Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çîrok] zênebêj
2012-04-02 11:23
Omer Faruk BARAN
info@kurdigeh.com
ji bo Erol Şaybak

Xwedê tu qewman bê dengbêj nehêle!

Yaşar KEMAL


Derî careke din lê ket. Min çavên xwe miz dan û hewl da destê xwe biavêjim gopalê xwe yê kinêrî lê paşê jê geriyam. Hat bîra min ku zaroyên heram ev çend hefte bûn miselitê ser mala me bûbûn. Gava ji mekteba li Cesês belav dibûn û vedigeriyan Tioneka Jêr çendekî kêmaqil û pîsehlaq bi hev diketin û bi dorê li dû hev li soxeyî deriyê me î hesinî dixistin. Min heta serê xwe ji xewa şêrîn bilind dikir, ji nav nivînên germ û nerm xwe çeng dikir, bi lingê xwe yê darikî ê ku her wext bi ser min ve dardekirî bû digirt û sêlepkî digiham ber derî, wan bi lez û bez baz dida û ji menzîlê çavên min ên êdî tiştên hûr û dûr nedidîtin derdiketin. Ma ne zaroyên gundiyên min bûn?! Da ku rûyên wan bêbavan bibînim û texmîn bikim ka kî ji kê welidiye car caran li ber pencerê li ser piyan bi saetan li benda vegera wan dimam. Heyfa min tê wê heyfê û wî halî û wê hêlê, berî ku ez reşahiyên wan bibînim her tim her car wan berê ez didîtim. Belqityano! Di rewşên weha bi talûke de li hember ordiya ku tenê eskerekî xwe î kokimî hebû rê û rêbazên nû yên dad û meded qet nizanibûn diceribandin! Xwe dixistin taldeya darên tûyên mala Silêmên û mîna guleyên mîtralyozan ên ku ji hedefên xwe tew nediman deriyê reben didan ber kevirên xîç. Mala xwediyê deriyê reben kesk bibe, maşella ma dengek jê derdiket! Ku kevirek lêdiket te digot qey di hundir malê de bombeyan diteqînin.

Ez gunehê wî nekim stûyê xwe, min bi çavên serê xwe nedît lê herhal fermandarê vê tabûra zalim û bêînsaf kurê Kirîm î biçûk bû. Dema ku bi min re dest bi herbê dikirin -mîna herba Fîlistina feqîr û Israîla kafir bavê kafir- kurê Kirîm bi dengekî gorî emrê xwe pir qert û berz bang dikir digot:

‘’Kalê malê pûrteqalêêêêêêê!’’

Ev ji bo hevalên wî banga destpêka kevirbaranê bû. Gava ev ‘’êêêê’’yên dawiyê zêdetir dibûn, yanê gava ku wî segbavî diranên xwe tûjtir dikir û digot derb û kerba herbê girantir dibû. Ma meriv di rojên malûm û mibarek de jî qet ji Xwedê natirse? Naxêr! Rojên Îniyê ji bo wan roja xatirxwestinê bû heta roja duşemê. Wekî ku heyfa Sebt û Bazara ku wan rojan mekteb tunebû jî hildianîn rojên Îniyê kevirên li ber deriyê hesinî bi qasî ‘’êêêê’’yên zêde zêdetir dibûn. Xwedê kirî deriyê hesinî û pencere ne li eynî hêlê bûn. Nexwe min ê çawa xwe ji dest pitepita Zênebê bifilitanda û her Înî ji bo cam û camkerekî bînim biçûma Sirûcê.

Ku bi dest min keta Xwedê dizane min çi afat û bobelat dianîn serê kurê Kirîm. Bila ev rabe rûne ji kalbûna min re min re dia bike. Sond bi navê Xwedê, tew bê eman û îman min ê berê destên wî û paşê jî lingên wî jê bikirina. Dawiya dawî miriniya wî jî wê ne bi destê rebbil alemîn bi destê min bûya. Tobe estaxfrullah tobe!

