. Ma ew ne evîndar bûya dê bikariya hewqasê şer û pevçûnên hevjîna xwe tehemil bike. Socrates ji ber pevçûnên hevjîna xwe hertim ji malê direviya û gelekî bi tenê dima. Lewra bi ken digot ne bi xêra hevjîna wî bûya nedibû feylesof.

Hevjîna Socrates ko li gor urfên wê demê hêj pazdesalî bû, dema ko mêr kir hêdî hêdî hogirî jiyana xwe bû. Socrates di salên dawiyê yên temenê xwe de hinekî bextewar jiya.

Socrates li gotinên xwe yên ko berê bi hêrs di heqê jinan de gotibûn jovan bû. Dema ko telebeyên wî jê pirsîn ka ew jinê bînin yan ne, Socrates got ”diyariya herî spehî ko Xwedê ji jiyanê re rêkiriye jin e”. Û got bila ti mirov bi tenê nemînin û got heçî nesîbê wî baş be dê bextewar be û heçî nesîbê wî ne baş be dê wekî wî bibe feylesof.

-----

:: Rindê Çaçan - nefel.com