Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[rexne] BÊDENGIYA LI SER EDEBİYATA KURDÎ Û LERIZÎNÊN TENÊTIYÊ
2012-04-02 16:44
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Edebiyata kurdî ji ber ‘xîreta kêm’ nayê nasîn û nayê nasandin. Berhem derdikevin û li ser wan, nivîsek, danasînek, nirxandinek be jî dernakeve. Xwendekarê ‘hindik’, beriya bidestxistina van berheman helbet dixwaze di derbarê wan de hin agahiyan bibîne; bixwîne. Lê belê edebiyata kurdî di vê qonaxê de bi bêdengiyekê ve hatiye dorpêç kirin. Ne dengê wê derdikeve ne jî dengê weşangerê wê. Nivîskar bi tena serê xwe dimîne. Weşanger, li gor derfetên xwe, xwe ji bo fûaran amade dikin û helbet ji ber ku li edebiyat û kitêbxaneya kurdî ew qas berhem zêde dibin em dikarin bêjin ku ji bo weşangeran xisar û zirar tune ye! Û helbet ev hazirî ya profesyonel ji bo pêşeroja edebiyata kurdî bextewariyek e.

Nav, ne zirar û xisar be jî, bar û êş, yên nivîskarî ne. Nivîskar, di ber karê xwe yê ku pê debara xwe dike, li zar û zêçên xwe mêze dike re, serê xwe diêşîne. Ji xew û mehaneya xwe didize da ku bikaribe biafirîne û bistîne. Li ser navê nivîskariyê tikûtenê dimîne û xwe di ser re wer dike. Hîn niviskarekî kurd bi keda xwe ya hiş û qelemê nikare debara xwe bike.

Ji bo ku edebiyata kurdî ji vê bêdengiyê xelas bibe divê weşanger xwendekaran ji xwe re bibînin. An jî kitêbên xwe her wekî nivîskarên xwe, belbî ne bi qasî wan be jî, nêzîkê wê kedê an jî layiqê wê kedê bidine nasîn. Weşangerên kurd serê xwe bo danasîn û nirxandina edebiyata kurdî weka ku naêşînin. Belkî di nav wê keft û leftê de ji bo vê serêşînê ti wext û derman jî ji bo wan namîne!

Yek ji sedemên bêdengiya li ser edebiyata kurdî jî ev e ku bernameyên edebî hema bêje tune nin. Rêzdar Ali Fikrî Işık, bi xweziya xwe ya ji dil û can xwest hin tiştinan bike lê derfet û bêkesiyê ev hewl û helwest jî qut kir. Li Stenbolê û li hin bajarên din ‘şêwrên xwendinê’ hene û ew jî bi niyeta xwe ya xalis di nav rûnê xwe de diqijilin. Ji bo cih û war têdikoşin û heta ji dest wan tê xwe ji edebiyata xwe dûr nahêlin.

Di TV yan de bernameyên bi vî rengî jî tune ne. Gava Sêyemîn ya nivîskar Helîm Yusivî gelek girîng bû lê ew jî sekinî. Di TRT 6ê de di vî warî de Weşanxaneya rêzdar Ayhan Geverî û nemaze beşên ewil yên bernameya Firat Cewerî û Muhsin Kızılkaya Em û Dem valahiyek dadigirt lê dawî li xwe anîn. Bi rastî hewlên medyaya cîvakî têra xwe hebin jî ev hewl wek berfê zû dihelin.

Bi van raman û nêrînên xwe yên ku ji mêj de ye serê min tevlihev dikin re min xwest ku ez qe nebe ji bo romana Çidem Baranê, bêdeng nemînim. Dîsa ji ba kek Silhedîn ku hê jî ez ji bo sihet û afiyeta wî dua dikim min berhmê ji xwe re kirî û dest bi xwendina Lerizînên Tenêtiyê kir.

Lerizînên Tenêtiyê, her wekî dîwaneke klasîk dest pê dike; “silav ey stêrka her ku diçe di dilê min de diçirise, silav ey roja min a ku her dem dilê min ronî dike…” Her wekî “Erîvan xeber dide guhdarên ezîz!”, di Lerizînên Tenêtiyê de jin û welatek xeber dide. Ji ber ku bi devê jinê ye û dil û hişê jinê rave kiriye ji bo romana ku ji dest û qelama jineke kurd xwe afirandiye, girîng e.



Ev nameroman, ji serî heta binî xwe eyan dike ku romaneke îdeolojîk e. Roman, ji nameyên Şevînê yên ku ji keça xwe ya ku hê di biçûkaniya wê de bi dest mêrê wê jê hatiye stendin/dûrxistin re hatine nivîsîn, pêk tê. Ji bo ku qîza wê weke ku pê re jiyabe wê nas bike van nameyan dinivîse.

Di romanê de rewşa jinê, çîroka Şevîn, Pîrê/Pîran, Leyla, Xêriye bi zimaneke ku di qalibê xwe de ye hatine nivîsîn. Jina kurd ya ku xwe di vir de nîşan dide li ser rêka modernîzmê ye. Serlehenga romanê Şevîn, ku bi nameyan bi pey keçika xwe ketiye, kitêban dixwîne, wênesaziyê dike (bi dizîka be jî) û her û her xweziya xwe ya bo şoreşgeriyê tîne ziman. Heta bi nedîtî, wêneyê keça xwe jî ya ku di xeyalê xwe de kedî dike diwênîne û di dawiya berhemê de em dibînin ku ev wêne bi her aliyê xwe li keçika wê tê.