Derd bi min keve ma, topên Seddêm jî bi ser de! Sûc ê min e, ez çima hema ji ya xwe hatim xwarê û min bi ya Zênebe kir?! Çi îcab dikir, me bi destek pere derî guherand. Min ê hinekî din li ber xwe bida bi ya xwe bikira û derî neguheranda. Bi heft teleqa Zêneberdanê deriyê textî hezar qatî ji yê hesinî çêtir û pêtir bû. Min negot porkurê malxerabê, çiyê me heye, dike kî çiyê me bidize û pê çi’bke? Gidî! Qey kilîta heyderî ya deriyê textî forsa Zêno dişikand?! Xwedê meriv ji aqilê şêrîn mehrûm neke! Esas wexta Xwedê aqil par ve kiriye dibêjin jina ji xwe r...

Derî careke din lêket. Ji lêxistinê bêlu bû ku zaro ye lê wek zaroyekî çakrewişt ê ku hatibû tiştekî bixwaze yan jî tiştekî bi min de. Min serê xwe ji ser balîfa xwe ya rîsî rakir, betaniya lê şêrê bi gulî neqişkirî ser xwe çeng kir û rahişt gopalê xwe. Tenekeyê Demko hema li ber serê min bû. Bi ‘’ya ellah ya Xwedê’’yekê ez rabûm ser piyan û bi nêriyê kinêriyê min sê çar caran ser hev li têneke xist. Ev nîşana ‘’ tême tême’’ya min bû, yanê bi gotineke din min digot ‘’ez sax im sax’’. Xwedê nehêle, ev adeta dinênedîtiyan jî Zênebê derxist û ber min xist! Hişê xwe tim li ku bû nizanim, çaxa kilîta xwe di berîkê xeftanê xwe de yan di bin kevirê reş ê li kêleka caxê de nedidît û dihat bîrê ku kilîta xwe di hundir de ji bîr kiriye xiroş û peroş pê diket û bê sebr û tebat li deriyê hesinî dixist. Min her carê digotê:

‘’Tême nemayê tême!’’
Lê ev denga tim li deriyê hesinî diket li min vedigeriya –bê henek! Vê taliyê guhên Zênebê jî pir giran bûbûn. Yan sewta min pir ketibû. Sewta min… Guhên wê giran bûbûn!.. Ez digiham ber devê deriyê hesinî jî heta min derî venedikir nemayê ez nedibihîstim. Soxîn ev derdê êl û eşîrên giran bi fikreke elel ecêb hal bû. Rojkê tenekeyê Demko Salça yê min Riha li bazara îsotçiyan kirîbû ku tê de salçe nema pak şûşt û danî ber min:
‘’ Mi gooo’’
‘’Haaa?’’
‘’Salçe jî nema ha, va kîjan salçe ye tim ji vî ji me re bikire’’
‘’ Dibe, ku ez çûm Riha ez ê bikirim’’
‘’Çi bi ê Sirûcê hatine? Qey ev genî ne?
‘’…’’
‘’Hiii heyran?
‘’…’’
‘’ A wa ev der tam cîhê xwe ye ha, ez li vir deynim. Ku yekî li deriyê me xist tê li têneke xî’’
‘’Teneka çi! Ez gewende me ma li têneke xim?!’’
‘’Haşa! Dengê te nayê derve, tê pê gopalê xwe lêxî’’
‘’Çawa dengê min nayê! Ev jî nû derket qey?’’
‘’Welle bille dengê te nayê heyran. Heta meriv fehm dike tu li mal î meriv kezebreşkî dibe.
‘’…’’
‘’A binêr, kê li deriyê me xist tê li têneke xî û hêdî hêdî rabî deriyê xwe pak temîz vekî. Ê li ber derî disekine jî qey însan e qey tiştek e qey meraq dike.’’
‘’Tiştên wer cem me tune ne, hele ka rake vê quzzulqurtê!’’
‘’Wîîîîî. Ma çi pê hatiye! Perîxanê jî sewa Silêmên daniye, tevî ewqas zar û zêç jî hene!
‘’Erdêneketê, wê ji min re bêjin xwediyê têneke. Ev nav û leqeba heft bav û dûwela ji me nayê şûştin!’’
‘’Qey tu bûyî bav û dûwel bi te ketiye! ’’

