Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[pêşangeh] Pêşangeha navdewletî ya 7ê ya pirtûkan a Hewlêrê, bi beşdariya zêdetirî 350 weşanxane ji 15 welatên cîhanê hat vekirin.
2012-04-02 19:52
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Pêşangeha navdewletî ya 7ê ya pirtûkan a Hewlêrê, bi beşdariya zêdetirî 350 weşanxane ji 15 welatên cîhanê hat vekirin. Weşanxaneya Aras jî bi zêdeitîr 500 navnîşanan beşdar bû.

7emîn pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê, îro bi amadebûna serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Berhem Salih, komek wezîr, nivîskar û rewşenbîrên kurd û ereb hat vekirin.

Di merasima vekirina pêşangehê de, Berhem Salih, axaftinek kir û got, vekirina pêşangehên wiha nîşan dide ku hemû cîhan girîngî didin Herêma Kurdistanê û bi taybet ku gelek nivîskar û rewşenbîrên ereb û weşanxaneyên cîhanê beşdar bûne.

Salih, diyar kir, tişta ku girîng e ew e ku asta xwendinê bi taybet gencên me zêde pirtûkan naxwînin, ji ber vê jî, vekirina pêşangehan dibe sedema wê ku çanda xwendinê di nav civaka Kurdistanê de pêş bikeve.

Serokwezîr Salih, li bara rewşa niha ya Iraê de jî got, rewşa Iraqê heta astekî aloz e û divê hemû aliyên siyasî bo başkirina vê rewşê kar bikin. Di 2 salên borî de gekek caran hat gotin ku kurd dixazin ji Iraqê cihê bibin. Kurd wek neteweyek mafê wî heye çarenûsa xwe dikar bike lê ez bêjim, kurd qet naxazin Iraq aloz bibe ji ber ku berjewendiyên kurdan di tenahiya Iraqê de ye.

Di merasimê de, parêzgarê Hewlêrê û hinek mêvanan jî axaftin kirin û hemûyan li ser girîngiya vekirina pêşangehên pirtûkan cext kirin.

Hat gotin, di pêşangeha îro ya Hewlêrê de, nêzîkî 2 milyon navnîşan hatine raxistin û dê pêşangeh 10 rojan bidome.

sm AKnews