Di romanê de nav û bûyerên reel pirr in. Bi van navên reel, bi navên nivîskar û siyasetmadar(a) kurdan roman xwe bi aliyekî ve zindî û reel dike lê talûkeya mezin jî ev e ku bi aliyekî ve jî xwe propagandîst û polîtîk dike. Hinek navên reel yên ku di romanê de geh bi navê xwe geh bi navê berhemên xwe rû dane ev in; Arjen Arî, Lokman Ayebe, Rênas Jiyan, Ehmed Ronîar, Qedrî Can û helbet Fewzî Bîlge. Ev roman bi gelek awayan PR’a berhem û hunermendiya Fewzî Bilge dike ku di wêneyê bergê yê kitêbê de jî mora wî cihê xwe girtiye.

Baran, bi xwe jî destnîşan dike ku “nivîsa ku mirov dinivîse çi be jî divê mirov lê hûr û kûr bibe” lê belê weka ku hin sedeman nehiştibin ku romannûs li mijara xwe hûr û kûr bibe. Rastiyê bi pêşa nivîskarî girtiye û ew bernedaye. Dibe ku ev ‘ji ruyê pîrê de’ be an jî dibe ku heqîqeten jî “rastî, belaya serê mirov be”.

Di romanê de jina kurd bes ne wek xanima malê ye, jina ku di romanê de xuya dibe bi mesûliyetên xwe yên siyasî û civakî derdikeve holê. Ev xuyabûn, ji bo edebiyata kurdî û jina kurd girîng e. Li bajêr in, bi mêrê xwe re dikevin heft û heştê, henek û tinazên xwe bi wan dikin. Diçin navendê û wek endamên partiyekê xuya dikin. Heta qal û behsa guhertinên berpirsiyariyên endaman ji hev re dikin. Ji bo romana kurdî, xuyabûna van xisletan, ji bo serpêhatiya modernbûna jina kurd di xwe de sosyo-politîkbûneke zêdetir bihewîne jî bo berjewendiyên jinê ev tûjbûna li ser dikê li bin navê rexneya li ser kevneşopiya bindestiya jina kurd ya li hember mêrê kurd pêwîstiyek jiyanî ye. Cihê jinê an jî bidestxistina cihê jinê xwe diyar bike jî nivîskar bêtirîn bala xwe daye serxwebûn û azadbûna welatekî. Wexta ku gund tê şewitandin û serbaz şîretan li gundiyên Behemdê dike pîra yextiyar wiha deng dide; “Bitirsin, lawo bitirsin, êdî pîrê wek min jî şiyar bûne! Ji vê rewşê bitirsin, bizanibin ku vê carê serhildana dawî ye.”
Mêr an jin yên romanê bi temamî ji enaneyên xwe yên hişk xelas nebûbûn jî di warê welatparêzî an şoreşgeriyê de bîrewer in.

Roman, romaneke ‘meraqlî’ ye, lewra vebêjer nahêle ku xwendekar li ser hin mijar û buyeran bifikire. Vebêjer, her tiştî bi ziber û zêr dike. Her wekî ku Şevînê di nameyeke xwe de jî dibêje, “çênabe ku ez jiyana xwe kêm binivîsim” bi mebesta afirandina tiştên mezin cih dide gelek tiştên biçûk. Huşbûn, di hin cihan de ji bo vegotinê pirr girîng e lewra metn bi xwe jî dixwaze xwendekar tevlî nav metnê bibe.

Romana Çidem Baranê, bi çîroka şewitandina gundên kurdan, koçeriya rasteqîn û koçberiya ji dest serdestan, bidûrketina ji ax û war, rênçberî ya li Konyayê ya girêzan, ya li Edenê û Çukurovayê bo pemû û zebeşan romaneke din e. Baran, di vê serpêhatiyê de hem di bikaranîna zimanê xwe de hem jî di mekanteswîr û di pêşvekirina psîkolojiya karekterên xwe de romanên Yaşar Kemalî tîne bîra meriv; Dayîbaşî, yewmiye, birçîbûn, tenêtî, têkiliya di navbera xebatkar û xwediyên kar de. Nemaze ev name û ev ziman, lewra zimanê Çidem Baranê zimaneke xwerû kurdî ye (dibe ku ev jî ji taybetiya jinê be), ji qelema Baranê, romanên ku bi aqilê xwe dê bêtir li pêş bin jî pêkan dike.

Dîwarekî qewîn yê romanê jî hevaltiya serlehengê ya bi ajal û dara benavê re ye. Zînê (pisîk), Dara Benavê, Zerê (çêleka Tekelli Mehmet) di tenêtiya Şevînê de jê re dibin heval. Ev şêwaz, ne bes di biçûkaniya Şevînê de ye, di 43 saliya wê de jî hevlatiyên bi vî rengî wê ji biyanîbûneke sar diparêzin.

Bibe nebe bala mirovî diçe ser dîrokên ku li bin nameyan hatine xêzkirinê jî. Di sala 2023-2024ê de hîn welatek azad nîn e û ya balkêş ev e ku nivîskar, nivîskarên vê hênê ne. Ev ji bo nivîskarên ku li cem dilê min jî bi qîmet in şanaziyek e bêhempa ye lê meriv li ser navê hûnandinê û sazûmanên edebiyatê li navên ku dê xwe de pêşerojê de dîtibin be jî digere. Her çiqas xeyalî û çêkirî bin jî. Û helbet teknolojiya ku di salên 90an de tê bi kar anîn, di sedsalemîna komara tirkiyê de dîsa hema bêje di heman tasnîf û xêzê de ye. Telefona destan, vcd. Weke ku dem çûbe lê qet bi xwe re guhertin neanîbin.

Lerizînên Tenêtiyê, romaneke diltenik e. Ev diltenikbûn, roman bi ber cehda bilêvkirina her tiştî de gêr kiriye. Romana duyem ya Çidem Baranê, baleke hûr û kûr heq dike.


:: Hamid Omerî - kulturname.com