Çima ez korocax bim çima ez xwediyê têneke bim?! Ev jî îmtihana Xwedê bû li darê dinyaya derewîn. Tevî kaxet û niviştên şêx û melayên deştê, tevî paçik û zolikên me di daran de girêdida, tevî ziyaret û tirb û meqamên ewliya û embiyayên em şev lê radiketinî ne di Sankoya Entab ne jî di Balcaliya Edenê de me derek, tiştek, kesek nehîşt. Çiqas dixtor û hekîm hebûn me derman û derziyên wan danî gî danê û lêxistin lê bedena Zênebê şîn nehat. Ez pê re hatim lê di civat û cemaetan de navê min ‘’Dengbêj Ehmê’’ ê ku di çardehsaliya min ve bi dengên min ê zelal û kilamên min ên xweş re bi min ve bû, bi ketina sewta min û têkçûna bîra min re jî eleqedar hêdî hêdî guherî û dawiya dawî bû ‘’Korocax Ehmê’’. Meriv ji du dê û bavekî, piştî şeş qîzan kurekî tenê be û bê kur û qîz be… Ez di qedera wanî n…

Dengê kurê Silêmên bû:

‘’De haydê yaw kalê, de derî veke!’’
‘’Ê law, kerê ji kera! Tu çend mehî ji zikê diya xwe ketî?!’’
‘’Me ji te re tirşik û pîlav anî’’

Min derî vekir. Di dest kurê Silêmên de siheneke çînî hebû. Ê din ê biçûk ê kê bû nizanim, min ji bîr kir jê pirs jî nekir. Destên xwe dabû ser newqa xwe û qirçeqirça benîştê devê wî yê xwar bû. Bêedeb! Min sihen ji dest ê Silêmên girt li ser termosa avê a li devî derî danî û ez doş bûm min li wan nihêrî. Mîna ku dixwestin tiştekî din jî bibêjin. Hema hat bîra min ku çi dixwazin. Ku min dest avête berîkê êlegê xwe û jê kîsê xwe î reş derxist li hev ve nihêrîn bişirîn. Kurê Silêmên zexel bû, mîna bavê xwe ê fen û fûta bû. Tew bêguman ewî biçûk sewa şekirên nokî bi xwe re anîbû. Her cara ku tiştek ji min re dianî li min wanî dikir. Xwedê dizane kî bi xwe re dianî şekirên wî jî bi zorê jê distend. Min devî kîsê reş vekir, çar şekirên sor dane ê Silêmên û duduyên zer jî dane ewî din. Hîn min girêk diavêtin deve kîsê reş kurê Silêmên şekirek avêt devê xwe û girêkek kelogirî avêt ser qirika min:

‘’Kalê îşev şebuhêrk heye’’
‘’Şevbuhêrka çi!’’
‘’Li mala Xalê Brahîm, dengbêjekî xerîb anîne’’
‘’Ji ku anîne?’’
‘’Nizanim welle’’
‘’Çi wext anîn?’’
‘’Esra teng, gava dinî’’

Wê mexrebê ku dilê min ê kal kir çitînî û şikest deng gêhişt mala Brahîm Axa ez dibêjim. Axatiya wî di erdê keve! Dengê min ma ewqas erzan bû li cem wî?! Çendekî din li min sebir bikira wê çi bûbûya qey! Min hestiyê zimanê xwe li oda wî şikand bi kilaman. Heyfa nav û namus û şerefa axatiya wî, heyfa pesn û pisên min li ser axatiya wî li hev anîbû! Giraniyeke ji min girantir xwe da ser çong û cûriyê min, min xwe da ser gopalê xwe û pirsa Zênebê ji kurê Silêmên kir:
‘’Ma Pîrê li mala we ye?’’
‘’Pîrê? Pîrê di tirbê de ye kalê tirbê de’’

Bû tîqetîqa wan herduyan, min kir ku bi gopalê xwe yekî daweşînim wan lê çirtik dan xwe reviyan çûn. Min sed carî ji Zênebê re got mîna çûçikên nav malan ên bewext li ser darên hewş û heyatan dilûsin, wexta şîvan neçe nav malan çerx nebe lê wê tim guhiyek dikir serad yek digir bêjing! Min deriyê hesinî girt, sihena xwe -sihena mala Silêmen- ji ser termosa avê rakir û ez çûm mutfaxê. Min çira vêxist û li şîvê nihêrî. Dilê min ê xwarinê tunebû, jixwe tê bêjî qey dermanê kula Helebê şandibûn. Di sihenekê de tirşik û pîlav tev! Ku derman be jî meriv ewqas hindik naşîne. Hew e, kulfeta Silêmên jî xwişka Brahîm Axa bû. Pêşiyan gotiye, gotinên pêşiyan tew li erdê namînin, rast e: Yên ji qu…

