Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] Konferansa zimanî û hêviyên me
2012-04-02 17:11
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Li Amedê di rojên 2-3 û 4 ê Adarê de Konferansa Ziman a Neteweyî li dar ket. Konferans ji aliyê Kongreya Civata Demokratîk ve hatibû organîzekirin. Ji çar aliyên welat gelek sazî û rewşenbîrên li ser ziman dixebitin û têkiliya wan bi ziman re hebûn tev li konferansa ziman bûn. Rewşenbîran ji bo siberoja zimanê Kurdî daxwazên xwe anîn ser ziman û fikr û ramanên xwe pêşkêşî konferansê kirin.



Di konferansê de du mijarên sereke derketin pêş û gengeşiyên herî germ û gurr li ser van mijaran hatin kirin. Mijara yekemîn ev bû ku; gelo wê Kurd bikaribin di nav xwe de zimanekî yekgirtî saz bikin? Mijara duyem jî Gelo wê Kurd bikaribin di nav xwe de elîfbêyeke yekgirtî bi kar bînin? Ji bilî vana gelek mijarên din jî hatin gengeşîkirin lê ji bo siberoja Kurdan ev herdu mijar gelek grîng bûn. Lewra Kurd bi çareserkirina van mijaran yan wê nêzî hevdu bibin yan jî ji hev du bi dûr bikevin..



Pirsgirêka elîfbayê bi ya min pirsgirêka herî hêsan e. Ji ber ku hemû dinyaya pêşketî ya rojava tîpên latînî bi kar tînin, divê biryar li ser elîfbêya latînî be. Ji bo hilbijartina tîpên latînî sebeb gelek zêde ne. Em dikarin van sebeban wisa rêz bikin: Ji ber sîstema dewleta Tirkiyê, Kurdên bakûr niha tîpên latînî bi kar tînin û wisa xuya dike ku wê heta demekê jî biryara guhertina elîfbayê ne di destê wan de be.



Sebeba duyem ew e ku cîhana modern û pêşketî tîpên latînî bi kar tîne û nabe ku em berê xwe ji wan biguherin.



Sebeba sêyem jî ev e ku Kurdên bakur, rojava, Kafkas û yên li dinyê belav bûne ji niha ve li ser elîfbaya latînî li hev dikin.



Li başûr jî bi biryareke siyasî ev rewş bi hêsanî çareser dibe. Gava Hukmata Herêma Kurdistanê biryara dersên bi tîpên latînî jî bide. Û heta demekê li başûr herdu elîfba bi hev re bên bi kar anîn, wê di nav Kurdan de elîfbayeke yekgirtî çê bibe. Yanî çareserkirina vê pirsgirêkê di destê Hukmata Başûr de ye. Ji bo siberoja Kurdan û ji bo Kurdên Başûr û parçeyên din bikaribin ji hevdu fam bikin ev biryar gelek grîng e.. Divê hukmata başûr di vê mijarê de gav bavêje..



Pirsgirêka din ya li pêşiya Kurdan jî pirsgirêka zimanê yekgirtî ye. Bi ya min di nav Kurdan de pirsgirêka herî muhîm niha ev e. Lewra wek ku gelek Kurdên neteweperest xeyal dikin êdî wê zimanekî yekgirtî di nav Kurdan de çênebe.



Yên ku zimanekî yekgirtî dixwazin bi du pêşniyaran derdikevin meydanê. Pêşniyara yekem ev e ku Soranî li seranserê Kurdistanê bibe zimanê yekgirtî. Ev pêşniyar bi pirranî ji aliyê soranîaxevên başûr ve tê parastin û ji bo zimanekî yekgirtî ji bilî Soranî li tiştekî din nafikirin.



Pêşniyara din jî em dikarin bibêjin ku pêşniyara neteweperestên xeyalperest in. Ew jî dixwazin ji hemû zaravayên heyî zimanekî çêkirî ava bikin û Kurd bi wî zimanê çêkirî biaxivin. Carna vê pêşniyara xwe wek “zimanê standart” bi nav dikin û dem bi dem ji nû vê vê mijarê tînin rojevê.



Bi ya min ev herdu pêşniyar jî ne di cî de ne. Ev pêşniyar ji rewşa ku zimanê Kurdî niha tê de ye, qonaxa ku zimanê Kurdî niha gihîştiyê re nikarin bibin bersiv. Li ser koka zimanê Kurdî yan jî di bin sîvana zimanê Kurdî de bi rêbaz û gramerên xwe bi kêmanî sê ziman ava bûne. Ji ber ku ez bi rewşa Hewremaniya li Başûr tam nizanim, ez dibêjim sê. Û ji îro pê ve mafê tu kesî tune ye ku bibêje em Kurmancî yan jî zazakî ji bîr bikin bi tenê bi soranî biaxivin.



Tiştê herî rast ew e ku Soranî, Kurmancî, Zazakî û Hewremanî li herêmên ku tên axaftin bên parastin û pêşxistin. Lê ji bo Kurd bi zimanên hevdu bizanibin, bikaribin ji hevdu fam bikin, di dibistanên herêmên Soran de dersên Kurmancî, Zazakî û Hewremanî jî bên dayîn.. Bi heman şêweyî li dibistanên herêmên Kurmancan jî dersên Soranî û Zazakî hebin.



Lewra Soranî niha bi serê xwe xwedî edebiyatek e, Kurmancî bi serê xwe xwedî edebiyatek e, û Zazakî bi serê xwe xwedî edebiyatek e. Li ser kokekê wek sê gulên rengîn vebûne, nabe ku em ji van gulan yekî bi qurmiçînin.



Ez bawer im di vê sedsala bîst û yekê de çareseriya herî baş û demokratîk ev e. Bi vî awayî wê Kurd hîn zêde ji hevdu hez bikin û bawer bikin. Ji bilî çareseriyeke bi vî awayî, hewldanên zimanekî yekgirtî dibe ku di nav Kurdan de bibe sebeba jihevdûrketinê..

:: Receb Dildar - Avestakurd.net