Ji Cesês dengî azana mexrebê dihat. Min kesereke kûr kişand, eşhedek hilanî û tobe kir. Sewa nimêja mexrebê wext hindik û teng e, ku azan hema çawa xwend divê meriv rabe nimêja xwe bike. Ne wexta min û xwarinê bû, min sihen danî ser dêzgeh û ez ji hundir derketim. Li ber bîdona hewşê, min piyên xwe hilmalan û bi ava sir û sar -ku av çiqas sar be ewqas sewab e- avdest girt. Pêxember eleyhisselam gotiye çaxa we avdest girt bilezînin, dibe ku Ezraîl berî hûn nimêja xwe ya ferz bikin wezîfeya xwe bike û emanete Xwedê ji we bistîne. Min bi lez avdest girt, divê meriv nimêja xwe jî hêdî hêdî bike. Xwedê qebûl bike lê wê mexrebê min çawa nimêj kir tew nizanim. Di qiyam, rikû û secdê de rûyê dengbêjê ku min hîn nedîtibû dihat ber çavên min û nediçû. Wî cengbêjî ziravik û zehîfoşkî bi şûrekî tûj ê dibiriqî zimanê min kit bi kit qut dikir û şûr her carê ber çend gotinên kilaman ên di qutiyekê de tomarkirîbûn dixist û dixist guhiyên min. Carê guhiyê çepê carê guhiyê rastê. Hezar heyf û yazix li hember ziravik û zehîfoşko min ne karibû dengê xwe bikira ne karibû xwe di derekê de bilivinda. Ku ev ne şeytan bû lê kî bû?! Ayet ji ber devê min direviyan û min xwe şaş dikir. Yek rojên nexweşiyê ne tê de, fatîhayê ku min çil û çar sal in her roj pênc wexta dixwend nedihat bîra min. Werhasil wê mexrebê tu tam û çêja nimêja min tunebû, min tizbî jî nekşandin. Eşkere bû, Xwedê jî min jî rind dizanibû ku min dixwest ez kêliyekî zûtir ji mal derkevim herim mala Brahîm Axa û wî dengbêjî bibînim. Erê lo hema dengbêj?! Ka kîjan qereçiya ji kîjan qeracî daketibû vê deşta Sirûcê!

Min şelwerê xwe î reş ji xwe kir û yê qrêmî li xwe kir. Gomlegê min ê spî ê bi yaxe û di ser de jî êlegê min ê qrêmî li hev hatibûn jixwe. Min ev ji xwe nekirin, neguherandin. Li ber eynika Zênebê ez sekinîm û min dolbenda xwe jî xweş girêda. Rîh û simbêlên min kurkirî bûn. Ku erd li meriv teng dibe û mesele û mabest tê qest û qerazan, meriv kalbûn û kokimbûnê ji bîr dike. Bi her hal û hereketê xwe ez bûbûm xortê çardeh salî. Axx, Zênebê ez wanî bidîtama! A va ev jî kurkê min bû ha!
Min kîlîta xwe xist berîkê êlêgê xwe, jê kîsê reş derxist danî ser termosa avê, bi nêriyê kinêriyê him zîv û him zêriyê girt û deriyê Zêno li dû xwe kaş kir. Li ser riya xwe ez dageriyam xerbê xênî min kevirê reş ê li ber caxê rakir. Zênebê kîlîta xwe bi xwe re nebiribû. Min kevir danî şûnê û min da rê. Bayê kur, mîna bavekî westiyayî ku ji dûr de hatibû mal û berî xew keve bi zorê bi zaroyên xwe şad dibû hêdî hêdî pelên payîzê li ba dixistin. Min bêhemdê xwe serê xwe rakir û rûyê ezmên nihêrî. Telpek ewrî reş wekî ku hîv rê dixistin ser hîvê re diçûn û li dû wan jî hinekî din dihatin. Şewl û şewqa stêrkan pir nedixewinî. Barana ewil a payîzê dê bibariya. Tirsa min ji wê tirsê bû ku baran bibariya û Brahîm Axa jî bigota ‘’lingên dengbêjê me bi xêr bûn, payîzxêr bi hatina wî re ket’’. Xêr û xweşiyê ji xwe nebîne Brahîm Axa! Di rojekê de heft sal dizî ji ciwaniya emrê min! Gavek cîh, gavek rê bû oda wî lê heta ez giham devê deriyê li ser piştê, di rê de deh caran ez sekinîm min vêsa xwe girt.

Berî ez hewşê kevim min dît Temoyê Ker jî ji wêde têye. Ev dihat çi bi guhiyên xwe yên ker?! Bo xatirê Xwedê carna nehatibû ez guhdar nekiribûm. Hat li ber min sekinî, dêvla destê xwe bi min de bi serê xwe silav da min. Min jî bi zimanê wî silava wî sitend; min gopalê xwe li erdê xist û serê xwe hejand. Piştî bi vî awayî bi kerikî lalikî me hal û hewalê hev pirsî min gopalê xwe li zikê wî xist, pê ode îşaret kir û destê xwe yê çepê mîna destmala serpêşiyekî ba kir. Fehm kir ku ez dibêjim ‘’te xêr e, tu li vir çi digerî?’’. Kefa destê xwe yê rastê da ber guhiyê xwe yê rastê, tiliyên destê xwe yê çepê mîna serê qazekî li hev civandin û destê xwe yê çepê hejand. Kerê ker Temo çi wext dengbêj dît çi wext bi xweşiya dengê wî hisiya! Em tev derbasî hewşê bûn. Casimê Cenan xûz bûbû sol rêz dikirin. Ku hêlehêla me bihîst bêyî ku xwe rast bike fertilî li pişt xwe nihêrî. Sewta min ketibû lê deng çûyê:

‘’Silam eleykim Casim Beg, quwet be’’
‘’Werin, derbas bin’’

Temo tiştek nedibihîst. Ku Casimê Cenan silava Xwedê nestend û bi devekî sist xwest em derbasî hundir bin min fehm kir ku Brahîm Axa fermana min rakiriye. Êdî qedr û qîmeta min qet li vê odê tunebû!
Berî ez hundir kevim min pêjna jinan hilanî. Jêr odê li pêş xaniyê kelpîçî ê ku Brahîm Axa par lêkiribû jinan sihen û sîtil dişûştin. Zêneb ber çavê min ket û wenda bû. Wê kêliyê fersend bi dest min keta û ne şerm bûya min ê bi guliyên wê bigirta û bi xwe re kaş kira bibira mal. Kar û şuxulê xwe yê mal terikandibû, hatibû ji xelkê re -erê Brahîm Axa êdî xelk bû!- xulamî û xizmetkariyê bike!

Bi qehr û hêrs min şekalên xwe ji lingên xwe danîn, Temo jî li pey min em ketin odê. Min çavên xwe zêde zîl nekirin, çavbelekê Brahîm Axa li hêla rastê palvedabû, min hema dît. Ji girêdana dolbenda wî û şelwerê wî yê navran pir li jêr min fehm kir ku yekî ji hêla Siwêregê ye. Wî jî ez dîtim. Katekî li min nihêrî, dengbêjiya min qey ji rûyê min fehm kir, wekî ku bi çavan bêje ‘’ha… tu... dengbêjê sewtketî..’’ li min nihêrî û paşê jî wekî ku xwest bi çavên Brahîm Axa tesdîq bike li wî nihêrî. Brahîm Axa got:

‘’Kerem ke rûne Ehmê’’

Temo hema xwe avête erdê. Min gopalê xwe li pişt derî danî û got:
‘’Selam aleykim cemaet’’

Şêniyê gund gî hatibûn, jixwe gava min dît Temoyê Ker jî ji wêde têye min texmîn kir ku wê cemaet şên be. Brahîm Axa û Siwêregî jî di nav da herkesî bi hev re bi yekdengî got:

‘’Aleykim selam’’

Divê herkes şûnê xwe zanibe û li cîhê xwe giran be. Tevî Temoyê Ker dinê alem giş bihîstibû û dizanibû ez êdî ne dengbêjê Brahîm Axa bûm. Lewma min berê xwe neda aliyê çepê yê ku ez tim û tim bi dengbêjiya xwe lê rûdiniştim. Min li aliyê rastê ve nihêrî û xwe kurisand nava Temo û Silêmên.

‘’Merheba Ehmedo’’
‘’Ehmê merheba’’
‘’Merheba kalê’’‘
‘’Me go merheba Ehmê’’


Min serê xwe ji hemûyan re hejand. Piştî merheba dawî min li aliyê berjor, berjêr û li hember xwe nihêrî û min got:

‘’Cumleten merheba’’

Brahîm Axa ji Casimê Cenan re got:

‘’Ma wekî din kes ma?’’
‘’Na nema axa. Kalê mabû tenê… Temo jî!’’
‘’Lê gundî jêr? Baqilo!’’
‘’Tenê Kirîm û Haçim nehatine hîn. Ev jî wexta werin’’

Heyfa çi ji min hildianî nizanim, Brahîm Axa bi çav û rûyê xwe yê nemayî li min nihêrî û ji dengbîjîkê ber dilê xwe re got:

‘’Kerem ke Ûsiv’’
‘’Axam cemaet temam e?’’
‘’Tu bi çend kilamên kin dest pê bike, ewê din qey wê werin’’

Ûsivo deng û beng û qirika xwe hazir kir, kire ex û tux. Çi xêra dengbêjên di cemaeten de dikin ex û tux heye! Xwedêo tu li min û vî dengbêjî! Rebeno ji Casimê Cenan tasek av xwest. Ev tîbûna tirsê bû tew bêguman. Ji çavên min ên gule dibarandin tirsiyabû! Ku av vexwar mîna jinan bi zimanê xwe dor lêvên xwe alast. Mela Şêxmûs ji nişkê ve got:

‘’Hela ji me re Eyşana Elî bistrê tu berê’’

Cemaet tevde keniya. Cerku Mela Şêxmûs hatibû gundê me min jê re sed û bîst çar caran Eyşana Elî stra bû. Ji ber ku wî Eyşana Elî bi çavên serê xwe dîtibû, her tim di dawiya stranê de dibû tîqetîqa wî û digot:

‘’Derew e wellehî derew e, Eyşana Elî yeka pîsik û qelew e’’

Di nav cemaetê de Temoyê Ker jî di nav de herkesî ev mesela zanibû û her carê herkes dikeniya, ji bilî dengbêjê biyan û nezan! Kêfa min ji wê kêfê herhal di tûrika wî de Eyşana Elî jî tunebû. Qet nekeniya. Lê ku bigotana Eyşana Îwê bistrê wê serî xwe li kîjan kevirî xista?! Brahîm Axa dît ku îş xerab dibe hema xwe gihand hawara dengbêjê xwe:


‘’De berdin bila bistrê dengbêjê min ê deng xweş. Hûn wî nas nakin, ev Ûsivê Sidîq e. Li ber dengbêjên Diyarbekir gihîştiye. Wê civata me bi kilaman wî xweş be êdî. Li oda min kes tî û birçî namîne lê ev dikare tî û birçî sê roj û sê şevan bistrê!’’
Herkesî serê xwe xist nav pîlên xwe. Bêdengiya kûr bi dengê Ûsivê Sidîq ji wir dûr ket. Heft xwezî li wê bêdengiyê! Mîna newe newa pisîkên di eîda qurbanê de li dû tîkek goşt dikevin ev çi sewta jinkî bû! Nexweşbûna dengê li wî li hêlekê di ser de jî ne tereniya stranê ne meqam ne jî tiştek ne xema wî bû. Min bala xwe dayê, heta bê Temoyê Ker jî guhên xwe miç kiribûn. Brahîm Axa jî çê dizanibû, şerbik nû bû lewma av ewqas şêrîn bû. Piştî çend û çendik kilamok û stranokên din xewa min hat. Bi nod û neh navên Xwedê gotinên wî ne yên diltezinê bûn, hebe nebe yên dilacizînê bûn. Ûsivê Sidîq ne zozanê Şerefdînê dizanibû ne deşta Mûşê ne çemê Cizîra Bota. Diçû dihat li dor Qerecdaxê re çerx dibû: ‘’Çiya sar e ji berfê re, zozan xweş e ji kêfê re, Qerecdax xweş e ji koçeriyê re…’’… Êêê? Wekî din? Wekî din tiştek tunebû!

Min ne qewheya tîr a fîncangir Brahîm Axa vexwar ne jî cixareyên wî yên boçiksor. Min xwest para min bila para wî û dengbêjiyê wî yê axirzeman be. Ku Ûsiv kilama xwa ya li ser egîtekî negît qedand ez rabûm ser xwe. Brahîm Axa wekî ku bêje ‘’qey te dengbêjê ji te çêtir neeciband?’’ li çavên min nihêrî. Min bêdengiya xwe ya wê şevê parast, tiştek negot. Wî gawirî ji awiran hema her tişt fehm dikir. Min berê xwe da aliyekî din û got:

‘’Şev li ser we xweş be cemaet’’

Hin mêran gotin:

‘’Here ser xweşiyê Ehmê’’

Silêman bû, got:

‘’Ku de diherî Ehmê? Heta destî sibê naqedin ev kilamana!’’

Min qet dengê xwe nekir û li pişt xwe nenêrî. Li pişt deriyê odê min rahişt kinêriyê. Mela Şêxmûs ê henekbaz wekî ku berê de hazir kiribû çarînek avêt li dû min:

‘’Hela wa halê kalê û gopalê
Direve cem şêrîn û şepalê
Cemaet li vir e mêrocan
Pîra te ye lê ne li malê’’


Cemaet bi kenan re hişk bû, ez li devî derî sekinîm hişk bûm. Di nav qondereyên nûboyaxkirî de min şekalên xwe zû dîtin. Lê Casimê Cenan tinazên xwe bi min dikir, cotek qondereya qopikan da ber min û got:

‘’Ew hew bûn, ne Ehmê?’’

Min bi gopalê xwe li şekalên xwe yên di qora pêşin de lêxist, got:

‘’Na Casim, ma qey tu şekalên min nizanî!’’

Qondereya qopikan ji ber lingên min rakir, şekalên min danî. Weke ku cara dawiyê ez didîtim li min dinêrî Casim. Rast bû, ez dê hew bihatama ba wî û axayê wî! Min şekalên xwe pê kirin û bi bayê bezê ez ji hewşê derketim. Kilamokên Ûsiv di guhiyên min de dikir zirminî. Çê bû min zû xwe ji wir xelas kir. Heta destî sibê ez ê li ber denge wî hezar carî bimrama.

Ku ez derketim ser rê min dît çirayê mutfaxa me ya ku pencera wî li rê dinêrî vêketiye! Tu li vê seyr û ecêbê, Zêneb vegeriyabû mal! Lingên min bêhemdê min ez kaş dikirim û dilê min nizanim xêr bû, mîna çil û çar salên berê diavêt. Gavek cîh, gavek rê… Ez hema li ber deriyê wê sekinîm û min belkî deh caran lêxist. Derî venedikir, ji min xeyidî bû. Min kilîta xwe ji êlegê xwe derxist û derî vekir. Ne li mutfaxê bû, ji herdu odeyên din jî pêjna wê nedihat. Min bi sewta min a neketî, erê neketî, çend caran bang kir. Deng zêde dibûn û li min vedigeriyan:

‘’Zêneb! Zêne! Zênebê! Zê! Zênebê! Zêne! Zênebê!’’

Hat bîra min ku min sihen li ser dêzgeh danîbû şûnve min çira venemirandibû. Ez hema ji hundir derketim çûm ber caxê. Min kevirê reş rakir. Kilîta wê li şûna xwe ya berê bû. Min kesereke kûr û kal kişand, bêmene li dûr ve nihêrî û bi şerqê gund de daketim.

Çîpikên barana nû dest pê kiribû toz û tirabêlka havîna borî ji erdê radikirin. Hîv û stêrk di bin ewrên reş de wenda bûbûn. Çirayên Kobaniyê mîna zaroyekî bitirse û çavên xwe bê navber qîç bike diçirûsîn. Min di şewqa wan çirayan de nimêja xwe ya eşayê kir.

Piştre heta destî sibê min li ser tirba Zênebê bi meqamê zênebî kilama Korocax Ehmê got. Payîzxêr wê şeve ket, ez jî bi ser de…

Ömer Faruk Baran

Payîz 2011 / Bahçelievler-İstanbul

*Vê çîrokê di 5. Pêşbaziya Çîrokan a Abdullah Duran de xelata yekemîniyê wergirtiye.